Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gerra Cimbilat ya levhatin ū ažtbūnź

 


Salih Demîcer

 Pižtî gelek nerîn û helwestên  wî  di  derbarê  pêvajo û pêžketinên siyasî li Lubnan de ,  ku wan roleke mezin di guhertina terazûya  hezên Lubnanî de list  û bûn cihê pîrozbahiyê,  li nik hin aliyan û  rexneyan li nik alîne din.   serokê partiya pêverû ya sosyalîst û frankisyona hevdîtina demuqrat  welîd cumbilat biryar da ku evan helwest û nerînên xwe   bi awakî piratîkî bi kar bîne  û bižê wek lîstikvanekî  siyasî sûdê ji wan wergire û nehête dûrxistin li ser qada siyasî ya Lubnanî.


  Di evê hewildan û çarçowê de  cumbilat dest bi gerreke levhatin û ažtbûnê  kir di navbera  wî û hin aliyên ku di demên berê de wek dijber jêre dihatin nasîn.
  Di seretayî de wî hevdîtinek li gel serokê žepola  yekbûna Lubnanî   wezîrê berê Wîam Wehab  li mala evê dawî li dar xist û hejmarek wezîr û berpirsiyar ji herdû aliyan tevlî  wê bûn.
  Ev hevdîtin ji aliyê çavdêran de bi gelek nerîn û helwestan hate žîrovekirin , hinan ew wek dergeh ji serdaneke cumbilat bo Žamê re dîtin , hinan ew wek gaveke pêwîst û destpêk ji dawiya nakokî û rikberiyê di navbera aliyên Lubnanî de dîtin û hinan jî ew ber bi aliyekî olî de birin û wek levhatineke Dirzî nirxandin.
 ev nerîn li žûn ma pižtî hevdîtin û kombûna wîye duyem  li gel serokê partiya demoqratî a Lubnan Telal Erislan û niwênerê huzbullah  Mihemmed Re’id û niwênerê tevgera emel Elî Hesen Xelîl  ji bo heman armancê.
   Çalakiya cumbilat a sêyem di evê derbarê de ewbû hevdîtina wî ye li gel serokê žepola nižtimanî ya azad Mîžêl ‘On , ku bû demeke dirêj amadekarî jêre dibin .
  serkirdeyê Dirzî  di evê kombûnê de ragihand ku ev cûre levhatin zor girîng û pêwîstin ,çimkî  li Lubnan kesek navêt vegere demên žer û dijberiyê  û her wiha ev levhatin  ne arasteyî çi kesî û çi alî ne.
  Niwêner cumbilat di derbarê serdaneke wî bo  Žamê de, anî ziman ku wî çi merc nînin da biçe Sûrê  lê tenê hin xalên biçûk hene ku girêdayne bi bikaranîna hin bêjeyan  di demên berê de ji nik herdû aliyan , û dema ew bêtin çareserkirin wê serdan pêkwere.
 Hêjayotinê ye ku ev hevdîtin ew hevdîtina yekeme di navbera herdû serkirdeyê dirzî û mesîhî de ji dema vegera Mîžêl ‘On  de  ji Firensa sala 2005an.
 Di evê derbarê de rêvebirê nûsîngeha ragihandina Welîd Cimbilat birêz Ramî elReyês di axaftineke xwe de li gel Kurdistan tv ,anî ziman ku zor pêwîstbû helwestek pête standin da hemî aliyên Lubnanî pêgiriyê pê bikin çimkî serborên van çend salên dawiyê dupat kirin ku roj bi roj rewž têk diçe û Lubnan gihîžtibû qonaxeke ku têde žerekî navxweyî derkeve holê  û her wiha wî got:
“ em baž dizanin ku nakokî di navbera aliyên Lubnanî de hene û em nikarin di roj û ževekê de wan nakokiyan bicîbihêlin lê tižtê em dikarin ewe nêzîkirina nerîn û helwestan bi žêweyekî ku nakokî û neyeksanî bi awakî rêk û pêk binû dernekevin kolanan”.
Ramî elreyês berdewam kir û got:
“em wekû partiya pêžverû ya sosyalîst evê çalakiyê wekû gaveke pêwîst û pîroz  dinirxînin û em hêvîdarin ku hemî aliyên Lubnanî li ser evê rê û rêbazê kar bikin û gavin ji vî rengî bavêjin û hewl bidin da qonaxeke cuda  ji qonaxên berê sazbikin”.
  Ne vežartiye ku Cimbilat dihate nasîn bi dijberiya xwe ye diyar ji rejîma Sûrê re û ew li gel partiya Hêzên Lubnanî bi serkirdayetiya Semîr Ce’ce’  yê Mesîhî û Žepola pêžerojê bi serkirdayetiya Se’id Herîrî yê Sinnî , sê aliyên bingehînbû ji hêzên14 avdarê re û wî  bi guhertina helwestên xwe ye ,ku bi awakî fermî berî damezrandina hikûmeta Lubnanî  perde ji ser wan hate hilanîn , guftûgoyek berfireh di qada siyasî ya Lubnan de derxiste holê . û renge Ev gera wîye dawiyê ew wergerandineke piratîkiye ji hilbijartina cihekî nuh re ,di piroseya hevbendiyên nuh de Li Lubnan û her wiha ew amadekariyeke ji duristkirina pêwendiyên serkirdeyê Dirzî li gel rejîma Sûrê û serdana wî ye bo Žamê ku renge di demên pêž de were bicih anîn.
Beyrût
16-1-2010


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark