Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Şevbuhêrkên kurdî li şamê Şeva 85 an li darxist

 


Bavê şiyar- şam
Di roja ênê ji meha remezana pîroz, di 28 – 8- 2009 an de, mamûste Derwêşê Xalib berê xwe da paytexta Sûryê Şamê , taxa Kurdan bi mêvandarî , li cem komîta amedekar ya şevbuhêrkên kurdî,  gi şevek taybet li ser zimanê dê û giringiya wê di paşerojê de li darxe.
Babeta mamûste Derwêşê Xalib ya divê şevê de hate xwendin (yekgirtina zimanê kirdî).
Piştî belavkirna vê babetê li rewşenbîr û niviskaran , endamê komîtê Bavê Şiyar bi navê xwe û bi navê beşdaran, bixêrhatina mamûstê zimanê kurdî Derwiş hate kirin. gi cefa û  zehmetiya rê kişîandiye, piştî xwendina babetê divê şevê de bi zimananekî paqij û bi zelalî gihande beşdaran û bi dawîbûna xwendina mamûste rê hate vekirin ji gevtûgûyê re .


 Hin têbîn û pêşinyaz û sipasî çêbûn . yên axivîn û nêrînên xwe dan evin: Helbestvana kurd Diya Ciwan , Hunermend û helbestvan Durust , mamûstê rîzimanê kurdî Şêx Birîmce, nivîskar û rojnamevan Selah Berwarî,…… Herwiha bi van nêrînan ev şev zengîn bû.
Niviskar û mamûstê zimanê kurdî Derwêşê Xalib ji bajarê evînê (Qamişlo) ye, xwendina xwe yî (endezyarî) ya kombiyûterê ji Ewropa di sala 1976 an de girtiye .
Ji berhemên mamûste Derwêş yên çapkirî evin:
•  حول ابيات احمد خاني
•  Elîfbaya mîr Celadet Bedirxan û pîvana pêwistiya tîpan
•  Bîranîna D. Nûredîn Zaza wergerandin ji firensî ta erebî.
•  Berdewamiya fêrkirina ziman.
•  Seroktiya ( 4 kovaran kiriye.
•  Roj 2- Gulîstan 3- Zar 4- Ziman.
Serokê komîta fêrbûna zimanê kurdî bû .
Hêjaye ko binin ziman gelek şagirt fêrî ziman kiriye û di riya vê dibistanê ve bûne mamûste û berdewamiyê dikin divî warî de .
Mamûste Derwêş gotar û nivîsandinê wî di kovar û malperên kurdî de derdikevin.

b.siyar@hotmail.com  

-------------------

Yekgirtina Zimanê Kurdî

Derwêşê Xalib

Ziman
Ziman sîstemek ji nîşanan e, li gorî lihev kirina xelkên çandekê ava bûye, jibo hevtêgihiştinê bikartînin.
Bandora ziman li çanda milet heye bi taybetî di hêla ponijandin û ramandinê de, wisa jî bandora çanda milet li ziman heye û wê diguhere, pêş ve dibe, dewlemend dike.
Tevî ziman ne wek hev in, lê her zimanek berhemê zîrekiya mirov e, loma nirxên hemû zimanan wekhev in.
Ziman bi demê re tê guhertin. Ev guhertin mirov pêktînin. Jiber dengê her mirovekî ji yên din cihê ye û ezmûna jiyana wî taybet e, loma ji hêla dengane, rêziman û watesaziyê ve her kesek dibe kaniya guhertinan û bi vî rengî devokên navçeyî an çandeyî ava dibin.
Ji hêla din ve dema xelk li cem hev kom dibin, her yek dixwaze ku niyazên xwe bigihîne yên din, ev jî dibe egera ku mirov zarê xwe li gorî xelkên din şayik bike  û bi vî şêweyî zar nêzî hev dibin.
Kesên fer û grupên veqetiyayî ziman perçe dikin, û têkiliyên mirovan bi hev re ziman û devokan nêzî hev dikin.
Heger bandora têkiliyan qels be ziman bêtir perçe dibe û heger têkilî xurt bin devok û şêwezar nêzî hev dibin. Her wisa têkilî zimanên têvel jî nêzî hev dike. Loma kêm an zêde mirov dikare hin şopên wan têkiliyan piştî hezarên salan di ziman de bibîne.[1]

Şêwezar
Şêwezar bi giştî ji şêwezarên navçeyî re tê gotin. Şêwezarê zimanekî ji şêwezarê din cihê ye, ew jî ji hêlên rêziman, watesazî û dengîniyê ve.
Bi giştî, zimanê petî yan standart ew bi xwe jî şêwezarekî ziman e. Heger zimanê koka şêwezaran wêjeyek balkêş li şûn xwe nehiştibe, dijwar e, ku minrov binase koka wan şêwezaran çawa bû.
Sînorên ku zimanên serbixwe ji şêwezarên zimanekî cihê dikin, ne pir zelal in. Hin ziman mîna zimanekî serbixwe tê jimartin, tevî ku nêzî zimanekî din e, ta wê radeyê ku mirov zimanekî ji wan zanibe di axaftin û nivîsandina zimanê din de digihêje. Himber wê hin şêwezar tên jimartin mîna şêwezarên zimanekî, tevî ku xelkên bi wan şêwezaran diaxivin, li ber hev nakevin.

Yekgirtina zimanan di mêjûyê de
Amed Tigrîs dibêje: (guhertina zimên bi çend mercên girîng ve girêdayî ye. Ji wan yek an çend dema pêk werin, dikarin ziman biguherin: perwerde, têkilî bi civat û cîhanê re, pere, desthilatdarî û psîkolojiya biçûkbûnê.)[2].
Di mêjûyê mirov de
 1 - Rola ayînê û pirtûkên pîroz giring bû. Zimanê ku pirtûkên pîroz pêhatin nivîsîn, ew ziman hat parastin û bû zimanê nivîsandinê. Miletên din jî ketin bin bandora wî zimanî û zimanên wan tûşî guhertinan bûn.
Peyvên zimanê wêjeyî yê Farisî 50% erebî ye û bandora Erebî li zimanê kurdî jî diyar e.
2 - koçeriyê şêwezar nêzî hev kirine û di vî warî de roleke giring lîstiye. Koçer di navçeyekî cografî fireh de diliviyan û têkiliyan bi dêmanî û koçerên din re çê dikin, û ji hev hînî zimanê hev dibin û bandora wan li hev çê dibe.
3 - Bi rabûna çîna birciwazî li Oropa, di mêjûyê mirov de koçberiyek bêmînak peyda bû. Bi milyonên mirovan ji navçeyekî dihatin veguhestin navçeyekî din, li bajaran ji her derên welat kom dibûn. Ji kîşwerekî diçûn yê din. Evê tevgerê çarenûsa zimanên Oropî diyar kir.
Bandora birciwaziyê li ser ziman hîn kûrtir bû, dema liva xwe bi hestekî netewayetî ve girê da û sînorên dewletê jibo gumrika xwe danî.
4 - Bi rabûna birciwaziyê ve jî wêjeyeke milî peyda bû. Xebatên Dante Alighieri yê îtalî (1265-1321), Geoffrey Chaucer yê inglîzî (1342 - 1400), Martin Luther yê elmanî (1483–1546), qirdên zimanên xwe bûn, û bingehên zimanên yekgirtî ji miletên xwe re danîn.
Rewşa cihana hemdem.
Di vê serdema me de faktorên jor -ji bilî wêjeyê- nema dikarin rola xwe bilîzin; koçer li dinyayê neman, ayîneke nû dijwar e ku peyda bibe. Bêgoman bandora deselatê (dewletê) hîna heye, lê nema wek demên borî ew bandor xurt e, jiber birciwaziyê kirasê xwe yê kevin daniye û seranserî dinyayê vegirtiye.
Ew nasyonalizma şovînî û goşegîr, ku li dijî gelên din bû, roja îro bûye astengek mezin di riya pêşketina gelan de û rê li pêşketina gelê serdest bi xwe digire.
Têkiliyên nû di navbera mirovan de ava bûne, rewşeke wisa çê bûye, ku mirov di kêlîkekê de dikare bigihêje her goşeyekî li ser rûyê zemînê. Alavên ragehandinê telefon, çapemenî, radio, televiziyon, satalalyt, internet dinya kirine gundekî biçûk. Her mirovek bi kompyûterê xwe bûye xwediyê Cama Cemşîd û cihanê tevî  tê re dibîne, guhdar dike, diaxive û têkiliyan bi seranserî dinyayê re pêk tîne.
Ev alav kurdan jî tîne cem hev, û kurd dikarin gav bi gav zimanekî yekgirtî standart bidûzînin.
Şêwezarên kurdî
Di sedsalê buhurî de, nexşeya şêwezarên kurdî hatiye guhertin. Ji hêlekê ve binşêwezarên kurmanciya bakur di şêwezarekî standart de civiyane. Wisa jî binşêwezarên Soranî (kurmanciya xwarû) civiyane. Ji hêla din ve şêwezarên başûrî kurdistanê nêzî Soranî bûne. Ev û wêjeya fireh û pêşketî bi vî şêwezarî, soranî kiriye şêwezarê navendî ji zimanê kurdî re.

Jibo yekgirtina zimanê kurdî mirov dikare van têbîniyan berçav bike.
1 – Deselat, fermî an ayînî be, nema dikare bihêle şêwezarên kurdî yekbigirin, jiber vê jî gerek e, ku di vê serdemê de riya lihev kirinê bêbijartin û ew durist e.
2 – Peyv ji şêwezarekî dikevin şêwezarekî din, bêtir peyv ji başûr berbi bakur ve tên û belav dibin, ev jî di encama xebata mezin, ku jibo şêwezarê Soranî bûye.
Di baweriya min de her peyva kurdî ji kîjan şêwezarî be, ew peyvek kurdî ye. Mixabin hin caran em şaş dikin mîna peyva (dîrok). Mîr Celadet wateyekê dide vê peyvê, lê em wê şûna peyva (mêjû) dixebitînin. Tevî ku peyva (mêj=kevin: ji mêj ve) ew kurmancî ye jî.
3 – Yekgirtina alfebeyên kurdî. Bi şêwezarê soranî wêjeyeke gir heye, lê nîvê kurdan sûd jê wernagirin. Kurdên bakur bi giştî tîpên Erebî nizanin û nikarin wê wêjeyê bixwînin.
Jibo yekgirtina zimanê kurdî pir giring e, ku alfebeyeke yekgirtî hebe, ew jî bi tîpên latînî be. Yek jê tîpên latînî di teknolociya nûdem de giring in, ya din kurdên bakur kêm derfet in, ku hînî alfebeya Erebî bibin, jiber her tişt li tirkiyê bi latînî ye.
Guhertina jimara tîpên alfebeya kurdî latînî şaşiyek e. Ev alfebe têra zimanê kurdî dike û tîpên vê alfebeyê zêde ne û ne kêm in[3].
4 – Rênivîsa: Di rênivîsa Soranî de, pir coreyên peyvê pev ve tên nivîsîn ta wê radeyê ku daçek jî bi nav ve tê nivîsîn; mîna (lem welateda) du peyv tenê ne, lê di rênivîsa Mîr Celadet de dibin çar peyv.
Qenatê Kurdo kîteya (da) mîna haletê nav diyar dike. Belkî ev rastiyeke mêjûyî be, lêbelê îro di kurdî de bêtir mîna daçek diyar dibe.
Riwekî din giring heye, ew jî ciqasî peyv ji hev cihê bên nivîsîn, ewqasî alîkariya yekgirtina ziman dike.
5 – Rêziman: Ji hêla rêziman ve jî hin astengî hene, wek nase, pronav astengiyan peyda dikin. Wek mînakek kurmancî : (Azad basek dît û ketê) paşgira (ê) şûna (wê) (basê) girt. Wisa jî (min dît) şûna (dîtim).
Di soranî de pronav cihê xwe diguhere, di rewşekê de paşgirê lêkerê ye, dikeve dawî, û di rewşeke din de dikeve pêşiya lêkerê.
Girt: girtim (min girt) demgirt (min digirt).
Diyar e, ku (im) carekê li dawiya lêkerê hat (girtim) û cara din li pêşiya lêkerê hat (demgirt).
Heger ev pronav û pêşgir bi serê xwe bên nivîsîn, mirovê kurmancîaxêv wê zûtir hînî soranî bibe û wê zûtir li hev kirinek çêbibe. Ev jî piştgiriya wê rastiyê dike, ku rênivîsa Mîr Celadet alîkar e.
Zayend di kurdî de giravî û nezelal e, belkî 3 tuxmên zayend hebin baştir be.

Bêgoman, îro pirsên rêziman û rênivîsa standart pirsa sazî û dezgehên zanistî kurdî ne. Nema takekes dikare van pirsan çareser bike.
Lê rastiyeke giring heye gerek e, tucar em ji bîr nekin, ew jî; teqez cudayî cudayiyê diafirîne. Heger em li şêwezarekî bi çavekî biçûk binêrin, wê ew şêwezar xwe bide hev (goşegîr) bi demê re wê xwe dûrî şêwezarên din bike û ev jî rêxweş dike, ku di ayîndê de bibe zimanekî serbixwe.
Ev rastî barekî datînê ser milê her kurdekî bi taybetî nivîsakar, ku biqasî karibe hemû şêwezaran, biçûk û mezin wekhev nirxdar bibîne.
Ezmûna zimanê kurdî vê rastiyê diyar dike, ku cudayî cudayiyê diafirîne. Zordestiya li ser zimanê kurdî ji serdema Con-Tirk ve, hişt ku zimanê kurdî xwe dûrî zimanên cînar bike, û xwe ji peyvên biyanî paqij bike.
Ev sedem e, ku mirov li ayîndeya zimanê kurdî bi geşbînî temaşe dike, ew zordarên ku rê li zimanê me digirin, wekû nizanibin ku milet ziman çê dike û ne ziman milet çê dike, wekû nizanibin ku ziman û rewşenbîrî qada jor e, li ser qadeke din ava bûye û herwekî gelê kurd di pêşketinê de ye, naçar zimanê wî jî li ser rêça hevgirtinê ye. Qedexekirin û astengiyên din, rê li ber zimanê me nikarin bigirin, tenê zimanê me dûrî zimanê zordaran dike.

[1] ji pirtûka (Alfebeya Celadet û Pîvana Pêwistiya Tîpan – Nûser: Derwêşê Xalib- rûpelên 27-30) hin peyv û bendên rêziman yên hevbeş di navbera Hîtî û kurdiya îro de diyar dibin.
[2]  Amed Tigrîs, Kovara Bîrnebûn, jimar:30, rûpel: 55

[3] ji pirtûka (Alfebeya Celadet û Pîvana Pêwistiya Tîpan – Nûser: Derwêşê Xalib- beşê dawî) bi şêweyên matîmatîkî, ku ne cihê gomanê ne, teqez diyar dike ku alfebeya Mîr têra zimanê kurdî dike û tîpên wê ne kêm in.













 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark