Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Serjimar

 



CIWAN DÊRIKÎ

-Hatin ji bo hijmartinê
Pîvane tev qad û zevî
Nasname dane çêlekan
Nav û hebûna min revî


-çar-pênc hezar sal þîn li vir
Dol û þihar avî dikir
Her bo jiyanê bûme pir
Dawî  e"mame ber kevî
-ajotine l"ser min çete
Jev parkirim , bûm qetqete
Cotarî  najo yek xete
Bê pare ta nevyê nevî
-çand û ziman sêdar kirin
Nandoz bi min navdar kirin
Koçber , biyan û jar kirin
Bin tirsê bejna min çivî
-na na , ne hijmartin tenê
Sed rengê çews û kuþtinê
Ez kirme aþê hêrtinê
Pê min dixun ew hingivî
-va min temen bû heft û çil
Ev penceþêr naçê ji dil
Þeht û þilim , bê dest û mil
Hana mi nayê j"yek devî
-ez wek meha çardeh þevî
Bûka ji dest zava revî
Bûm kûviyê çol û devî
Hestê birakî na livî
-min najimêr , nakê bira
Þoven Hilal ,  kurmê ber a
Zîvare konê min çira
Bin bager û bin bandev î
-tevna mi nahûnê çima ?
Kalek di sêryanê nema ?
Ev ax dizêt zox û xema
Kengî spîdê derkevî ?
-þînbê bihara xwîniya
Geþbê gulistana diya
Sêwî mezin kin hêviya
Min qad divê  , min jîn divî

5 10 2009 DÊRIK

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark