Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hunermendên Kurd 70 Saliya Cemîla Celîl Pîroz Dikin

 


   Spas spas ji medya Kurd re ku em serwextî 70 saliya mûzîkvan û folklorîsta Kurd Cemîla Celîl kirin.
Em birrek ji hunermendên stran û mûzîka Kurd a nûjen û folklorî ku navê me li xwarê ye, ji dil em 70 saliya Balyoza mûzîk û strana Kurdî Cemîla Celîl pîroz dikin, jiyaneke çak û rind bo wê hêvî dikin û soz didin ku her yek ji me, li dor derfetên xwe pêvajoya wê bimeşînin.. strana Kurd bi emanetî bibêjin û her wiha biparêzin..


   Bi saya wê, bavê wê (Apê me Casimê Celîl) û herdu birayên wê Prof. Ordîxanê Celîl û Prof. Celîlî Celîl û hatinên wan nav me Kurdên Sûriyê, em şiyar bûn, pêşde çûn û hezkirina peyva Kurd a resen, bi rengekî nû di nav me de pişkivî û zîlda..
   Bi vê helkeftê, em destên xwe ji xanima hêja Cemîla Celîl re bilind dikin û bi hirmet û rêzdarî pêşberî navê wê û malbata wê disekinin.
Xwezî yên wek wê bi sedan di nav me de hebana.
  Erê, em 70 saliya mûzîkvan û folklorîsta Kurd Cemîla Celîl ji dil û can pîroz kirin û
silavên gurr û gerim bo wê û neferên malbata wê dihinêrin:

Hunermend: Mehmûd Ezîz Şakir, Serê Kaniyê
Helbestvan û Hunermend: Mihemed Elî Şakir, Serê Kaniyê
Hunermend: Hisên Tofo, Qamişlo
Hunermend: Faris Ebû Fîras, Qamişlo
Hunermend: Adil Hiznî, Qamişlo
Hunermend: Ebdulqadir Silêman, Qamişlo
Hunermend: Mustefa Xalid, Serê Kaniyê
Hunermend: Hisên Şakir, Serê Kaniyê
Hunermend: Şeyda. Amûdê
Hunermend: Îmad Kakilo, Qamişlo
Hunermend: Sefqan, Amûdê
Hunermend: Serbest Xelîl, Qamişlo
Hunermend: Seed Ferso, Qamişlo

Hunermend Seed Ferso / Qamişlo 26.02.2010

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark