Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gurzek Nêrgiz Bo Aramê Dîkran

 


  Konê Reþ

   Destekî bilnid, bi gurzek nêrgizên ku li derdola Cizîra Botan dipiþkivin ji bo hunermend Aram Dîkran pêþkêþ dikim. Ev ermeniyê ku wek hunermendekî navbilind di nav gelê kurd de hatiye nas kirin.. Ma seyr e ku kurdek jî stranan bi zimanê ermenî bibeje û di nav xelkên ermenî de bi nav û deng bibe…? Wek ku hûn tev dizanin, Aram ermeniye bi zimanê kurdî stran gotine û dibêje û wiha di nav kurdan de dengvedaye… Ne tenê wilo û bes..? Wî strana kurdî bi gotin û awazên nû gotiye û bi pêþve biriye, ango ji pêþengên strana kurdî a nûjene.. Wî strana kurdî ji kilasîkiya wê rizgar kiriye û bi pêþve birye (Tevî dilmaniya ermenan ji kurdan piþtî komkujiya ermenan di roja 24ê nisana 1915 an de ku hin ji wan kurdan jî gunehkar dikin.. ).


   Aram Dîkran e yê ku Cegerxwîn bi me daye naskirin, bêtir ku em Cegerxwîn nasbikin di rêka xwendina dîwanên wî re. Ji ber ku zimanê kurdî qedexe bû û her kesî newêrîbû dîwanên Seydayê Cegerxwîn peyda bikin da ku bixwînin… Ew kesên ku li bal wan peyda dibûn jî, newêrîbûn þanî kesî bidin.. Û wiha ji destpêka salîn þêstî û virede, hin bi hin navê Cegerxwîn bi saya dengê Aram Dîkran bilind bû, nexasim bi wek van gotinên Cegerxwîn:
Þev çê êdî ma tu hew tê lo..
Ez ranazêm kengî bê te xew tê lo..
Ev strana ku di wê hingê de li ser zardevê her mirovekî kurd bû.
   Bi saya Aramê Dîkran hunermendên mîna Seîd Yûsif, Mihemed Þêxo û Mehmûd Ezîz di pêvajoyeke nû re hatin hole û bi saya wê pêvajoyê strana kurdî bipêþve birin, ji kilasîkiyê rizgar kirin…
   Di sala 1966 an de ji bo xwendinê, ez ji gund hatim Qamiþlo. Hingî min navê Aram sehkir ku, ew di gel grûpa xwe þahî û ahengên kurd û ermenan li Qamiþlo, Dêrikê û Amûdê li dardixîne û tenê bi zimanê kurdî distirîne… Berî sehkirina navê wî, me navê çend neferên ermenî seh kiribû ku stranên kurdî yên kevin dibêjin wek: Karabêtê Xaço di rêka strana Lawikê Metînî de, Milkonê Nadir di rêka strana Felîtê Qutto de… û çend dengbêjên ermen yên din jî hebûn ku stran bi kurdî digotin wek: Bêdrosê Dengbêj… Lê Aram û grûpa xwe a muzîkê gaveke nû bû di vejandina stran û muzîka kurdî de.. Girûpa wî ji çend kesan pêk dihat wek: Sako, Sîrop.. û gelek amûrên muzîkê bikar tanîn wek Dahola biçûk, Cimbiþ… û her wiha gelek cûreyên govend û dîlana kurdî li ber dengê wî û grûpa mûzîka wî di hatin gerandin wek: Halayê, Þêxanî, Çeçanê… Wek nimûne ev strana reqsê:
 Wille govend ranabe, bille govend ranabe,
 Xwelî li mêrê xerabe, radizê þiyar nabe lo lo, lo lo lo lo…
   Di eynî salê de, 1966 an, Aram jî bi ermeniyên Qamiþlo re çû ermenistanê… Dema ku çên ez wek dîdevanekî çûna wan bûm, bi hevalên xwe re me ji dibistanê bazda û em çûn temaþekirina oxirkirin û xatirxwestina wan.. min bi herdû çavên xwe xatirxwestina jin, mêr, kal, pîr û zarokên ermeniyan dît, dema li otobîsê siwar dibûn û di pencereyên wê re xartir ji hev dixwestin û digiriyan… Û wiha Aram di wê salê de çû Haystanê(ermenistanê). Berî ku here ev strana wî di nav gelê Qamiþlo de belav bibû:
Diçim diçim nema têm,
Ez heyrîm çilo bêm..
Lê piþtî ku giha Yerîvanê ev stran ji xelkên Qamiþlo re þand :
Hatim hatim Haystan,
Gelek xweþe Yerîvan..
   Di baweriya min de ev strana wî bêtir ji bo gerimkirin û sorkirina xelkên ermenî bû bo çûna ermenistanê. Mêzekin ev heru stranên Aram bi kurdî ne/ne bi ermenî ne/ û propagenda ne ji bo ermenan û çûna ermenistanê.. Ev yek xweþ nîþane ku piraniya ermenên Cizîrê bi zimanê kurdî xeber didan bêtir ji zimanê ermenî…
   Sebaretî min wek nivîskar û helbestvanekî kurd, ez Aram Dîkran wek hunermendekî kurd dibînim, wî stran û mûzîka kurdî bi pêþve birye û xwe di berde westandiye, bêtir ku hunermendekî ermenî be.. lê her bi nijada xwe ew dimîne ermenî… û wê her navê wî di ferhenga gelê kurd e bimîne zindî. Ez temenekî dirêj û jiyaneke xweþ ji hunermend Aram Dîkran re hêvî dikim, bi omîda ku di salên xwe yên dawîn de jî bi merdî peyv û mûzîka kurdî a resen bipêþxîne û bibe kaniyek ji hunermendên ku nû destpêkirine û li ser þopa wî dimeþin.
   Bi vê helkeftinê, ez ji dil spasiya nivîskarê kurd Kakþar Oremar dikim, ku wiha xwe di ber navdarên kurdan de diwestîne. Bêguman wî Aram Dikran yek ji wan navdaran dîtiye ta ku wiha bi kelgiranî pirtûkekê li dor jînenîgariya wî amade dike, ev yek jî ji resenî û kurdewariya wî a paqij û durist dertê, ji bo wî qevdek kulîlkên biharî ji nergiziyên Seqlanê Mema, Eyndîwerê û Dêrika Hemko pêþkêþ dikim… Ji Aramê Dîkran re, tenduristiyek çak û rind û temenekî dirêj di þadiyê de hêvî dikim û destekî bilind, bi gurzek nêrgizên Cizîra Botan, di gel dengê wî û ev gotinên xwarê yên seydayê Cegerxwîn, her dem û gav ez di pêþwaziya wî de amade me.
Bi xeml û rewþ e, þêrîn û xweþ e
Zimanê Kurdî
Bi xweþ awaz e, letîf û naz e
Zimanê Kurdî
Beyta Feqî ye, kubra Xanî ye
Zimanê Kurdî
Bi xeml û rewþ e, þêrîn û xweþ e
Zimanê Kurdî
Kewkeb çiya ne, kubra teyra ne
Zimanê Kurdî..

Konê Reþ      
Qamiþlo, 28/07/2009

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark