Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: KOMÊN AŞITÎYÊ

 


Demhat Dêrikî

Li hemberî hemû gavên neyînî û şêwaza şerxwazî ya dewleta Tirk ku (derûnî, siyasî, civakî, leşkerî...) ji hemû aliyan ve li dijî miletê kurd û tevgera azadîxwazî dimeşand, Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê di aşityê de bi biryare. Tevgera kurdî li bakurê kurdistanê di bin rêbertiya PKKê de ji deh sala pirtir destê biratî û hogiriyê dirêjî dewleta Tirk dike û dixwazê pirsgirêka kurdî bi riya aşitiyê bêçareserkirin. Pêngava ji aliyê vê tevgerê ve hatî avêtin ku komên aşitiyê şandin Tirkiyê, parçek giringe ji vê qonaxê.


 Li sala 1999an de jî PKKê pêngaveke bi vî rengî avêt û dewleta Tirk hemû endamên vê komê zîndankirin, lê, divê wateya xwe ya siyasî û dîrokî neyê jibîr kirin. Anko ev bû cara duyê ku ev kom tên avakirin û bi dirûşmeyên aşitiyê berê xwe didin Tirkiyê.
Lê, armanca vê pêngavê çi ye û çi dide diyarkirin? Di bersiva van her du pirsan de, di serî dixwazim bibêjim; nimûneyên wisa di tevgerên azadîxwazên cîhanê de kêmin yan nînin. Li ser banga serokê PKKê Ocalan, koma aşitiyê ya duyem di dîroka xwe de kete rê. Di demke ku AKP û artêşa Tirk jibo çareserkirina pirsgirêka kurdî li gorî berjewendiyên dewleta Tirk dimeşandin û soz û pakêtên derwe û vale amade dikirin, ev kom kete rê. Di demeke wisa de pêngava komên aşitiyê, siyaseta dewletê ya durû pûçkir û rojeva Tirkiyê, Kurdan û ya cîhanê qulipand aliyê xwe û însiyatîf û nîqaşa çareserkirina pirsgirêka kurd kire destê xwe. Ev gav, hêviya biratî, aşitî û bi hev re jiyanê ya ku dewleta Tirk bi derwan vemirandbû, pêxist û di dilê miletê kurd de gurkir. Lewma, îro (200.9.20) bi sed hezaran kurd li ser sînor di pêşwazîkirina komên aşitiyê de amadene. Ev gav samîmiyata PKKê di aşitiyê de dide diyarkirin. Ev gav, fersendeke dîrokî û afirandineke ji derfetên giranbuhare re jibo çareserkirina pirsgirêka kurdî.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark