Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Spasiyek Ji Malbata Osê Û Hevalên Rezoyê Osê

 


     Em malbata Osê li Welat Û Dervî Welat, Heval, Hogir û Dostên gorbihiþt Rezoyê Osê; ji dil û can spasiya miletê xwe, tevgera xwe û rewþenbîrên xwe dikin, wiha jî spasiya xelkên Cizîrê, bi tev nijad û oldariyên wê ve dikin; ewên ku beþdariya me di guhestina termê wî de kirin, hatin þûna wî, sersaxiyên xwe ji me re pêþkêþ kirin.. Her wiha jî spasiya wan kesên ku li ser wî nivîsandin, birûsk û mail þandin û telefon vekirin dikin..
   Rezoyê Osê wek nivîskar, rojnamevan û zimanzan tev jiyana xwe ji miletê xwe re terxan kiribû, ji bîreweriya xwe ve bi refên welatpewerên xwe re bû, rojekê xwe ji piþt doza miletê xwe neda alî.. 


lê sed mixabin ku koçkirina wî a zû em pir xemgîn kirin.. Gelek projeyên wî yên rewþenbîrî nîvcî man..
   Ew di. Roja 10.10.1950  li gundê Dekþûrî, hatibû jiyanê. Xwendina xwe li gund û Qamiþlo kuta kiribû. Xwendina bilind di endezyariyê de li Rûsiya xwendibû. Ji sala  1970  de dest bi nivîsandina Kurdî kiribû. Bi navên: Aro, Rezo, Stêr, Azad, Pirs, Ebdulrezaq Osê û  Rezoyê Osê keda wî di gelek kovar û  rojnameyan de hebû.. Ji wan kesên pêþeng bû ku korsên zimanê Kurd vekirine û bi saya wî bi dehan ji xortên kurdan fêrî zimanê Kurd bûne, çi li Elmaniya, çi li Rûsiya û çi li Sûriyê, hem jî yekî sereke bû ji damezirandina Hevbenda Kawa bo wêjeya Kurd li Beyrûtê û  Mosko..
Gelek çalakiyên wî di ber ziman û ferhenga Kurd de û gelek destnivîsên wî hene.
Her wiha spasiyek taybet bo malpera Welatê Me û malpera Gemya Kurda..
Erê, em spasiya we tevan dikin û ji Yezdanê mezin bi hêvî ne ku we ji bela bistirîne..Bela serê we sax be, serê rewrþenbîriya Kurd sax be.
 
 

Malbata Osê li Welat Û Dervî Welat,
Heval, Hogir û Dostên Rezoyê Osê
 

Qamiþlo, 08/03/2010


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark