Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Kongira Rojên Tenderustiyê yên Mesopotamya Li Amedê

 


Dr. Heznî Haco

Guhderzê biraziyê min, berî serdana xweyî havînê a Qamişlo ji min re gotibû ku kongireyek bijişkan ji Sûrî, Iraq, Îran û Tirkiyê dê di çirya pêşîn de li Amedê, were bestin.
Di maila xwe ya 2.mîn de Prof.Dr. Huseyn Bektaş, ku yek ji endamê lijneya zanistî bû û birêvebirek çalak ê kongrê hat naskirin weha ji min re dinivîse:
Min çawa nivîsîbû ev kongre ne  politikî ye û ne tenê doktorên Kurd, her usa ji doktorên hemu welatan dikarin beşderî bibin.


 Ji ber vê yekê jî me zimanê kongrê kir inglizi, kurdi û tirki. Lê ew kongra yekemin e ku Kurdi weki Zimanê fermî yê kongre ye. Ez li hêviya bersiva we me.
 Bi sialvên germ
 Prof. Dr. H. Bektas
Ji wê demê û pê de hema bibêje hefteyek tê ve nediçû bê ku ez agehiyan ji Elmanya û Amedê nestînim. Di rojên pêşî de min li hevpîşeyên xweyî qamişlokî ditanî der ku germahiya wan ji amadebûna kongirê re kêm dibe. Ez neçar mam ku çend caran nav û hijmara yên ku dê berê xwe bidin Amedê biguherim. Lê xweşbextane di 2 hefteyên dawîn de listeya hijmara duxtorên me yên wêrek roj bi roj dirêjtir dibû. Min di dilê xwe de ji xwe re digot: Em dibin çi tirs û fişarên derûnî de dijîn ku em ji amadebûna kongireyek zanistî, ku li bajarek ji yên bakurê Kurdistanê tê lirdarxistin de, xwe bi paş de vedikişînin? Gotina Amed (Diyarbekir) dibû têba. Heger Stenbol, Enqera yan Mêrsin bûna dê bê dudilî her yekî bê tirs û goman navê xwe di listeyê de binivîsanda.
Di navbera demek pir kurt de em ji karên bîrokratîk ên sînorên BINXET û SERXETê xilasbûn. Ez bi xwe matmayî mam. Gelo ji ber ku em hijmarek bijîşk bûn an yek ji encamên peymanên nû yên di navbera Sûrî Û Tirkiyê de ne? Di havîna 2008an de dîsa em komek biçûk ji bijîşkên Qamişlo bûn ku em diçûn Serhedan, lê li çûyin û hatinê de em ne kêmtir ji 3-4 seatan li ser sînorê SERXETê diman. Behane di bin çengên wan de bûn; xwedêgiravî komputerên wan kar nakin?!?!   
Di Nisêbîna ku çi cara ez têve derbas dibim re, ya ku her gav guhertinin nû pêşanî min dike, me berê xwe da bajarê kevnare – Mêrdîn -, yê ku bibû rawestgeha karwanên Rêya Hevirmêş a (hevrîşim) dîrokî. Bajarê kevn û nû ji hev hatine birrîn. Li bakur û rojavayê bajêr avahiyin nûjen î bilind û renge-reng hatine avakirin. Li ser rêya Amedê, ku beşin dirêj jê bûye otostrad, rêzanê me Dr. Ehmed Xello pî da benzîn bi şêweyek ku êdî me dikir û nedikir em nedigan toza wî.
Birêz Dr. Ugur Işik, yek ji endamên lijneya sazkirinê di maileke xwe de navê ûtêla ku ji me re cih lê girtibûn – Ezîzoglu – nivîsanbû. Nêzîkî seat şeşê êvarî, mikrobasek bi me ve hat û em birin devera ku civîna vekirina kongre lê dest pêkir. Li ber deriyê salona - ku xanek fereh di bin dîwarê Sûra Amedê de bû - em pêrgî bi dehan bijîşkên kurd ên ku ji her sê parçên Kurdistan û Ewrupa hatibûn, hatin. Di nava salona dîrokî de, ji bilî bijişkan, rojnamevan, kesayetiyên navdar, û siyasetmedar jî hebûn.
Derdora seat şeşûnîvê şeva 22 çiriya pêşîn kongira me destpê kir. Dr. Tarik Ziya Ikincî - ku weke serokê rûmetê yê kongrê hatibû hilbijartin – bi kurdiyek zelal dest bi gotina xwe kir. Di nav gotina xwe de pesnê bijîşkên kevin, ên ku xizmeta bajarê Amedê kirine, anî ziman. Dr.Ehmed Nafiz yek ji wan bû. Min di bîranên têkoşerê hêja Dr. Nûredîn Zaza de xwendibû ku birayê wî Dr. Nafiz li Amedê karê bijşkiyê kiribû. Tekez dê demek were ku navê van her sê birêzan li ser kuç û kolanên bajarên seranserê Kurdistanê bêne nivîsandin û peykerên wan li gastînên van bajaran werin çêkirin.
Serokê şaredariya bajarê mezin ê Amedê, birêz Osman Baydemir jî bixêrhatina me kir û got ku ew pirr şanaz e ku bajarê wî piştî 5000 sal pêşwaziya zanyarên kurd dike. Zanyarên ku bi zimanê dayika xwe dê kongira xwe birêve bibin. Piştî gotinan, grûpek biçûk ji sazbendên genc dest bi mûzika kurdî ya klasîk kirin. Bi dawîbûna axaftinan re sazbendan li pey hev awazên xwe berdewam kirin. Êvar vegeriya “ne cumtail” Party. Xwarin û vexwarin bi comerdî hatin pêşkêşkirin. Berî wê û piştre jî êdî wey li wî ku wêneyên vê bûyera balkêş bi hev û din re bikişîne.
Dotira rojê seat heştûnîv programa zanistî destpê kir. Li ser sistemên tenderustiyê yên Tirkiyê, Iraq, Îran û Sûriyê hat rawestandin. Piştre li ser nexweşiyên herêma rojhilata navîn - Mesopotamya di nav de - referat hatin pêşkêşkirin ( Jana zirav “Tuberkulosis”, Malaria, Viral Hepatitis, Hydatic cysts, ûhwd). Jê û pê de li ser mijarin hûrtir hat axaftin. Prof. Dr. Fauzî Resûl ku mijarek pirr sipêsyal hilbijartbû “ Lipoprotein metabolizm” bi kurdiyek ku mirov ji kesên Çiyayê Kurmênc “hêvî nake” bi hostayiyek ber bi çav gotara xwe pêşkêş kir. Babetên tenderustiyê yên pirr interesant ji bal hevpîşeyên başûrî, bakurî û rojhilatî ve hatin pêşandan. Tev bi sistema power point hatin pêşkêşkirin.
Ne tenê ez, pirraniya hevpîşeyên me ku ji Ewrupa jî hatibûn û di dehan kongireyên netewî û navnetewî ku li Elmanya û dewletên Skandenavî de beşdar bibûn, ji ast, rêkûpêkiya amadekirin û birêvebirina vê kongireya yekemîn ku odeya bijîşkên Amedê pê rabibû matmayî man. Destên wan xweş. 
Di bêhnvedaneke kongirê de min hevalekî xweyî hêja, wêjevan û zimanzanê berz Amed Tîris dît. Em hinekî li ser rewşa çanda kurdî li bakur bi giştî û li Amedê bi taybetî sekinîn. Ji min re got: Kekê duxtor, Amed bi mejî kurd e, lê mixabin bi ziman tirk e. Dibe ev çespandina wî rast be, lê em kêm caran rastî kesekî dihatin ku bi kurdî nediaxivî.
Seat 8ê şeva 23ê mehê em vexwendin şevbuhêrkek ku nayê jibîrkirin. Dengbêjek jin ku mêbûna wê serî li xortan gerand û çavên wan birin pişta guhên wan, Galayê destpêkir. Mêvandarên me li vir jî comerdiyek bêhempa nîşandan. Hîn piyalên me yên vexwarinê bi nêvî nebibûn, dengbêjê me yê kurd em serxweşkirin. Ji awazên Mihemed Şêxo û Aramê Tigran ên evîniyê çû marşên Herne pêş û Ey Reqîb. Bijîşkên me tev bûn hunermend. Yek ji wan kurdekî başrî bû ku dema Şîrîn Buhar e buharî Şadan sitrand, pirraniya me pê re dixwend. Bi gotina nivîskarên malpera “Lotikxanê”, me lotikin bêîman avêtin.
Roja 24ê mehê referatan ta seat diduyê piştî nîvro dewamkirin. Piştre axaftin hat ser kongira 2yemîn, ka dê hersal an her du salan be û dê  dîsa li Amedê yan li bajarek ji yên başûrê welêt were lidarxistin? Tevî ku hijmarek ber bi çav ji me dixwest ku li ser xaka azad be, lê pirraniya beşdaran di wê baweriyê de bûn ku dê baştir be ku dîsa li Amedê be daku kongire baş cih bigre. Babet hat sipartin ku lijneyek vê biryarê bistîne.
Li derveyî Navenda Cigerxwîn, wêneyên xatirxwestinê hatin kişandin.    

 




 





















 











 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.14
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark