Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Karê Bûn (Veb to be-Être)

 


  Deham Ebdulfetah

[Min ev mijar ji destnivîsa xwe "Kar" hilçiniye. Mebesta min ji belavkirina mijarê ew e, ku ez vî karê rêzder û aloz, ji hemû hêlan ve tevbidim û nêrînên xwe yên taybet jî raberî xwendevanan bikim.
Hêviya min ji şarezayên zimên heye ku nêrîn û têbiniyên xwe derbarî vê lêkolînê (berî çapkirina destnivîsê) berçav bikin].


"Bûn" karekî rêzder e, Aloz û arîşedar e. Aloziya vî karê awarte ji du hêlan ve berçav dibe:
- Teşe(form).
- Veguhestin.
Teşe(Forom):
Di zimanê kurdî de (2) kar bi teşeya "Bûn" hene. Her du "bûn" jî nederhingêv(Têneper)in. lê ji hêla wate û veguhestinê ve her du kar ji hev cuda ne, yek ji wan rêzder e(awarte ye) û yê dî asayî ye.
-"Bûn"a rêzder bi wateyeke nêzî wateya (hebûn,heyîn) bikar tê:

- Ez dostê te bûm                    (ez dostê te hebûm)

     - Nuha jî ez dostê te me.       (nuha jî ez dostê te heme)

     - Sibe jî ez ê dostê te bim.    ( sibe jî ez ê dostê te hebim)
 
-"Bûn"a bi wateyeke nêzî wateya (çêbûn), ku têgeha guherînê digihêje rewşa karayê  (kiryarê )vê "Bûn" ê :
- Em bûn dostên hev.
(me hev nedinasî, va em bûn dostên hev)
- Em dibin dostên hev.
(berê em ne dost bûn, va em dibin…)
(dostanî çêdibe)
- Em ê bibin dostên hev.
(nuha em ne dost in, lê em ê bibin…)
(dostanî dê çêbibe)
Ji van mînakan xuya dibe ku wateyên her du "Bûn"an ji hev cuda ne. bikaranîna wan jî, di pêvajoya hevokan de ji hev cuda ne, tenê di dema (nêzbûriya xwerû) de, eger pêvebir(pêxistî)([1]) hevalnav(rengdêr) be, hingê her du "Bûn" bi yek rawe û yek formê di pêvajoya hevokê de bikar tên.
Wek:
- ava ku min vexwar sar   (bû rêzder e)       
-xwarin li ber bê sar   (bû asayî ye)
Lê carinan, "Bûn" di yek hevokê de wateya her du karan (rêzder û asayî) bi xwe ve digire. Anku, dibe ku "Bûn" rêzder be û dibe jî ku asayî be.
Wek:
-sêv sor bûn
Ev hevok wateya her du "bûn"an dide:
- "Bûn" a rêzder : dema min sêv kirrîn sor bûn.
-"Bûn"a asayî: sêvên kerik, di darê de sor bûn.
Derbarî vê tevheviya her du "bûn"an, pirs ev e : Gelo, em ê çawa van her du karên hevteşe, di hevokeke wisan de, ji hev binasin û wateyên wan jî (li wê gorê) destnîşan bikin?!

Dengdayîn(stress):

Ev kêşeya tevheviya her du "Bûn"an diyardeyeke denganî(fonîtîkî)ye. Dengê bilêvkirina her du "Bûn"an ne yeksan in. dengê (û) di "Bûn"a rêzder de hinekî kurt û sivik dibe, nêzî dengê (u) bilêv dibe, wek:
- Hevalê te ez bûm.
Lê dengê (û) di "Bûn" a asayî de, hindekî dirêjtir yan bilindtir tê bihîstin:
- Ez bûm hevalê te.
Ev diyardeya denganî di hemû zimanan de heye. Zimanzanan nîşandekek bo kîta bilind(dirêj) daye xuyakirin. Di zimanê me de jî ev diyarde peyda dibe, lê ew nîşeya cudakirina dengan hêj cih negirtiye. Hinek şarezayan ew nîşe bi nave "kurpandin" daye nasîn û hindekan jî nave "derbedayîn" lê kiriye. Ev her du nav jî bi mebesta "dengdayîn" hatine. Di zimanê Ingilîzî de "stress" hatiye, di yê Firensî de "accent" hatiye, di yê Farisî de "tikeyê şiddet-تكيه شدت " hatiye û di zimanê Erebî de "nebre- نبرة tê gotin.
Vêca ku em nîşandekekê, wek ( ـــِـــَ ) dînin ser yan bin kîta dengdayî, em ê bilêvkirina bêjeya wê kîtê ji hevteşeya wê binasin û em ê wê  ji ya dîtir cuda bikin.
Nimûne:
-Xwarin: (weku kar) dengê kîta "rin" asayî ye:
- zarokan sêv xwarin.
- (Weku jêder) dengê kîta "rin"  bilindtir tê xwendin(xwarَin)
Li vê gore jî em Karin dengê bilêvkirina jêder û karan ji hev binasin:
Jêder                    kar
- Hatَin                  ew hatin
- kuştَin                 wan ew kuştin
- ketَin                   em ketin
- sorbَûn                gul sor bûn

Bi heman pîvan jî, dengê bilêvkirina her du "Bûn"an ji hev tên nasîn û wateyên wan jî, ji hev cuda dibin:
- dar mezin bû           (berê mezin bû)
- dar mezin bûَ           (berê biçûk bû)

-Veguhestin:

 Di veguhestinê de form û raweya hevokên her du karên "Bûn" ji hev cuda ne:
- Demên Borî:
- Nêzboriya xwerû:
Di vê boriyê de raweyên her du "Bûn"an li gora celebê pîvebir(pêxistî), wekî hev tên, yan jî cudayî hev tên:
- Eger pîvebir hevalnav(rengdêr) be, hingê her du "Bûn" li pey pîvebir tên:
- Tirî reş bû    (rêzder)
- Tirî reş bû    (asayî)
- Lê eger pêvebir nav be yan cînav be, "bûn" a rêzder li paş pêvebir tê, û "bûn" a asayî li pêş tê:
- Azad  serok 
- Azad    serok
Li vê gorê, veguhestina her du karan di nêzboriya xwerû de bi van raweyên jêrîn pêk tê:

Bûna Rêzder                                  Bûna Asayî
Erênî:
- Ez dirêj bûm                                   ez dirêj bûm
- Tu dirêj bûyî                                   tu dirêj bûyî
- Ew çi bû?                                        ew bû çi?
- Em şagirt bûn                                 em bûn şagirt
- Hûn şagirt bûn                                hûn bûn şagirt
- Ew çi bûn?                                               ew bûn çi?
Neyînî:
Di warê neyînkirina "bûn" a Rêzder de, alava "ne" dikeve ser pêvebir (ez ne geş bûm), lê di neyînkirina "bûn" a asayî de "ne" dikeve ser "Bûn"ê bixwe (ez geş nebûm):
Bûna Rêzder                                  Bûna asayî
Neyînî:
- Ez ne dirêj bûm                               ez dirêj nebûm
- Tu ne dirêj bûyî                              tu dirêj nebûyî
- Ew ne kes bû (Rêzder)                    ew nebû kes (asayî)
- Em ne şagirt bûn                                      em nebûn şagirt
- Hûn ne şagirt bûn                           hûn nebûn şagirt
- Ew ne tişt bûn                                 ew nebûn tişt

Bûna Rêzder                                  Bûna asayî
Pirsyarî:
- Ma ez dirêj bûm?                                      ma ez dirêj nebûm?
- Ma tu dirêj bûyî?                                      ma tu dirêj nebûyî?
- ka ew kî bû?                                   ka ew bû kî?
- gelo em şagirt bûn?                         çima em bûn şagirt?
- Ma hûn şagirt bûn?                         çire hûn bûn şagirt?
- Ew çi bûn?                                               ma ew bûn çi?

Her weku me berê jî gotibû, "bûn"a Rêzder di demên borî, yên dîtir de (sergihayî, berdewam, çîrokî), nayê veguhestin, anku bikar nayê. Lê "Bûn" a asayî, weku hemû karên normal di her dem û raweyê de tê veguhestin.

Dema nuha:
Di dema nuha de "bûn" a Rêzder bi raweyên (im, î, e, in) tê dîtin, bêyî ku tiştek ji binyata wê diyar bibe, lê "bûn" a asayî li gora rêzika xwe tê veguhestin.
Nimûne:

Bûna Rêzder                                  Bûna Asayî
Erênî:
- Ez dirêj im                                                ez dirêj dibim
- Tu dirêj î                                         tu dirêj dibî
- Ew karmend e                                 ew dibe karmend
- Em şagirt in                                    em dibin şagirt
- Hûn şagirt in                                   hûn dibin şagirt
- Ew çi ne?                                        ew dibin çi?

Neyînî:
"Bûn"a Rêzder bi "ne" tê neyînkirin(dikeve ser pêvebir). Lê "bûn"a asayî bi "na" tê neyînkirin:
Neyînî:
- Ez ne dirêj im([2])                              ez dirêj nabim
- Tu ne dirêj î                                    tu dirêj nabî
- Ew ne karmend e                                      ew nabe karmend
- Em ne şagirt in                                em nabin şagirt
- Hûn ne şagirt in                              hûn nabin şagirt
- Ew ne tişt in                                    ew nabin tişt

Pirsyarî:
- Ma ez dirêj im?                               ma ez dirêj dibim?
- Ma tu dirêj î?                                  ma tu dirêj dibî?
- Gelo ew dirêj e?                              gelo ew dirêj dibe?
- Em dirêj in?                                    em dirêj dibin?

- Dema paşeroj:

Di vê demê de "bûn"a Rêzder bi binyata dema nuha (b) û paşkokên kesîn tê veguhestin, wek (ez ê bim). Lê "bûn"a asayî bi binyat û pêşgira dema paşeroj (bi) û paşkokê tê veguhestin:

Bûna Rêzder                                  Bûna asayî

Erênî:
- Ez ê dirêj bim                                  ez ê dirêj bibim
- tu yê dirêj bî                                    tu yê dirêj bibî
- ew ê dirêj be                                    ew ê dirêj bibe
- em ê dirêj bin                                  em ê dirêj bibin
- hûn ê dirêj bin                                 em ê dirêj bibin
- ew ê dirêj bin                                  ew ê dirêj bibin

Neyînî:
Di paşeroj de "bûn"a Rêzder bi alava "ne" dikeve raweya neyînî. Ev alav dikeve ser pêvebir(pêxistî), ne ser "bûn"ê:

Erênî                                                Neyînî
- Ez ê dostê te bim                                      Ez ê ne dostê te bim
- Dostê te ez ê bim                                      Dostê te dê ne ez bim
Lê "bûn"a asayî weku her karê sergihayî, bi alava "na" dikeve raweya neyînî:
Bûna Rêzder                                  Bûna asayî
- Ez ê ne dirêj bim                             saleke dî jî ez dirêj nabim
- Tu yê ne dirêj bî                              saleke dî jî tu dirêj nabî
- Eew ê ne dirêj be                                      saleke dî jî ew dirêj nabe
- Em ê ne dirêj bin                                      saleke dî jî em dirêj nabin
- Hûn ê ne dirêj bin                            saleke dî jî  hûn dirêj nabin
- Ew ê ne dirêj bin                                       saleke dî jî  ew dirêj nabin

Pirsyarî:
- Ma ew ê mezin be?                          ma ew mezin nabe?
- Hûn ê mezin nebin?                        ma hûn mezin nabin?

Raweya Fermanî:

Bûna Rêzder                                  Bûna asayî
Erênî:
- Mirovekî mêrxas be                        bibe mirovekî mêrxas
- Mirovinî mêrxas bin                       bibin mirovin mêrxas
Neyînî:
- Ne tirsonek be                                 nebe tirsonek
- Ne tirsonek bin                               nebin tirsonek

Di raweyên daxwazî, yên dîtir de jî her du "bûn" ji hev cuda dibin:
Xwezînî:
- Xwezî ez pêşmerge bim (bûna Rêzder)
          - Xwezî ez bibim pêşmerge (bûna asayî)
               ------------        --------    ------------
Bilanî:
 - Bila ez pêşmerge bûma (bûna Rêzder)
 - Bila ez bûbûma pêşmerge (bûna asayî)
               ------------        --------    ------------
Gerekî:
  - Gerek ez pêşmerge bim (bûna Rêzder)
            - Gerek ez bibim pêşmerge (bûna asayî)
                       --------- HD--------

"Bûn" û paşkokên (im, î, e, in):
 
Berî nuha me gotibû, "bûn"a Rêzder a bi wateyeke nêzî wateya "hebûn" di dema nuha de vederî forma xwe ya resen tê veguhestin. Lê di demên borî, paşeroj û raweya fermanî de tîpin ji binesaziya wê diyar dibin:
- Em dostên hev bûn (borî)
- Em ê dostên hev bin (paşeroj)
- Dostên hev bin (fermanî)
Di dema nuha de tiştek ji binesaziya "bûn"ê namîne:
- Ez dost im
- Tu dost î
- Ew dost e
- Hûn dost in
Derbarî van kurtebêjeyan (im, î, e, in) pirsek giring û rewa di nav şareza û xemxurên zimanê Kurdî de digere:gelo ev pirtik (im, î, e, in) çi ne? Şarezayên zimên ew çawa dane nasîn?
Zimanzanên Kurd di pirtûkên xwe de, ew kurtebêje ne mîna hev dane nasîn.
- Reşîdê Kurd, Samî Tan û hinin dîtir jî, ew kirine cînavên kesane û navên (cînavên dûmdar, cînavên pêvebestî û cînavên paşgînkirî) li wan kirine.
- Celadet Bedirxan, Kamîran Bedirxan, Sadiq Behadînê Amêdî, Nûrî Elî Emîn û gelekên dîtir, dîtine ku ew karê "bûn"a Rêzder, di dema nuha de ne.
- Qenatê Kurdo jî, ew kirine paşkokên nav û cînavanan.
Ev her sê danasînên dûrî hev di pirtûkên rêzimanî de cî girtine û di nav destên xwendevanan de ne. Ev jî ne durist e ku bi vê têvelî û tevheviyê bimînin.
Berî ku ez nerîna xwe derbarî vê kêşeya rêzimanî eşkere bikim, em ê  bi hev re wan her sê danasînan di ber çavên xwe re derbas bikin û hindekî li ser wan rawestin:
A – Cînav:
1- em dizanin ku cînav ew bêje ne, yên ku cihê navdêran digrin û li şûna wan bikar tên.
Wek:
- Azad çû dibistanê
  (ew çû dibistanê)
- Zînê pirtûk xwend
  ( Kê çi xwend?)
  (Wê ew xwend)
Li gora vê danasînê, gerek ev kurtebêje jî (eger cînav bin) cihê navdêran bigrin û li şûna wan bikar bên. Gelo, di vê mînakê de (Azad şagirt e), ev(e) dikare cihê (Azad) bigre(---- şagirt e)?
Dibe ku di pêvajoya qissekirinê de bê zanîn ku (e) li (Azad) vedigere, lê di vê mînakê de (Azad û Zîn şagirt in),(--- û --- şagirt in), yekcar nayê zanîn ku ev (in) li kîjanî ji van cînavan (em, hûn, ew) vedigere.
2- Di vê mînakê de (ez şagirt im), ev (im) cihê çi girtiye?! Berçav e ku (im) bi cînavê kesîn (ez) ve girêdayî ye, cihê wî girtiye. Lê ku em çavên xwe ji pirsan bigrin û bibêjin, ev (im) cîgirê cînavê (ez) e, gelo bi çi behaneyê û bo çi sûdê (cînav) cihê cînavekî diyar û eşkere digre?!
3- Di pêvajoya hevokan de nav dibin kara (kiryar) û berkar (bireser). Dema ku nav tên avêtin cînav cihê wan digrin û li şûna wan dibin kara û berkar.
Wek:
1- Hevalan mêvan dîtin
    (wan ew dîtin)
2- Heval mêvanan dibînin
    (ew wan dibînin)
Di mînaka (1)ê de (in) bi navê (mêvan) û cînavê (ew) ve girêdayî ye. Ev nav û cînav jî, di hevokê de berkar in. vêca ku ev (in) jî cînav be gerek ew jî cihê (mêvan, ew) bigire û wekî wan bibe berkar.
Wek:
  - Hevalan (in) dîtin?!
Di mînaka (2)ê de jî (heval, ew) kara (kiryar)in û (in) a (dîtin) bi wan ve girêdayî ye. Gerek ev (in) jî cihê wan bigire û li şûna wan jî bibe kara.
Wek:
  - (in) mêvanan dibînin?!
Ev jî nabe û ne durist e ku bibe!
4- Di şêwezarê kurmancî de cînavê kurtkirî (ê) tenê cînavekî pêgir(pêvebestî) ye. Ev cînav bi du şêweyan ji cînavên kesîn (wî, wê) kurt dibe:
1- Bi pêrbestan re(bi, ji, li, di):
-Bi + wî, wê = bê = pê
(Min bi wê nivîsî = min nivîsî)
- Li + wî = lê
  ( min li wî da = min da)
 …………………….
2- Bi karan re:
- Min da wî = min dayê
- Ez ketim wê = ez ketimê
Lê di şêwezarê soranî de cînavê (pêvebestî) heye û bi navê (ranawî likaw) tê nasîn. Ji van mînakên jorîn tê zanîn ku ev kurtebêje (im, î, e, in) ne cînav in.

B- Karê "Bûn":
1- Çi karê heye du mercên sereke bi xwe ve digre:
- Demeke destnîşankirî (borî, nuha, paşeroj).
- Bûyerek (rûdanek, bizavek)
Karê "bûn" jî, di dema borî û paşeroj de, ev her du merc lê xuya dibin:
- Ez şagirtekî jîr bûm (borî)
- Ez dê şagirtekî jîr bim (paşeroj)
Lê di dema nuha de: (Ez şagirtekî jîr im), pêjna dema nuha, bi egera (im)ê ji hevokê tê (nuha ez şagirtekî jîr im), lê ka rûdana bûyerê?! Anku, buyer, bi şêweyekî diyar û eşkere, di van pirtikan de (im, î, e, in) nine.
2- Dema ku karekî nederhingêv (têneper) di dema borî de bikar tê yek ji van pirtikan (im, î, e, in) digihêje wî karî:- (Ez ketim). Vêca ku ev (im) karê "bûn"ê di dema nuha de be, çawa karekî borî (ket) digel karekî dema nuha (im), her du kar bi hev re, karekî di nêzboriya xwerû de saz dikin?! Anku, (ket + im = ketim)?!
3- Eger (yî) di vê mînakê de (tu hevalê min bû) karê bûn di dema nuha de be, gerek karê (bûyî) karekî lêkdayî (hevedûdanî) be, ji (bû + yî), anku,[(bûn) di dema borî de + (bûn) di dema nuha de = (bûneke) lêkdayî di dema borî de] ?!!
4- Eger rast ev (im, î, e, in) karê (bûn) di dema nuha de bin, gerek hemû kar di zimanê kurdî de lêkdayî bin. Anku, binesaziya her karekî (lêkerekê) di zimanê Kurdî de ji (2) karan pêk hatiye, wek:
Çûn     : Ez diçim  =  (diç + im)
Hatin   : Tu hatî     =   ( hat + î)
Nivîsîn: Ew dinivîse =  ( dinivîs + e)
Ketin   : Em ketin  = ( ket + in)
Eger em bêjin ev (im, î, e, in), di van mînakan de karê (bûn) in, jixwe (diçim, hatî, dinivîse, ketin) lêkdayî ne û karên xwerû (sade) di zimanê me de nînin. Ev jî gotineke nayê gotin, ku bê gotin jî nayê pejirandin.

C - Paşkok(paşpirtik):
Gotina "paşkok" navlêkirina prof. Qenatê Kurdo ye. Lê Qenat ronî nekiriye, ka çima ev kurtebêje (im, î, e, in) paşkok in ( eger gotibe jî min bixwe nedîtiye). Bi dîtina min jî , ev (im, î, e, in) paşkokên nav û cînavan in. Ev paşkok di raweya rast û resen (bê verês/ tewng) de, li pey nav û cînavan bikar tên û weku alavên girêdanê ser û pêgirên hevokan bi hev girêdidin, wateyên wan sergihayî (temam) dikin.
Wek:
- Dostê te ez im
- Tu dostê min î
- Azad dostê me ye
- Em dostê hev in
Ev paşkok li pey karan jî bikar tên, lê herî bi nav û cînavan ve girêdayî ne, çi ew nav û cînav di hevokan de kara (kiryar)bin.
Wek:
- Ez diçim xwendingehê
- Tu jî li malê dimînî
Yan jî berkar bin.
Wek:
- Min hûn dîtin
- We ez dîtim
Ji van nimûne û mînakên derbasbûyî tevan tê zanîn ku ev pirtik(im, î, e, in) ne cînav in, ne karê "bûn"ê di dema nuha de ne jî. Bi baweriya min ew paşkokên nav û cînavên raweya rast (bê tewang) in. Anku, peyrewên wan ên pabendî(lazimî)ne. Ew nav û cînav li kû bikar bên ev paşkok jî li pey wan bikar tên.
Li dawiya danasîna van paşkokan pirseke giring raberî me radiweste:
- Eger ev (im, î, e, in) paşkokên nav û cînavan bin, vêca karê "bûn"ê di dema nuha de li kû dimîne?!
Em dizanin ku "bûn" di demên borî, paşeroj, û raweya fermanî de diyar û berçav e.
Wek:
- Ez dostê we bûm (borî)
- Ez ê dostê we bim (paşeroj)
- Dost be, dost bin (fermanî)
Lê di dema nuha de têgeha karê "bûn"ê bi forma (im) tê rojevê, wek:
- Nuha jî dostê we ez im
Pirs xwe dûbare dike: Eger ev (im) ne "bûn) be, gelo ev pêjna karê "bûn"ê di dema nuha de, ji kû, yan ji çi hatiye?! Pirseke rast û rewa ye. Lê sê encamên rast û ronî jî, beranberî pirsê li dar in:
1- Ev (im) ne karê "bûn"ê ye.
2- tîpek tenê jî, ji binesaziya karê "bûn" di hevokê de nine.
3- pêjna "bûn"a dema nuha ji hevokê tê.
Çawa "bûn" nine û di heman demê de pêjna wê heye?! Ma ev dibe?!
Ji xwe ev e kêşeya vê "bûn"a Rêzder. Bi egera vê kêşeya aloz jî nêrînên zimanzanan, derbarî danasîna wê ne yeksan in.!

Em dizanin ku hevoka navdêrî di zimanên Hindo-Ewropî de nine, lê derbirîneke navdêrî heye, wek:( Ka birayê te?). Zimanê Kurdî jî yek ji zimanên Hindo-Ewropî ye.
Vêca ku ev (im, î, e, in) paşkokên nav û cînavan bin( bêyî ku girêdaneke wan bi jêdereke bûyerî ve hebe), dive em mukir bên ku hevoka navdêrî di zimanê me de heye û ev hevok (ez şagirt im) hevokeke navdêrî ye. Ev jî arîşeyeke dîtir e, vederî hevoksaziya zimanên Hindo-Ewropî ye.
Bi baweriya min, hemû hevokên zimanê Kurdî kardarî(lêkerî) ne. Kêşeya hevokên van paşkokan jî bi van mînakên jêrîn ronî dibe:
1- Ez ji te bawer dikim
  - Ez ji te bawer(….)im
  - Ez ji te bawer im

2- Tu bi min bawer dibî
  - Tu bi min bawer(….)î
  - Tu bi min bawer î

3- Ew cihê baweriya min digire
  - Ew cihê baweriya min(….) e
  - Ew cihê baweriya min e

Di van her sê mînakan de paşkokên (im, î, e) bi karên dema nuha (dik…, dib…., digir….)ve hatine xebitandin, lê ew peyrewên cînavên (ez, tu, ew) û pêgirên wan in. Dema ku her sê kar di mînakan de hatin avêtin, paşkok li şûna wan man û pêjna dem û bûyerên wan bi xwe ve girtin. Loma em dibêjin, pêjna bûyereke nepen di dema nuha de ji hevokên van paşkokan tê. Bi vê egerê jî, pirraniya şarezayên zimên guman dikin ku ev paşkok karê "bûn"ê di dema nuha de ne.
Di zimanê Farisî de karê "bûden" beranberî karê "bûn" di dema borî de bikar tê:

Farisî                                               Kurdî
- Men şagird bûdem                          ez şagirt bûm
- To şagird bûdî                                tu şagirt bûyî
- Û şagird bûd                                   ew şagirt bû

Lê di dema nuha de, li şûna "bûden" karê "hasten" bikar tê:
Farisî                                               Kurdî
- Men şagird hest-em                         ez şagirt-im
- To şagird hest-î                               tu şagirt-î

Carinan jî karê "hesten", bi egera sivikbûnê tê avêtin û hevok bi vî şêweyî tê xebitandin:
     - Men şagird(….)em = men şagird-em
- To şagird(….)î = to şagird-î
                             - …..

Di zimanê Kurdî de jî, ez bawer dikim ku karê "bûn"ê di dema nuha de, li dirêjahiya demê, hatiye avêtin û paşkokên nav û cînavan (weku şûnmayên "bûn"a avêtî) li pey pêvebir (pêxistî) mane:

- Ez şagirt (dib-im) = ez şagirt…..im
- Tu şagirt (dib-î) = tu şagirt…..î
- Ew şagirt (dib-e) = ew şagirt…..e
- Em şagirt (dib-in) = em şagirt….in
- Hûn şagirt (dib-in) = hûn şagirt….in
- Ew şagirt( dib-in) = ew şagirt….in

Em dizanin ku her zimanek taybetmendiyên wî hene û zimanê Kurdî li yê Farisî jî nayê pîvan. Lê di vê xala rêzimanî de her du ziman nêzî hev dibin, digel ku di Farisî de hevoka karê girêdanê (hesten), hevokeke navdêrî ye, lê hevoka Kurdî (ez şagirt im), hevokeke kardarî(lêkerî) ye. (bi egera karê avêtî, ku ew jî "bûn"e).
Di zimanê me de karê "hebûn" lêkdayî ye, ji binyata karê "heyîn", ku (he)ye û "bûn"a Rêzder pêk hatiye.
De ka em binêrin, çawa ev karê lêkdayî bikar tê:

- Dema borî  : Hespekî min hebû
                   - Dema nuha: Hespekî min he….ye = heye

Diyar e ku di dema nuha de "bûn" ji "hebûn"a lêkdayî jî tê avêtin, wekî ku "bûn"a xwerû ji hevoka (ez şagirt…im) hatiye avêtin.!

Hebûna van paşkokan (im, î, e, in) sê erkên watedarî pêk tînin:
1- Heyîn û kiryariya wan nav û cînavên ku bi wan ve girêdayî tekez dikin:
- Ez hatim
- Azad mamoste ye
Dema ku cînav bi egera sivikbûnê tê avêtin, paşkok hebûna wî tekez dike:
- Tu çi karî dikî?
- ….mamoste me!
2- Jimara nav û cînavên ku bi wan ve girêdayî destnîşan dikin:

- Ev mirov mêvan e  (yek mirov)
- Ev mirov mêvan in  ( gelek mirov)

3- Çaxa ku "bûn"a Rêzder di dema nuha de tê avêtin paşkok pêjna dem û bûyeran destnîşan dikin:
- Sala par ez karmend bûm
  (bûyera karmendiyê di dema borî de)
- Nuha jî ez xwendekar im
  (bûyera xwendekariyê di dema nuha de)

Wisan jî:
- Em heval bûn (borî)
- Em heval in (nuha)
- Em dê heval bin (paşê)

Ji hêla rastnivîsê ve jî ev paşkok ( im ,î , e , in ) li gora wê ravekirina me , bi vî şêweyî tên nivîsîn :
-         Eger li pey karan bên xebitandin divê bi wan ve bên nivîsîn :
- Ez hatim
- Hûn hatin

-         Lê ku li pey nav û cînavan bên xebitandin , divê cuda û serbixwe bên nivîsîn :
- Ez şagirt im
                   - Em hevalên hev in
-------------------------------------------------------------------------------------------------------

 Email: debdulfettah@gmail.com

[1] - Pêvebir(pêxistî):ew navdêr û rengdêr ê ku di hevokê de cihê rewşa salixî digire, wek: ( Azad jîr bû, gul sor in)

- Pêvebir: Celadet Bedirxan bikar aniye.

- Pêxistî: Kmîranê Bedirxan bi kar aniye.


[2] - Li herêminan ( ez dirêj ninim / nînim ) jî tê gotin

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark