Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Şano: Şanoya Smaîlkê dîn

 


Xalis Mswer

Smaîlkê dîn, mirovekî bi bejna xwe dirêj bû, ruwê wî biser rengê sore ve diçû, çakêt û kiras li xwe dikir, mîna cilên gundiyên hêla Amûdê. Û em karin li vira bêjin jî ku dînekî biaqil bû, lê çawa dîn û biaqil bû..? em weha vê yekê şîrove dikin û dibêjin: Jiber ku şêwe û lebata wî yên dînan bûn, lê gelek caran peyvên wî yên aqilmenda  bûn.


Lê sedema dînbûna wî weke ku tê gotin ev bû: Dibêjin Smaîl dilketibû qîzeke apê xwe (dotmama xwe), pir dilê wî bi serve bû, û pir jî jê hez dikir, lê miradê wî pê nebû û sedema dînbûna wî jî ev bû.
Smaîl: Vaye dotmam ezê herim eskeriyê ku bi xêr û xweşî vegerim, ezê te bixwazim, evya soza min bi te re ye, û yella ez bi xatirê te vaye ez birêketim). Weha got û meşiya, piştî çend gavan li keçkê zîvirî û dîsa bi destê xwe baybay jêre lê xist, û birêket berê xwe da eskeriyê).
Piştî demekê li gund bû qerebalix û qêrîn..! çiye neçiye..? gotin Smaîl li eskeryê miriye û laşê wî jî ne xuyaye. Piştre birayê wî radibe dergîsya wî li xe we mardike û diguhêze. Weha demeke baş derbas dibe xelkên gund dibînin ku vaye ji nişkêve Simaîl li sax hatiye malêe, ne mirin û ne tiştek..!.dibihîze ku birayê wî dergîsya wî markiriye, çavê wî nema li wir bardibe, radibe ji cem xizmên xwe dide rê û dire li gondên dora Amûdê rêncberyê dike, dibêjin ew bi xwe jî Kîkiye, ji eşîra Semîlaye, û xwedêgiravî ji gundê (Umer Zobaşîye).
Lê tu nabê hingî di nava xwe de dide û distîne ew ta dîndibe.
- xwedyyê cot dibêje: Destpêka dînitiya wî ew bû. Min dît rojekê hate malê ku vaye paçik li lingekî xwe gerandine,
Xwedyê cot dibêje min got: Çiye Smaîl..? çi bi lingê te hatiye te weha komeke paçik lêgerandine..?
Smaîl: Ha..ha.. bi xwedê îro gîsin li lingê min ketiye, û ez  birîndar bûme, weha got û çû razeha [ di xwe ve çû!
Lê xwediyê çot dibêje: Min dît ku tu birin li laşê wî nexuyane û ne xwîn pêve heye,  rabû min paçikên lingê wî bi dizî vekirin, û li lingê din girêdan,
û min banêkirê: Rabe..rabe smaîl..rabe ser xwe, ka bê birîna te çilobûye..rabe?
 Xwedyê cot got: Min dît hema rabû, û li ser lingê girêdayî, yê sax xwe kulkuland, wê çaxê min zanî bû ku aqilê wî ne duruste û evna nîşanên dînitiya wîye.

Nerîna yekem
Şerê wî û Hîndero

( Li bajarê Amûdê, Smaîl û Hîndero - ku ew jî  dînekî weke wî bo- li ber deryê dukanekê rûniştîbûn)
-Smaîl: Kurro.. Hîndero.. ez û te du mêrê parsekin, em parsa xwe li vî bajarî di domînin law, yê didê te nema didê min, ji ber wilo ez û te, emê Amûdê li hev parbikin. Ji cisir wirde (destê xwe bi alî tecnîdê de vedike) ji tere, tû ji xwe re lê parsêbike, û ji cisir virde ji minreye (destê xwe bi alî bajêr de vedikê), û binere.. ji îro pêde divêbd tû ji cisir virde neyê û ez te li vandera nebînim, yan jî binere ezê te bikujim.. ha..ha..ha. De biyamin bikê…yela here cihê xwe.. walî çem.
- Hîndero: Bilabe…min qebûlkir (wuha got û ji bal Simaîlkêdîn meşiya û çû)
- Smaîl: …dîsanî destê xwe bibal wî vedikê û dibêjê: De here ..parseko..here walî cisir, ji memleketê min zû derkeve..(piştî çendakî Simaîl li dukanekê rûniştiye, Hîndero di wir ve derbasdibe..hema Simaîl rabû bi dûv diket û bi qehir jîre got: )..
-Smaîl: Min ji tere negotiye kuro, tû ji cisir virde derbasnebe û e..e..ez lingê te li..li.. vandera nebînim… hê..hê...?…(Wilo got û kêra kebbas ji ber xwe xwe kişand, û go gurim, di devê deryê mexferê de kêr lêxist. Xelkê rahijte Hîndero avêtin estixanê, lê piştî çend rojan ji estixanê derket, Simaîl li zikakê lê rasthat û jêre got)
-Smaîl: Lawo Hînderê dîn, tu zanî ku dunya Hukûmete lawo, ku ji te pirsîn çima Smaîl kêr lite xist, bêje welleh hayê min jê tunebû, hema ji nişkave hate, go gurim û kêr limin xist,
-Hîndero bi ernî (bi ze c) lê vegerand û got: Welleh ezê bêjim, hayê rebeno ji min tunebû, min jêre fîkand û xeber jêre dan, wî jî hate û kêra kebas limin xist.

Nerîna didiwa
Smaîl gûza difroşe

-Hewas: Ji Gundiyên xwe re, yên ku vêre daketine bjarê Amûdê re dibêje : Bise..bise.. vaye Simaîlkêdîn gûza difroşe law..!
Hewas: Simaîl, Tê gûza hemyan..li serhev biçi bifroje min..?
-Smaîl: Hih..te dicaminyo..ku min kiş dane te.. ma dûvra ezê çi bifroşim..?

 
 Nerîna siyem
mesela wî û xortên eraqê vedixwin

(Smaîl roja din, dev ji gûzê xwe berda, û çû derket derveyî bajêr, weha nêrî, dît ku vaye birek xort li nav rezê li ser riya Qamişlo, eraqê vedixun) 
-Xorta banêkirnê: Simaîl..Simaîl..were..were..lo.. tu jî serê xwe, vê êvarê dagire,çend gulip eraq vexwe.. bêka xwedê çawadikê!
-Smaîl got: Yabo ma hûn vedixwin ku hûn bibin wekemin ..ma ku ez vexum ezê bibim weke kê..? 

Nerîna çaran
 Smaîl û Gumrika Amûdê

Livegerê gumrik li Simaîl rasttê, yekî ji wan got: Vaye Simaîlkê dîn ew qaçaxçiya nasdike, emê wereqakê bidnê, wê cihê tûtina wan pêşmeke. trimbêlê disekinînin û banêdikênê
Gumrik dibê: Simaîl.. tu cihê tûtinê nasdikê..? ka were cihê tûtina qaçaxçiya pêşmek.
-Smaîl: (Destê xwe bi ber wan vidigrê û dibêje) Ka..ka..ka..pera bidin mi ezê cihê tûtinê pêşwekim. Gumrikê pere xistin destê wî, got de werin bidin dûv min, Simaîl da pêşya gumrikê, ew bi alî serxetê de birin, ji bajêr derxistin, û tilya xwe berbi serxetê de vekir û got:
- Smaîl: Ha..ha..waye hûn wî çiyayê ..heh…heh...ha dibînin..?
-Gumrik: Eh em dibînin Simaîl.
-Smaîl: Ha..a..a..a.. li piş wî..wî..çiyayî…tijî.. tû..tû..tuna xursêye da..da girtiye..ddddd..de..hernêyê.. 
-Gumrik got: Wylê.. lawo.. Simaîlo, ku em ji te ne dêhintir bûna.. me ji te li tûtinê dipirsî..!? 

Nerîna pêncem
  Smaîl û firotina gundan                             

(Smaîl ji ba gumrikçiya vedigere, û bi wî aqilê xwey biçûk dibêjê: Ezê herim gunda bifiroşim, diçe dikana pertel kîsekî ji xwe ree peydadike, û kîsê tije Gund, bi serê darekî vedikê, davêje ser piyê xwe û likolanê Amûdê ha bandike dibê:
Ha..ha..ha..werin gunda…werin Gunda…werin hasdê, werin Sorka, werin Mozan, Gulîca..Sinceqê Qereqûbê…wernê de wernê..gu..gu..gu..gund neman ha…
(Yekî zîrek ji xelkên Amûdê ji xwe re got: Bi xwe dê ezê herim gundekî ji Smaîlêdîn bikirim bêka çi dibêjê, çû li ber rawestiya û gotê:
Amûdî: Simaîl, ka were vira ezê gundikî ji te bukirim heyran.
Smaîl: Bi xwedê tu negiha ser tişkî, Hasdê bitena xwe dikîsê min de maye, ku te bivê ezê bifroşim te.
Amûdî: Başe Smaîl, ji xwe daxwaza min Hasdêye, ezê Hasdê bikirim heran, deka tê gund bi çiqasî bidi?.
Smaîl: Ew..ew..ew jî ji bote ha, bi xwedê min kêmî deh wereqa nedane, lê he..hema ji bo xatirê te bi pênc wereqa, de ka zû destê xwe bavêje bêrîka xwe, berya hineke din bên bazara me xe..xe..xerabikin.
Amîdî: Nexeme hajite pere min kirî bavo.
(mêrik weha got û pênc wereqe xistin destê wî, pişt re Simaîl lê zîvirî û got )
Smaîl: De binere ez ji tere bêjim hehran, bi xwedê şensê çate heye, ku ev gund bi dest te ketiye, de binere ez ji tere bêjim.
Smaîl: Ha…ha…ha li valî gund dareke tuwa heye tê jê têr tûwê şêrîn bixwe û..ci..ci..cihokek avê jî di ber re derbasdibe, tê ji wê cihokê têr av vexwe, û çekên xwe jî li ser bişo de…de…here xwedê da cate lawo! ew catenî genî ku nehêjaye qu..qurûşekî xerabe.
Weha Smaîl got, û kîsê xwe avête piyê xwe, xwe ji bîrakir bû ku gund vêre nemane,  bixurt bazda û bang kir w…w…w…werin gunda…werin gunda..ne..ne..neman…ha.. Li cadê yekî ew sekinand got: Simaîl ezê Amûdê ji te bikirim ma tû nafroşe..?
Smaîl: He..he..hey tû mêrê ca mibî, ma vêca ezê likûbim..?     

Nerîna şeşem

Mesela wî û rijandina şîrê malkê
-Biro. Smaîl tu anha li amûdê bû maleve! tû cizû bi min re giha Gund..? (Simaîl jî lingê xwe li ber siya dîwarê gund ramidandiye, wa di ser xwere bi madekê tirş li biro nêrî û den jê nehat).
Jinika malê bang li bûka xwe kir û got: hey porkurê ma te satila şîrê xwe daniye ber likê Simaîlkê dîn, tû nabêjî ku lingê xwe lêxe û birjînê..?
Simaîl dengê jinikê çûyê hema go: Peleq lingê xwe li satila şîr xist û rijand…û got:
-Smaîl: tiştê nayê bîra mirov jî, hûn tînin bîra mirov..!

  Nerîna heftan

Hema dora amûdê têlbikin, û ez jî dinav de
Li derveyê bajêr Şurta hatin jêre gotin:
- Şurta…Simaîl, emê rabin te bibin Esfûriyê, weha emirê hukûmetê ji mere hatiye ka tû çi dibêjî..?
- Smaîl… Ha…ha…ha.. çima hûnê min bibin esfûriyê…hema dora amûdê têlbikin û ez jî dinav de, û xelasbû, û çû.      

Nerîna heyştan

Li Oda Hofa
Zilam û zarok li Smaîlkê dîn kombibûn, tinazê xwe bidikirin
Smaîl: Yabo mala fatimê malami xerakirine, her ez pîrekekê ji xwe re dinewalê de digirim davêjim erdê pîkaba wan dibê Tût û li zemûrê dixe û ez bazdidim nahêli ez tişkê bikim.
(bû tîqtîqê zaroka pêkeniyan)
Smaîl li wan fitilî go: Wê çi nekin..têr nîskin..!
weha nerî dît ku vaye pîrek jî pêdikenin,
li wan jî fitilî go: Rabin ji vir, serê çiyayê cûdî, ji weynê we pîreka xwarbûye..!
Ji wir rabû çû nav Gund, dît ku vaye xalibê dîn, ew jî li berdîwarekî rûniştiye
Smaîl bankirê go: Xalê..ê..êb
Xalib go: Quzelquert
Smaîl go: Wey, ev dîni law..!

  Nerîna nehan

Diriya Gundekî de
Birêvde Simaîl ji Gundekî diçû Gundekî, Pîrekek navûser pêrgî wî bû, pîrek pir jê tirsiya û dilezand digo: xwedêyo ez kengî bigihêm nêzîkî  gund, ji ber ku wê bihîstibû ku Smaîlkêdîn bazdide ser xelkê, simaîl jî daye tengala wê, û her demekê jêre dibêje:
Smaîl: Yadê he..he.. ma… xelk hema dibêjin, Simaîlkêdîn bazdi de ser xelkê..Ma ka mi bazdaye serte..?
Pîrekê go: Na welleh yabo, te baznedaye ser min Simaîl, ma ezê derwabikim ..
………………………………………………….
1- Bi riya gundekî de, yek bi biskilêtê xwe di ber smaîl re derbas bû û got: Merheba ji tere Smaîl
Simaîl: Te…he…ji tirsa re silav kir… ha
2- Smaîl: Go…go…wedî yekî li ser rê li piş xwe nerî hûn zanin ku tirekiriye
3- Smaîl li ber dukanekê li Amûdê rûniştîbû, Hisêngê dîn di wir re dbasbû, ji xwediyê dukanê re gû…ha…ha werqakê bid wî, fe…fe ..qîrê ha..ma wê dinya xerabibe..? .
4- Smaîl çû Gundekî dît ku vaye xelk kombûne digirîn û li xwe dixin got: çibûye lo..çi heye..?. Gotin yek ji gund miriye Smaîl ma çi nebûye,. Smaîl Got: Hoho.. Mi go qey hunek çûne eskeryê!.     
5- Li ser gir Smaîl bang li kesên Amûdê kir, çaxa xelk civiyan, gotin çiye Smaîl…çi çêbûye..?. Got: Ha…ha…ha.. ku ev baran di destê yekî bi aqil deba wê têra dehsala bikira.
………………………………………..

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark