Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Avîna Welat: Giyana awaza kurdî kêm dibe guhdarvanên strana kurdî kêm dibin

 


Dîdar: Demhat Dêrikî


Evîn xan, divê çi taybetmend li cem wan kesan hebin da em bêjin ew(di warê peyv, awaz, starn) hunermendin?

Hunermend ew e yê ku karibe di hestên xwe de afirandinê bike, anku zanibe hez bike û di navbera xwe û hestên xwe de rast be û di awazê de gihayî be ji xemlandina stranê re.


Tu ji rewþa îro ya hunermendên kurd raziyî? Gelo daxwazên civaka kurd ji hunermendan çi ne û hunermend dibin bersiva van daxwazan?

Mixabin ev kêm e, jiber gelek ji wan dimînin di bin bandore Ereb, Tirk û Firsan de. Wek tê dîtin, dixwazin rengê mûzîka kurdî(bê ku haj ji xwe hebin)ji holê rakin. Ji bersivê zêdetir, karek neyînî di civakê de dikin, giyana awaza kurdî kêm dibe û
guhdervanên  strana kurdî kêm dibin.


Ev dengê xweþ, ev awaza xweþ ya Evîna Welat ji kû tê? Em dikarin bibêjin bandoreke giring ya çiyayê kurmênc, kanî û sirûþta Efrînê li ser vî dengî heye?

Erê hevalê hêja, ez di nava wan çiyan û newel û þînkayîya Efrînê de hatim jiyanê û bandoreke xwe ya giring li ser min heye. Xala din a giring, bajarê Heleb bajarê mûzîkê ye, warê hunermendê mezin Sebah Fexriye. Guhên wan xurte, ku kesê nizanîbane bistre ew ji civata xwe diavêtin..


Astengiyên di jiyana we ya hunerî de derketîn çi ne û li hember wan helwîsta Evîna Welat çi bû?


Temenê min 9 salî bû dema min dest bi stranê kir, heta îro xewn di hundirê min de dijiyan û dimirin, dihatin û winda dibûn. Gelek astengî li pêþiya min derketin; civakî, aborî hwd. Pir cara min stran dihêla, lê hevalên min ez rexne dikirim û digotin mixabin ev çend sale te li berxweda û nuke bi hesanî tu zaroka xwe dihêle. Bi rastî dema çîroka þerê xwe yê jibo mûzîkê min kirî  tînim ser ziman(girî û êþ), nema pêþiya xwe dibînim. Lê piþtî þoreþeke mezin min elbomeke xwe derxist û ji nûve hatim dinyayê. Her çende ne bi dilê min be jî, ew zaroka di hundirê min de digriya, nuke hatiye dinyayê.

Tu carna di jiyana xwe de poþman bûyî û te gotiye xwezî min ev nekiribane?


Erê, jiyana min tev poþmaniye, xwezî nehatibame dinyayê?!

Dema we dest bi hunerê kir, yên bandor li we kirîn û bi we re bûyîn alîkar kî ne? Ji hunermendan yên herî nêzîkî dilê Evîna welat?

Xalê min û diya min pir alîkarî bi min re kirin, lê bavê min li min qedexe dikir. Ji Dilinya Rezazî, Bilind Îbrahîm, Sefqan, Þeyda, Çopî, Îbrahîm Mihemed Þêxo hez dikim û wan nêzîkî dilê xwe dibînim.


Niha çi proje û planên we yê hunerî hene?


Di serê min de projeya kilîpekê heye û aþopên min di vî warî de bilindin, lê ez ê li berxwe bidim.

Sipas

Sipasxweþtir bo vê derfetê

Çavkanî: www.rojnamawar.com


 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.83
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark