Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: 100 mîn Salvegera Rewþen Bedirxan Û Silavek Wefadarî

 


Konê Reþ

   Belê, silavek wefadarî ji 100 mîn Salvegera Rewþen xanim Bedirxan re.. Rêzgirtin ji roja jidaikbûna wê re... Navtêdan ji jina kurd a hevçerx re ku li ser rêk û þopa wê bilive… 
   Rewþen Bedirxan; eva ku berî 100 salî di sirgûnê de, li Tirkiyê, bajarê Qeyserî(11/09/1909), çêbûye, di sirgûnê de, li Sûriyê, bajarê Baniyasê(01/06/1992), koça dawî kiriye û gora wê li Þamê ye. A ku piraniya temenê xwe li Þamê derbas kiri û zimanê kurdî, zimanê axaftina mala wê bû.. Mala wê hêlîna welatparêzên Kurda bû..


 Piþtî koçkirina mîr Celadet Bedirxan di sala 1951ê de, ew yek bû ji kurdperwerên di rojhilata navîn de, yên ku navê malbata Bedirxaniyan hilgirtin û bi endamên mayî ji komela Xoybûn re wek: Dr. Nûrî Dêrsmî, Dr. Ehmed Nafiz, Dr. Nûreddîn Zaza, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Hesen Hiþyar, Qedrî Can û Malbata Cemîl paþa.. bervedêrî di ber mafê gelê kurd û kêþeya kurd de kir..




  Mala wê li Þamê, wek kelehekê bû ji Kurdistaniyan re.. Ji her çar perçeyan xwe lê digirtin û lê dibûn mêvan… Di mala wê de, civînên destpêkê yên damezirandina PDKS dihatin li darxistin.. Ew bû ya ku li Þamê, di nav ereb û biyaniyan de wek sembolekê bû ji netewiya kurdî re..
  Rewþen Bedirxan, yekemîn jina Kurd e, ku bi kurdiya Laînî di kovara Hawarê de nivîsandiye.. Yekemîn jina kurd e, ku toreya kurdî bi zimanê erebî belav kiriye û ereb serwxtî tore û wêjeya kurdî kirine.. Kebanî û dotmama Mîr Celadet Bedirxan bû û yek bû ji derçûyên dibistana wî… Hem jî wergêreke çeleng bû, ji zimanê kurdî û tirkî bo zimanê erebî..
   Eger di heyamê wê de Hefse xana Neqîb, di nav soranîaxêfan de, jina yekemîn a bi nav û deng bû, bêguman di nav me Kurmancîaxêfan de Rewþen xanim Bedirxan jina yekemîn bû.
   Rewþen xanim Bedirxan, xweþ nimûne ye di Kurdistanê de, ji jina kurd a pêþketî re.. Xwezî jina kurd bide ser þopa wê, ji serboriyên wê sûdê werbigire… Ew di rewþeke awarte de hat û navê xwe çesipand.  Ez ne bawerim ku nimûneyên wek wê di civata me a hevçerx de dubare bibe, ji ber ku hêj kesî cihê wê danegirtiye.. Dibe ku kesên wek wê di civata me a nûjen de derkevin, lê wê bi rengekî din bin.. Ji ber ku dem tête guhertin… Ew sirgûniya Osmaniya êdî nema ye… Lê tiþtê balkêþ di jiyana wê de, tevî ku li Kurdistanê ne jiya bû, tev jiyana xwe di sirgûn û zîvariyan de derbas kiribû, vê þêrejina kurd xwe dûrî irf û adetên kurdî nekir, pêwendiyên xwe ji Kurdistaniyan qut nekir.. Hêvî û omîdên wê vejandina zimanê kurdî bû, yekîtî û hevgirtina kurdan bû, serxwebûn û serfiraziya Kurdistanê bû.. û her û her di mala xwe de bi zimanê kurdî diaxifî… Û ewe ya ku ji berî 68 salan ve di kovara Hawarê de:(27/1941), berê xwe daye jinên Kurdan û wiha ji wan re gotiye: Ji me jinên Kurdmanc re divêt ko arîkariya mêrên xwe bikin, zaroyên xwe bie limînin xwendin û nivîsandinê û wan ji nexweþiya nezanîyê xelas bikin… Ev xebat ji me, ji jinên Kurdmanc re ji hemî jinên dinyayê bêtir divêt. Ji ber ko zaroyên xelkê gava diçin dibistanê berî her tiþtî hînî zimanê xwe dibin. Lê yên me wekê diçin dibistanê bi zimanê xelkê die limin û carina yê xwe ji bîr dikin, ji ber ko me dibistan nîne û zaroyên me diçin dibistanên xelkê...
   Bihêvîme ku tev jinên kurd li ser þopa wî bilivin. Bi vê helkeftinê silavek rêzgirtin û wefadarî ji 100 mîn salvegera bûna wê re pêþkêþ dikim, Yezdanê gewre wê bi dilovaniya xwe þad bike.

Konê Reþ
Qamiþlo

Di Netkurd de jî belav bûye.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1.30
Bi Tevahî Deng: 26


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark