Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Roja ku çemê Ceqceq berdan

 


 Ciwan Nebî

Ne çeq çeqa avê ji te tê,
ne jî av.
Ma nedibû
ku navekî din li te bikin?
Ma nedibû
Ku tu tiştekî din ba ji pêvî çeman?
Ceqceq çemek e ji Serxetê diherike Binxetê û  di rêya Qamişlo re digihêje Hisiça qena li wir bi tevî çemê Xabûr bibe, û Xabûr_nizanim li kû_ bi tevî Ferat  bibe û dawî hemî wilo yek li Îraqê derbas dibin tengava Erebî.


Çemk e dal û nexweş e, bi zorê diherike, tev gemar e, di ber şaredariya Qamişlo ve diçe û li bîra wan tîne cîrantiya xwe û wan, qewîtiyên pêxemberan jî. Çemek e xmgîn e navê xwe jibîr kiriye, û jibîr kiriye ku kurdan ev nav ji ber çeq çeq ava wî li ser keviran li wî kirin. Ceqceq cikiya ye çimkî turkên ku jiyan û her tişt ji ser me qut kirî ava wî jî qut kirine. Diya min î ku her sal diçe Serxetê ne tenê mewîj û gwîzan ji me re tîne, ew nûçeyên Ceqceq jî ji gundê xwe Serê Avê tîne û dibêje ku li wir ew du çem e, yek reş e û yek gewr e, û bi harbûn diherikin, bi xezeb, qena ez jî rewşa Ceqceq li Qamişlo bînim bîra diya xwe, û bi şikandina gwîzan mijûl bibin û Ceqceq û her tiştî jibîr bikin. Ceqceq radihêje gellek bîranînên me, zaroktiya me, nemaze dema em ji dibistanê direviyan û diçûn di wî de avjeniyê bikin. Ava ku ne  digihşte kabokên me weke dînan me xwe li nav gemara wê dixist, Zûkaro hevalê me yê zaroktiyê ji me tevan bihêztir bû, lewra timî berî me diket nav avê de, û cihên ku me nizanî bû bê çi qasî kûr in timî Zûkaro ew ji me re diafirandin, qam dikirin qena Sîpo piştire xwe bavêje nav wê avê, û ez yê ku nuha xwe di nav van gotinan dixim yê sisiya bim, lê ma Ceqceq dikare wan bîranînan bibêje, li ser xwe bipeyive dema duyem car ava wî berdan û ez li Helebê bûm,  çawa nûçe hatin ku gellek xanî li ber wî çûn, li  ser min dema yekem car min ew har û bedew dît?
De ez ê bibêjim…….
Wê demê ez zarokek bûm, min tu nas dikirî, û hebû du rojan li ser şekirekî bigirîm, lê weke mezinan _vajî hevalên xwe_ min  dikarî bû herim bazara ji taxa me dûr û bêyî ku winda bibim vegerim malê, di bazarê de_ û hîna_ pireke hebû Qamişlo parçe dikir du alî û di bin re çemê Ceqceq  diherikî. Her ku digihiştim wê pirê li ser tiliyên lingên xwe radiwestiyam qena li Ceqceq binihêrim, lê rojekê ji rojan li ber êvarê ez ne tenê bûm yê ku li Ceqceq dinihêrî,  bi sedan mirov li ser pirê rawestiya bûn û li Ceqqceq dinihêrîn. Wê rojê ava Ceqceq berda bûn û bi sedan mirov daketibûn jêrî pirê qena nêçîra masiyan bikin, av har diherikî û firehbû bû çem û kenarên xwe derbas kiribûn.  Mirovan bang dikirin ku turkan ava Ceqceq berdane, werin masiyan.  Tiştê ku li bîra min tê ew e ku wê rojê Qamişlo tevî masî xwarin, xortan di nav avê de çiwal bi dest xwe kiribûn, ew çiwal dikirin binê avê de û derdixistin û dema ew av ji çiwal dadiket  ew qas masiyên mezin digirtin. Wê rojê dawet bû li Qamişlo_daweta masiyan û Ceqceq çemê ku bîranînên xwe dijiya. Qamişlo wê rojê çi qasî bedew bû, hênik bû weke zivistanekê, û ji ser pirê mirovan bang dikirin yên di çem de:  Wa masiyekî mezin e. Ji qeraxan deng dihatin: wa ye wî bigirin, û her ku yekî masiyekî mezin digirt ji ser pirê û kenaran ji wî re li çepikan dixistin, difîkandin weke ku di pêşbirkekê  de biser bikeve, wî jî masiyê xwe dihiland û dihat xwe bi awayekî biyan tavête nav avê, dikete çavên xwe de û bi payebûn avjenî dikir.  Ez jî û weke yekî xwe negire min dît ku ez kintirîn rê digirim û direvim, dakevim çem, lê Ceqceqê ku kûrtirîn cih di wî de ne digişte sînga min min dî ku wê min binav bike weke evîna te, li ber xwe bibe weke nerînên te, weke masiyên ji Serxetê û bêyî vîna xwe hatî, lewra ew  reva min, ew germbûna min tev li ber çem weşiya û min dî ku ji ser beravan ez destê xwe hêdî tavêjim avê, tenê dixwazim wê bipelînim,lê jinişkave min dî ku bi sedan masiyên piçûk û bêhêz li beravê diçin û tên, dipekin,li destê min dikevin qena bi lez destê xwe bikişînim, birevim, li qotîkekê bigerim ta ku min dembolekî piçûk dît,dembolekî devê wî teng bi leztir min rahijtiyê de û hatim,hinek av ji çem kiriyê de û li beravê min destpê kir wan masiyên weke xwe biçûk bi destê xwe bigirim, wan di devê dembol yê teng re derbas bikim û mirovan hîna masiyên mezin digirtin, hîna xumxuma Ceqceq bû, hîna ew heycana mirovan bû. Yek bi yek min ew masî digirtin, û heya min ji min hebû ku ne şemitim, tenê her ku masiyek nêzîkî destê min dibû min ew digirt û dixiste dembol de, min bi dehan masî girtin, ew xistine ser hev de ta ku dembol tije bû. Masiyên ku bêhna wan çikiya û berî ku bigihêjim malê  mirin_bi xwedê min nizanî bû_ tenê min dixwest wan bibim malê, ji wan re cihekî bibînim, bi xwedî bikim û hevalên xwe bi wan biqeherînim, lê hêviyên min tev bi wan re mirin, û mam çavdariya çem bikim, çawa xumxum ji wî tê, çawa silavên merivên me ji Serxetê ji me re tîne, û av  bi lez diherikî, bedew. Li nêçîrvanên ku jinişkave wilo zane derketin min dinihêrî û dixwest ku Çeqceq wilo bimîne, bawer nedikir ku bigihêjim malê qena ji wan re tiştê çêbûyî bibêjim, ji hevalên xwe re û roj diçû ava û Ceqceq paye diçû Xabûr, gotin pêre nedibû. Li bîra min tê ez di tariyê de gihiştim malê,  xemgîn li ser masiyên xwe, westiyayî. Li bîr min tê ku ez kêfxweş bûm bi dîtina dîmeneke ku min nizanî bû ku ez ê careke din wî nebînim, ez ê Ceqceq nebînim û ew bîranînên xwe dijî , ne jî xwe wilo kêfxweş bi xumxuma jiyanê li Qamişlo. Ceqceq wilo har herikî Xabûr. Xabûrê ku mîrê Çema bû weke Selîm Berekat digot, ku weke daxwaziyê seydayê Ciger Xwîn kûr û dirêj bû, lê wê demê ew jî weke daxwaziyên min perçiqî bû, weke Ceqceq û ji Ceqceq behitî ma. Qamişlo tev behitî ma, ez jî, û Çeqceq bi beravên xwe ve dipejiqî û navê xwe diçespand, wilo jî di hişê min de bîranînek, û bîranîn çendî diçespînin ku gotin lal in.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark