Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Kevir û Bayê Kur.. Dîsa ji Nezîrê Melle re

 



Hoþeng OSÊ

Berketiyê dara tirî.. Hingî kolanên Amûdê bêriya te kirine, sûnda te xwarine, ku dê te bidin ber gezean.
Berketiyê bîra hewþê.. Hîvrona þevêrkên havînê çiqas li ber te diketin, dema te piþta xwe da peyvê.


Her tiþt hîna li þûna xwe ne. Kenên me.. Qerbalixa me.. Ked û xweydana eniya me.. Rêwîtiya me a Beyrûtê.. Fotografê me li ber derya girtî.. Teþqelên me.. Gerûgeþta ma ya Beyrût û Þamê.. Þevêrka min û te û Kemal û peyala mey û helbestên Cizîrî.. Þevêrka min û te û Azer û tevahiya hevalan li mala Hozan... Hemû tiþt hîna li þûna xwe ne, lê ez ne li wirim.
Tê vegerî...
Ezê her buhar, li nav zeviyên genim, li ber sînor, dê pêþwaziya te bikim.
Emê dîsa herin mala Azer. Dîsa herin mala Simo. Dê Simo ne li mal be!.
Ezê dîsa pirtûka xwe ya helhbestê diyarî te bikim û tê wê nexwînî. dîsa te bi çîroka xwe û Cîhan gêjbikim, çawa min Kemal gêj dikir.
Tê dîsa weke kevirekî min bispêrî bayê kur, û di xewa piþtînîvo de herî û herî.
***
Berî tu herî, te dilên ji xwe hiþt û tu çûyî. Berî tu herî, te min nav taya tenahiyê û dilmayînê hiþtî.
Tu çûyî û min ji poþmaniyê re hiþtî.
Tu çûyî...
Ma qey birastî tu çûyî..!?.
***
''''''''Mihemedê Hedla, zilamek dirêj.. dirêj.. heya sibê dirêj. Hedla Mihemed, jineke kin.. kin.. heya duh kin. Herdû kurdûnde mirin''''''''.
Ev kurteçîrok tê bîra te, a kê bû?. A çîroknûseke navê wî Nezîrê Melle bû!.
''''''''Zayîn'''''''' helbesteke dastanî bû. Tê Bira te a kê bû?. A helbestvanek navê wî Nezîrê melle bû!.
Em bêjin: rehma Xwedê li wî be, biyanê wî qurtand.
***
Ka ew dema tu sergovend bûyî!?. Kanî ew rojên ku te kolanan hogirî meþa xwe dikir!?.
Ew westandin çiqas þêrîn bû, û hîna jî þêrîne. Ew ferheng çiqas zengîn bû, û hîna jî zengîne.
Ka were em ji bîranînên xwe þoreþeke din lidarxin.
Min di govendê de bi tenê nehêle. Kenê biyaniyê û sêwlekên wê bi xwe neyne. Xweydana karwanê me, hîna sar nebûye. Divê ''''''''em xwe biþon ji qehe û tozê. Wek rojên berê xwe bidin dozê''''''''.
***
Berî þeveq li me hilê, ji min re çixarakê bipêçe û peyala çayê bide ber min, dereng e, ez dikim herim.
Dê herim þerê felekê, da te ji taya biyaniyê rizgar bikim û berê te bidim te. Berê te bidim kevir.. kevirê êvarê.. ''''''''êvara Xwedê''''''''.. Xwedayê bayê kur û ewran, da te bide ber þîqþîqa birûskan, belkî tu li xwe hay bê, bê tu çiqas dûrî min û xwe û welêt ketî!.
Berî li min û te û vê keserê bibe êvar...
Çixarakê ji min re bipêçe û peyala çayê bide ber min, derng e, dê vegerim bîranînên xwe berhevbikim. Ka tê bêy!?.
***
Dibe ku tu neghêjî þîna min.
Dibe ku tu êdî rêya gora min a pêþîn nas nekî. Dibe ku kêla gora min korman xwaribin. Dibe ez hatibim jibîr kirim. Lê ger tu pêrgî yek ji xezalên min hatî, jê re ne bêje: xwelîserê.. porkurê, te çima hevalên min bitenê hiþtî.
Ji ber ku, dê ji te re bêjin: te çima wî bitenê hiþtî!?.

Ýstambol 30/9/2009

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark