Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

sersaxî: nameyên sersaxiyê

 


Neviyê Şex Seîdê Pîran, siyasetmedarê payebilind, Abdulmelîk Firat wefat kir

Neviyê rêberê serhildana 1925-ê, Şêx Seîdê Pîran, pêşewayê kurd û serokê berê yê HAK-PARê (Partiya Maf û Azadiyan), Abdulmelîk Firat roja 29/9-09 seet 14.00-ê li Enqereyê wefat kir.
A.Melîk Firat sala 1934-ê hat dinyayê û sala 1957-ê bi ji Partiya Demokrat ya Tirkiyeyê bû parlamenter.
Herweha ew sala 1991-ê ji DYP-ê bû parlamenterê Erziromê.
Piştre wî ji ber sedama siyaseta xelet ya wê partiyê di derbarê heqê mafên kurdan wî dest ji DYP-ê berda.


A.Melik Firat Sala 2001an digel hindek hevalbendên xwe partiya HAK-PARê saz kir û  heman demê de bû serokê wê partiyê.
Abdulmelîk Firat ji bilî kurdî û tirkî wî farisî û erebî jî dizanî.
A.M. Firat ji aliyê miletê kurd ve wek kurdperwerek mezin, qedirşînaz û wek siyasetmedarekî kêrhatî, dûrbîn û dûrust dihate nasanin.
Bi wefata Abdulmelîk Firatî miletê kurd siyasetmedarekî  xwe yê mezin û giranbiha winda kir.
Em li ser navê Encûmena Niştimaniya Kurdistanî-Sûrî, Kurdnas û Komeleya dostaniya America-Kurdistanê, ”America-Kurdistan Friendship League AKFL”-ê sersaxiya malbata kurdperwerê hêja Abdulmelîk Firatî dikin û herweha sersaxiya dost, hejîker û hemû endam, dost û piştgirên partiya wî, HAK-PARê dikin û dibêjin ko em jî şirîkê êşa we hemûyan e.
Em ji Xwedayê mezin ji bo Abdulmelîk Firatî re hêviya rehmetê dixwazin.

Encûmena Niştimaniya Kurdistanî-Sûrî, Kurdnas
America-Kurdistan Friendship League AKFL

---------

Dîrok u jîn u xebat....ew jî dimiri

 bê guman navê rehmetî Ebdil Melik nekarê bi ser navê Şêx Se,îdê nemir bi keve.. belê bîna wî jê di forî weku kesek ji canê wî hê di jenê u li welatê xwe jî bi xwediye li gor ku  karî.. di bîra min deye dema navê wî u navê Elî Qazî -jîndirêjiya nemir Qazî Mihemed serokê yekemîn dewlet ji kurdare di dîroka nû de.. deng dan
  belkî kesin bşûn sedma ku rok ji ser wan hilat u ketin ber sîkê..
nedûre ev kiryar ji karê gelek partî u siyasetgêrên kurd -mixabin-
bi ruhekî dîrokê di jenînê  ,u bikul jî rehmetê ji miriyan re di xazin...pêşketinê ji saxa re di xwazin
bi hêvîne ku miletê kurd u her miletê bindest li cihanê bi karekî serrast xebata xwe birêve bibê..

Girûpa Dêrikê ya çanmda kurdî

---------

Behîdarî

Bi dilekî xemgîn me nûçeya welatparêz û têkoşerê kurd birêz Ebdil Melik Firat bihîst. Birêz Ebdil Melik Firat ji malbatek welatperwer û xebatkar bû, herwiha neviyê Şêx Seîdê Pîran e.

Em bi navê şaxê navend û başûrê elmanya yê Partiya Yekîtî ya demoqrat a kurd li sûriyê – Yekîtî – sersaxiyê ji gelê kurd, malbat, dost û hevalên wî re dixwazin û ji yezdanê dilovan hêvî dikin ku cihê wî bihişt be.

Şaxê navend û başûrê elmanya yê Partiya Yekîtî ya demoqrat a kurd li sûriyê – Yekîtî –

---------

Malbate hêja Ebdulmelek Firat li welat û dervî welat
Gelê kurd

Bi êş û jan me nûçeyê koçkirina seydayê hêja  mamoste Abdulmelek Firatî bihîst, lê em bi bawerin kû mamoste cihek mezin di dilê hemi kurdan de girtiye.
Ez sersaxiya we dikim, û xweşiyê ji were dixwazim.

Narîn Omer
Dirika Hemko
3-10-2009

----------

Behîname

Bi dilekî xemgîn û bi êş û bi keder me nûçeyê koçkirina siyasetvanê gewre mamoste Abdulmelik Firatî bihîst.  Bêguman seyda siyasetvan û zanayekî xwedî ked bû. Ji malbateke welatparêz û kurdperwer bû. Bi çûna wî me rêberekî  xwe yî mezin winda kir. Ez bi navê xwe û bi navê malbata xwe sersaxî ji malbata wî û hevalên wî re dixwazin. Bila serê gelê Kurd sax be!

Dilawerê ZENGÎ
Sûriya/Şam 2/10/2009 

--------

Malbata rehmetî Abdulmelik Firat

Bi dilekî pirr xemgîn me koçkirina dawî a hêja siyasetmedar u nivîskarê kurd mamoste Abdulmelik Firat bihîst. bêgoman çûna dawî a seyda Firat xisaretk mezine  ji malbata wî u gelê kurd re Em bi navê xwe u binavê hemû  hevalê xwe di P.D.K.S sersaxî ji malbata wî u hevalê wî re dixwazin .bila serê malbata  wî, serê hevalê wî sax be ,yezdanê gewre rehmetî bi di lovaiyae xew şad bike.

Nisredîn Ibrahîm
Sikreterê P.DK.S
Qamişlo-02-10-2009

-----------

Serxweşî


  Bi dilekî xemgîn me nûçeyê koçkirina siyasetvanê gewre û hêja  mamoste Abdulmelik Firatî bihîst.  Bêguman seyda dihat jimartin yek ji stûnên siyaset û zanayên Kurdan.  Rewşenbîrekî zana û xebatkarekî dilsoz bû. Ji binemayeke welatparêz û gelperwer bû. Ji bo bîrûbaweriyên xwe gelek caran hatibû girtin. Lê, tucarî dûrî riya xebatê neket û heta bi roja mirinê xemxurê pirsa gelê xwe bû.
Bi çûna wî gelê kurd rêberekî  xwe yî gewre û mezin winda kir. Em sersaxî ji malbata wî û hevalên wî re dixwazin. Bila serê gelê Kurd sax be!

Ismaîl Omer
Serokê partiya Yekîtî ya Demoqrat ya Kurd li Sûriyê (Yekîtî)
Sûriya/1/10/2009 

--------

Malbata rehmetî Abdulmelik Firat li welat û dervî welat!
Xwişk û birayên Kurdperwer!

 Silav û rêz
   Bi dilekî sar û xemgîn me koçkirina dawî a mamoste Abdulmelik Firat- Neviyê serokê tevgera netewî ya sala 1925an Şêx Seîd Efendî- bihîst. Yezdanê gewre wî bi dilovaniya xwe şad bike, rehma Xwedê li cane wî bibare, cihê wê bihişta rengîn be.
   Hêvî û baweriyên me bi we zarok û neviyên wî û kurdperwerên bi rûmet pirr mezine ku hun ê pêvajoya wî a Kurdewarî bişopînin û li ser şopa wî bilivin..
   Bela serê we sax be, yên mayî di xêr û xweşiyê de bijin.
Eve karê dinyê, wilo hatiye û wilo derbas dibe..
Ga dimre çerim dimîne, mêr dimre nav dimîne.
   Bila serê gelê kurd, serê malbata wî, serê we dost hevalên wî sax be, mala wî Bihişta rengîn be.

Birayê we

Konê Reş  /  Nivîskar

Qamişlo 01/10/2009

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark