Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pźwīstiya Hikumetbūna PDKź ū YNKź, PirsaKerkūkź ū Reformź…

 


Îbrahîm GUÇLU
ibrahimguclu21@gmail.com

Li Bažurê Kurdistanê di 25-ê Tirmeha 2009-an de hilbijartina gižtî û hilbijartina Serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê dê pêk bê. Diviya bû ku referanduma desturê (qanûna bingehî) jî pêk bihata. Hezar mixabin girêdayî sedemên hundir û sedemên derva rerferanduma desturê (ganûna bingehî) pažve hat avêtin. Ev jî hîç žik tune ye ku kêmasî û zaafgeke gelek mezin e. Lewra bi salan e ku destur tê amade kirin, ji bona ku pergel û sîstema Herêma Federe ya Kurdistanê bibe sîstemeke demokratîk û desturî; pêwendiyên Harêma Federe ya Kurdistanê û Hikumeta merkezî ya Federal a Iraqê ji aliyê berpirsiyarî de zelal bibe; sîstema federal gorî pîvan û qanûnên federalî bê mežandin, diviya bû ku destur bihata erê kirin.


Ev hilbijartina gižtî ya li Bažurê Kurdistanê pêk tê, hilbijartina sêyemîn e. Hilbijartina serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê jî, hilbijartina sêyemîn e. Hilbijartina yekemîn a serokê Dewleta Federal ya Kurdistanê, di sala 1992-an de pêk hat. Ji bona ku Mesud Berzanî ji sedî 51 deng negirt, nikarî bibe serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê. Pižt re diviya bû, ku hilbijartineke din pêk bihata. Hezar mixabin girêdayî žerêhundir ev hilbijartina pêk nehat. Lê Mesud Berzanî, li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û li dinyayê wek serokê fiîlî hat pejirandin. Di sala 2005-an de pižtî hilbijartina gižtî ya duyemîn ya li Bažurê Kurdistanê Mesud Berzanî ji aliyê parlamentoyê de serok hat hilbijartin.
*****  
Ev hilbijartina gižtî û hilbijartina serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê ji çend aliyan de gelek girîng in. Bi hilbijartian gižtî û hilbijartina serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê, demokrasiya Kurdistanê dê di sinavekê re derbas bibe, karaktereke nû qezenç bike, demokratîkbûn dê kûr û firah bibe. Dezgehên Dewleta Federe ya Kurdistanê dê gorî pîvan û dezgehên demokrasiyê li ciyê xwe rûnin. Li cem vê yekê hilbijartina gižtî ya li Bažurê Kurdistanê, ji bona tevayî ya Iraqê jî gelek girîng e. Lewra beriya ku li Iraqê pêvajoya demokrasiyê û federalbûnê dest pê bike, di sala 1992-a de li Bažurê Kurdistanê hilbijartineke gelek demokratîk pêk hat û ev demokrasiya li Bažurê Kurdistanê ji bona Rojhilata Navîn wek model hat nîžandan. Her çiqas li Tirkiyeyê pižtî sala 1946-an 53 sal e ku pêvajoya pirrpartitî û demokrasiyê dest pê kiribe jî, demokrasiya li Bažurê Kurdistanê, ji demokrasiya Komara Tirkiyeyê jî pêžtir dihat žirovekirin. Lewra li Tirkiyeyê neteweya kurd û grubên etnikî ji hemû mafên xwe yên neteweyî bê par in. Kurd û grubên din yên etnikî li ser navê xwe nikarin partiyên xwe ava bikin û di parlamentoyê de bi nasnameya xwe ya milî cîh nagrin. Lê li Dewleta Federe ya Kurdistanê, hemû kêmnetewe xwediyê mafên xwe yên neteweyî ne û kêmnetewe dikarin bi nasnameya xwe partî û dezgehên xwe yên milî ava bikin; bi nasnameya xwe û bi riya partiyên xwe beždarî parlamentoyê û karbidestiyê bibin.
Di sala 2003-an de pižtî midaxaleya Emerîkayê û hevalbendên wê, dema ku li Iraqê pêvajoya demokratîkbûnê dest pê kir, demokrasiya Bažurê Kurdistanê ji Iraqê re jî bû model. Dîsa di demokrasiya Bažurê Kurdistanê dê, di kûrbûn û dezgehbûna demokrasiya Iraqê de jî pêžengî kir. Lewra di vê merheleyê de sîstema federalî li Iraqê gorî qanûn û pîvanên federalî jî nayê mežandin û bi cî û cî nabe. Bona ku sîstema federalî baž bimeže, divê ku demokrasiyeke plûral û xwediyê nasnameyan hebe. Hezar mixabin ev demokrasiya li Bažurê Kurdistanê heye, li tevayî ya Iraqê tune ye. Hilbijartina gižtî li Iraqê dê ji demokrasiya plûral û nasnameyeyî re, rê veke.
Ji bona vê divê ku hemû kurd û iraqî, qiymeteke bilind û hêja bidin hilbijartinên li Bažurê Kurdistanê. Di hemendem de divê hemû kurdên li Rojhilata Navîn û li dinyayê jî dijîn, qiymetê bidin van hilbijartinan.
*****  
Wek min gelek caran nivîsand, ez dixwazin careke din dubare bikim, di vê merheleyê de bi awayekî plûralbûnê li Bažurê Kurdistanê hilbijartina serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê gelek girîng e û demokratîk e. Lê ji wê gižrîngtir jî divê Mesud Berszanî bibe serokê Dewleta Federa ya Kurdiastanê. Sedemên vê jî ji aliya neteweya kurd û reya gižtî ya dinyayê de tê zanîn. Ev sedeman taybetiyên kesayetiya Mesud Berzanî ne. Taybetiyên wî jî, ji karaktera wî ya žexsî, ji malbata wî, ji têkožîna wî, ji gelerîbûna wî, ji damezirênêrbûna wî ya Dewleta Federe ya Kurdistanê tê. Serokatiya wî, ji bona pirsên bingehî yên li Kurdistanê û Iraqê bên çareser kirin, pêwîst e.
Li cem hilbijartina serokatiya Mesud Berzanî, di parlamentoyê de giraniya wî jî gelek muhîm e. Ji bona ku Mesud Berzanî di parlamentoyê de xurt be, projeyên xwe bikare pêk bîne, divê lîsteya Kurdistanî, PDKê û YNKê di parlamentoyê de piraniya parlamentêran bigre û hikumetê ava bike.
Di vê merheleyê de pêwistiya PDKê û YNKê jî heye, ku ew partiyan bibin hikumet. Lewra herûdu partî damezrênêrên Dewleta Federa ya Kurdistanê û sîstema federal ya Iraqê ne. PDKê di sala 1946-an de dest bi xebatê kiriye û heta îro 63 sal in ku têkožîn û xebata netewetî dimežîne. Partiyeke têkožer û gelerî û xwediyê kevnežopiyeke demokratîk û hevdem û muhafazakâr e. Partiya Mele Mistefa Berzanî ye. Malbata Berzaniyan, pêžengên domdar yên neteweya kurd in û neteweya kurd jî li ser piyan hižtine. PDKê di vê merheleyê de jî, hîn xwediyê van taybetiyan e; mîsyon û fonksîyona xwe ya demî pêk tîne. YNKê her çiqas partiyeke jakoben û otorîter be jî, ji bona ku bibe partiyeke demokratîk û sosyal demokrat hewil dide. Partiyeke xebatkar û têkožer e. Ji sala 1976-an vir ve têkožîn û xebatê dimežîne. Serok û damezrênêrên YNKê xwediyê dîrokeke dirêj ya têkožînê ne. YNKê xwediyê pirsgirêkan e. Lê mirovekî wek Celal Telabanî xwediyê karîzmeyeke mezin serokê wê ye.
Partiyên din hîn nehatine ceribandin. Xwediyê xebat û têkožîneke dirêj nînin.
*****  
 Li cem hikumetbûna PDKê û YNKê, Li Bažurê Kurdistanê ji bona demokrasiyeke dezgehî û kûr, ji bona reforman, ji bona çareserkirina pirsa Kerkûkê mixalefeteke xurt û demokratîk jî pêwîst e. Lê mixalefete wusa  nûha ne diyar e.
*****  
Li ber Hikumeta nû karên gelek girîng û pêwîst hene. Karên girîng ew in: Çareserkirinba pirsa Kerkûkê û girêdayî vê pirsê, tespîta tixubên Kurdistanê; pirsa bi cî û cî kirina sîstema federalî; çêkirina reformên demokratîk; ozerkbûna aborî û sînorkirina dewletbûnê ne.
Amed, 18. 09. 2009

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 1
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark