Azer OsîVa li vir, bayê bi xem, bayê reþ, tevî nermahî, û hênikiya bayê te dibe, tevî bedengiya xewn, û xewa kurdewariya te dibe, rê digre, nahêle, ku tû li bin Ezman, hembêzkirina hezkiriyên xwe bike, û bi libên baranê re zeviyên tev tî av bide.
Dizanim bayê te, li her payîzan, ji pelên daran, xatir xwestinê naxwaze, lê silavên xwe, ji hezkiriyên xwe re, ji dêmên bedew re, ji lêvên lêv ger re, bi periyên vî bayî re û bi pelikên sor û zer re, rê dike. Tû raz bû, û bi xwe xweza ji razên te, ji xewa Mem hiþyar dibû û li têlên Tembûra razên bêrîkirina te, digerya. û ew ( bayê reþ ) wekî xwe, keyse baz , ji danê zivêr dibû, ritmê evînê dibirî, û ji ber çavan Keskesor, winda dikir. Payîz navê xwe bi kurdî tomar dikir, ,ji çira kurd, hez dikir, ji çiyê semax digirt ji Qendîlan hêz digirt, pirê beriyan ew dima mêvan perweriya qurmê dara me dikir û Cegerxwînê me, mîna xwe, tava heyva xwe dihiþt û ew di dawa xwe de, dergûþa demên din dihiþt. 10. 10 2009 Elmanya
|