Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Darvekirina Kîmyawî Xemla Buhara Nû Ye

 


  Besam Mistefa

Li gel ku navê darvekirinê ne xweşe, û ev seza êdî li seranserê cîhanê ber bi kêmbûnê ve dice jî, lê belê jê nexweştir, û zehmettir ewe ku mafê hezarên kesên bêguneh û belengaz ku hatin kuştin û qirkirin li erdê bimîne. Lewma bi bihîstina nûçeyeke wek ya darvekirina tawanbar Elî Hesen Mecîd ku wek Elî Kîmyawî dihat naskirin, zêdetir mîna vegerandina beşekî biçûk ji mafên kesên bêguneh li wan tê ber çavê mirovan.


Elî Kîmyawî ku di zêdeyî 13 dosiyan de dihat dadgehkirin û çar biryarên darvekirinê li dijî wî hatibûn sitandin, wek "qehremanê" dû bextreşiyên herî mezin di dîroka Kurdan de: Enfal û kîmyabarankirina bajarê Helebçe sala 1988 tê naskirin.
Di "Tewrat"ê de gotinek heye dibêje: "Bi mirina dijminê xwe kêfxweş mebe" lê Kîmyawî ne tenê dijmin û neyarê gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê bû, lê dijminê hemû netewe û gelên Îraqê bû, herwiha dijmnê sirûşt, gul, dar û ajelan jî bû û berpirsê kuştin, mirin û jinavbirina sed hezarên mirovan, xirabkirina xwezayê û mirarkirina heywanan bû.
Kîmyawî ku berî hatina Be`siyan liser îqtîdarê û bidestxistina desthilatdariyê di sala 1968an de, kesekî biçûk, hejar û netiştek bû, di qonaxa hêzê de ku welatekî têr û dewlemend wek Îraqê ket destê pismamê wî Sedam Husên û eşîre û alîgirên mezhebê Sunnî ku li Iraqê kêmanî ne, û ji ber ku tî û birçiyê wan bû; Kîmyawî bû gurekî har ê hêz û desthilatiyê û mîna ku kor, ker û lal be li jêr sîbera Sedam, heta jê hat para xwe ji desthilatiyê bir û heyfa xwe ji herkesî, rabirdû, pêşeroj û paşerojê hiland.
Kurd dibêjin: "Xwedê kesê biçûk mezin neke û yê mezin biçûk neke" lê vî" camêrî" xwe ji dîrok û lojîk û hemû pîvanan vedizî û ji kesekî biçûk bû kesekî "mezin". Ji nişkave bi taybetî ji sala 1968an de xwe xwedî hêz û desthilat dît û bi nebûna yasayê re û dûr ji hemû corên çavdêriyê yên taybetî û giştî nemaze ku kesekî newêrek bû wek piraniya zordar û zordestan; xweza, zevî, erd, ba, mirov, ajel û dar ketin ber hukmê wî û qonaxeke reş û tarî li welatê herdû robaran ê geş hat destpêkirin.
Elî Kîmyawî yê ku deshthilatiyê çavên wî kor kiribûn û bi baskên pismamê xwe yê serokê dewleta Beesî li Iraqê difiriya, ji xeynî qirkirina Kurd û Şîî`eyan di salên 1987-1988-1991-1999 û hinek salên din de, herwiha ji xeynî sedan tawan û gunehên din, sala 1995an bira û dû biraziyên xwe jiber ji dozexa Efleqiyan reviyabûn bo Urdunê, kirin qurbanên bin piyên Sedam.
Rast e ku desthilatî mirovan kor dike lewma Kîmyawî yê ku wek pismamê xwe bi navê hizba Beesê û ramana parastina Ereban û sloganên dirustkirina welatê Erebî yê yekgirtî û mezin ku ji oqyanosê heta bi kendavê-di xewna xwediyên xwe de-dirêj dibe, di tebaxa sala 1990an de êrîş birin ser welatekî Ereb-Kuwêt- û ew dagîr kirin û Kîmyawî ji aliyê Sedam ve wek parêzgarê "Parêzgeha 19an ya Iraqê yanî Kuwêtê" hat destnîşankirin. Li gel ku daniştvanên Kuwêtê ne Kurd û ne Şîî`e ne jî, lê belê Mecîd ya kesî nedîtî anî serê Erebên Kuwêtê ku heta dîrok hebe wek xaleke reş di jiyana gelên Ereb de tê jimartin.
Êdî divê kes şaş nemîne ku îro(25.01.2010) dengê minare û meleyên bajarê Helebçe bi pesindayîn û mezinkirina Xweda yê mezin ve hate bilindkirin, lewre di  vê rojê de beşekî biçûk ji mafê daniştvanên vî bajarê şehîd li wan hat vegerandin. Herwiha li seranserê Başûrê Kurdistanê tevî ku êdî dibe ku tiştek nikaribe qelş û birînên zêde kûr di dilan de sar û derman bike jî, lê li gel darvekirina Kîmyawî pelek weşiyayî ji dara jiyana jin, zarok, xwîşk û kes û karên Enfalkiriyan careke din şîn bû û hinek hilma din hat ber devê wan ku rast e yên çûyî êdî bi paşve venagerin lê lavij û nimêjên wan bo asîmanan, vala neçûn.
Gelo di rojeke wek vê rojê de, kêfa mirov tê yan mirov kûr û dûr liser dawiya zalim û zordaran diponije, bi baweriya min mesele ne kêf û xemgînî ye bi qasî ku ponijandin û fikrîna liser rêveçûna jiyan û dîrokê ye. Lê bi hemû awayan îro rojeke dîrokî ye di jiyana Kurdan de bi taybetî Kurdên Kurdistana Iraqê û ji mafê wan yê rewa ye ku hinek rondikên germ hem ji kêfa cîbicîbûna heqiyê û hem jî ji xemgîniya liser qurbaniyên bêguneh yên tawanbarê jinavçûyî Elî Kîmyawî, liser pênc hezar şehîdên ku bi gaza jehirê hatin xeniqandin û fetisandin û gunehê wan ê tenha ku Xweda ew Kurd anîbûn jiyanê, herwiha liser xwezaya Kurdistanê ya ciwan bi dar û gul û kulîlkên wê ve, û liser kesên ku di operasiyonên Enfalan de hatin bêser û şûnkirin û heta niha jî çavê jin, zarok, xwîşk û dayikên wan li benda hatina wan e, liser hezarên kesên ku di îşkencexaneyên rêjîma jinavçûyî de di bin îşkence û lêdanê de jiyana xwe ji dest didan, liser stêrkên ku yeko yeko li ser destê tarîperestan ji asîmanê Kurdistan û Iraqê dihatin vemirandin, bibarînin.
Piştî demekê wek hersal wê Newroz buhara me bixemilîne lê îsal wê bi rengekî bedewtir û qeşengtir bi ser me de bê, wê buhara îsal xweştir û bihna kulîlkên ji gaza jehirê rizgarbûyî xweştir bin.
Ez jî li gel kesên ku dibêjin rast e ku navê îdamê giran û nexweş e lê belê tiştê jê nexweştir ewe ku mafê hezarên kesên bêguneh û bêçare ji qurbaniyên gunehkaran li wan neyê vegerandin. Lewre bila ev roj ji bo vegerandina beşekî biçûk ji mafan li xwediyên wan, pîroz be!

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark