Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Aram û reseniya dengê Mezopotamya

 


Azer Osî

Dîsa qederê dilsozekî giranbuha, dengxweþekî bê hempa, ji nava civaka Kurd û Ermeniyan radestî cîhana din kir
ne ku van rojan tenê Aramê Dikran bi nirx bû, lê berî wê jî pir kurdan qedrê wî digirtin û di dilê wan de cih digirt
wekî din Tevgera rêzgarî xwaz ya gelê Kurdistanê li bakurê Kurdistanê di bin rêberiya PKKê de jî pir bi rêzgirtin nêzî Aramê nemir dibû.


Aram di jiyana xwe de, û bi taybet ya hunerî de, bi riya sitranên kurdî hemû êþ û derdên Ermeniyan û kurdan dianî ziman, û rojekê ji rojan ew ji pirensîpên xwe venegeriya û xwesteka bavê xwe, ta xuleka dawî ji jiyana xwe pêk anî, wisa dilsoziya wî diyar dibe, wisa zelaliya wî eþkere dibê, wisa wîna wî li hemberî neyarên jînê destnîþan dibe....Eve Aramê Digran, Aramê ku di destpêka tevgera kudî de jî pêre dilsoz bû û wekî ku dizanî wê ev tevger hemû Xwestekên wî pêk bîne...wisa bi cimbiþa xwe, bi tiliyên hevir mêþî, bi tenikiya hestên xwe qîriya û Bilbil û Dîlber her dem sembola wî diman
Min pir caran Aramê nemir dît û min pir helbest danê...wê demê min dizanî bê çiqasî Aramê Dikran ji helbestên kurdî hez dike, çiqasî ew helbest nêzî eþa dilê wî ne, wî ji kêfa re nema dizanî çawa sipasiya min bike ..Ew dîtin di salên 1997 /1998/2000 de  Li Þamê û Helebê bûn.
Aram dengekî cuda bû, sitranên wî jî neqawî bûn wekî Sitrana ( Ey Dîlberê ),( Þev çû ),
(Tez kalkirim bi ciwanî
lê ez xort bûm tû baþ zanî
Pelê dara min te weþand
buhar çû, te payîz anî)
( Ey lo lo Delal ey lo lo delal )
û her wisa tev sitranên wî....Aramê nemir pir geriya, koçber bû, zor û astengî pir dît, lê ew wekî xwe, wekî kesayetiya xwe, kesayetiya reng û xemla Mezopotamya ma, bi çiyayên kurdistanê serbilind dibû, hêrs digirt, bi semax dibû, û çayê Gabarê di kesayetiya qehremanê kurd de Egît cihê þehnaziyê li cem wî dima
ji xwe sitrana wî ya Çayê Gabarê wê her nifþên kurdan her dem bibêjin û Aramê nemir her dem û dem di bîra xwe de bînin û wî zindî bikin.
Aram wisa bi hesanî bi çend hevokan, yan bi helbestekê, yan jî bi gotarekê nayê ziman, ew mîna dîrokê ye, dîroka ji êþ, komkujî, koçberî,qehremanî hatiye rêsandin, dema ku merov Aramê nemir þîrove bike divê ew hemû tiþtên pêþî bêne þîrove kirin, ta ku em hinekî ji mafê vî camêrî, vî dengxweþî, vî dilsozî bidênê......lê ez bawerim wê kurd vê yekê bikin û wê wî mîna lehengekî pêþwaz bikin, û wê Aramê dikran di dilê xwe de bi hêlîn bikin, ew Hêlîna ku lê digeriya, li ser distira ...ew hêlîn dilê her kudekî ye û wê ew, bilbilê wan hêlînan be...de razê Bilbilê min de razê, di xewa þêrîn de de razê..
tû mîna çemekî bê rawestan bû, balindeyekî bi raman bû, çiyayekî têr dar û ber bû...
tê bê û emê te hembêz bikin...
em xatir vê carê ji te naxwazin, ji ber her kêlîk û kêlîk tê bi me re bî, tê hevalê meyî rasteqîn bî
ez ji te xatir naxwazim Aramê min

Elmanya 11.08.2009

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark