Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Nema dixwazim

 



Hussein Abbas

Nema dixwazim bidime pey toza
Simên hespê gotinên te kû dida bi teleb
Û dûr diçû heya  çavên min hew didî…
Nema kêfa min dê ji hestên teyê kû
Di newala evînê de du deng dibû û
Di navbera guh û dilê min de dihat û diçû
Nema ji min tê carekî dî


Xwe bidime ber ewrên giriyê teyê tarî
Û gunhê dilê min yê nezan, 
ku te  bi hêstirê xwe tanî
Nema mi divê çareke dî meyzênim
Li roja kenê teyê çend alî….
Nema dixwazim biçênim toxmê hêviyê
Li ber ewrên dilê teyî ku ne ji hev bela dibû
Û ne dibarî
Te dixwest kû ti bi karwanê xwe yê kêfê re bê
Û min dixwest ku ti di dilê min de bê
Weke xezaleke çavbelek û gedî
Wê haya sînorê hêyeyên te yên perpitî bê serî
Wê haya govenda dilê te yê
Bi destên hev gertine û dikin dîlanê bi șêxanî
Dilê teyî ku bi hêviyên te dișewitê
Lê yên min ku ticara nedidît û nabînê
Tu yî, yê kolên xwe rojê çend  caran
Dijmêrê, dihilênê û dideynê…
Û yên min kû dest bidine hev
Wê bine bi rêz ta bigihine roja pêșî kû min tu dî
Û tu nabînê….
Tu dixwazî agirê dilê xwe ji arduwê evîna min
Gurr û geșkê…..
Tu dixwazî.. hinavê xwe
bi ava çemê dilê min hînikê
Tu dixwazî dilê min ji xwe re hefsarkê…
Tu dixwazî, lê ji te nayê û ti nakî
Yê ku nikaribê dilan gedîkê,
nikarê hefsarkê
Yê ku gelekî ne tî bê,
bi avê dilê wî tu caran hînik nabê 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.57
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark