Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Sunetkirina jinan 2/2

 


Amadekirin: Ezîz Xemcivîn

Keçên Kurdistanê cangoriyên sunetkirinê ne!
Piştî ko xeleka yekê ji vê doseyê hate weşandin, hin nerînên cûr bi cûr li ser hatin dan. Lê bi giştî erênî bûn û piranî ne dijî belavkirineke wisan bûn, tev ko hin nerînên têvel jî hebûn û gelekan jî ne dixwestin tabûyên civakê bêtin şikandin. Hin ji kesên ko herdem di van mijaran de nerîna xwe ji min re eşkere dikirin, di vê babetê de min ew tişt li bal wana ne dît. Ne xem e, bi hêvî me ko em tev de bikaribin rajeyekê ji civaka xwe re bikin û heya ji me bê, em li hember diyardeyên çewt birawestin.


Di çaxê ko malpera Avestakurd rêklama doseyê belav dikir, nûçeyek li malperê hate weşandin bi navûnîşanê Şakelî:"Haletên Sunetkirinê li Kurdistanê di medyayê de hatine mezinkirin"
Avesta - Wezîrê diyanetê Mihemed Şakelî dibêje: " Sunetkirina keçan li Herêma  Kurdistanê diyarde nîne, belku halet e". http://www.avestakurd.net/news_detail.php?id=5200
Medya kurdî ya fermî ketiye bin bandora medyaya welatên Rojhilata Navîn; piraniya van welatan, eger em ne bêjin bi tevayî (ji bil Libnanê) gelekî ji veşartina kêmasiyan hez dikin. Rojekê ne xwestine ko dilê miletên xwe bi rastiyê xweş bikin; herwiha li gora ko em medyaya kurdî ya fermî dibihîsin an dixwînin, herdem me jî bi van hewldanên çavgirtinî hest dike.
Wezîrê olê li herêma Kurdistanê dixwaze bi milyonan xelkên serwext bixapîne. Bi çi nerînê dinere; gelo texmîn dike ko evqas xelk çavgirtî ne? An jî  mîna demên berê tenê radyo li bal axayên gundan hene û ew tenê nûçeyan dibihîsin û li gora daxwaz û berjewendiya xwe, ew dikarin bi sextî biguhêsin?
Ji dêvla ko ev wezîrê xwedî rêz, li hember vê diyardeya kirêt ko li herêma Kurdistanê dibe biraweste, hêja ji medyayê re dibêje: Sunetkirina keçan li herêmê “halet e, ne diyarde ye”. Nizanim, diyarde bi çend seriyan e, da ko navê diyardeyê li vê sosretê nebe?
Ji bo em babetê ber bi gengeşeyeke din ve ne guhêzin, em ê vekolîna xwe berdewam bikin. Tenê min dixwest li birader wezîrê olê vegerînim, hem jî dikarim hindek ji hevpeyivîna kovara Sibehê bi berdevkê fermî yê wezareta mafê mirovan li herêma Kurdistanê di meha nîsana buhirî de bînim ziman:
((Berdevkê fermî yê wezareta mafê mirovan Nazim Dilbend derheqê sunetkirina keçan li
Herêma Kurdistanê de ji malpera Sibehê re got: “Me wek wezareta mafê mirovan bi riya rêvebiriya xwe li bajar û bajarokan rapor amade kirine."

Nazim Dilbend got: “Li gor salên buhurî diyardeya sunetkirina keçan kêm bûye. Me li Çemçemalê 521 jinan wek nimûne wergirt û derket ku guhartineke berçav heye di kêmbûna sunetkirina keçan de, bi awayekî ku rêjeya yên ku 19-23 salî ne ji %45 e, yên ku 11-13 salî ne jî ji %23 ye.” Dilbend aşkere kir,  li Soranê ji %42’yê keçan hatine sunetkirin û li gor ji %28’ê xelkê wir jî ew karekî xirap e, li gor ji %20’ê wê jî ew kar baş e. Herweha li gor ji %50’ê wê malbat berpirs in ji wê diyardeyê, li gor ji %38’ê wê sedema wê diyardeyê orf û adet e û li gor ji %12’ê wê ol sedema sereke ya wê diyardeyê ye. Nazim Dilbend got: “Diyardeya sunetkirina keçan li Herêma Kurdistanê li gor salên bihurî kêm bûye, lê hêj jî bi rêjeya ji %10 wek xwe maye û berdewam e.))





Rêjeya sunetkirina jinan li bajarên Kurdistana Iraqê


Şanek:
Sunetkirin li hin welatan ne veşartî pêk tê,( Mînak Andinosya û hin welatên din) berevajî vê yekê, çi mala ko sunetkirina keçan lê heye aheng û şahî lê çê dibe. Li Misir jî li gelek herêman eşkere ye û li hin cihan an li bal bijîşk an jî li nexweşxaneyan çê dibe.
Piraniya bijîşkên Misrî yên neşterger vê diyardeyê bi başî û pakiyê salixê wê didin, çimkî pereyan ji dûv qezenc dikin.
 Keçên Kurdistanê cangoriyên sunetkirinê ne
Acensa nûçeyan ya Frensî Agence France-Presse( AFP) di heyva 5an sala2009an de li ser sunetkirina keçan li herêma Kurdistanê hin hevpeyivîn û nerîn belav kirine.
Raport dibêje li gundekî ko bi ser navçeya Keleh Dizê ve ye, pîrejinek bi karê “Dayê” (ya sunetkirinê dike) di mala xwe de dirabe.
Şiwêna (4 salî) derbasî oda Dayê bû, lîstokek di destê wê de ye, lê nizane çi çarenivîs li benda wê ye. Diya wê ew li ser çarçefeke kevin bicih kir, û ew li ber pîrejinê baş kontrol û zeft kir. Dayê gwîzanê (şifre-cuzan) xwe derxist û bê dilovanî parçakî piçûk ji organê Şiwên jêkir.
Pîrejina neşterger xwe bi acensê re ne da nasîn, belê li ser sunetkirina keçan wisan got:
“Sunetkirina keçan li ser diyarbûna zîlikê dimîne, dibe ko di sêsalî an çarsaliya wê de diyar bibe, lê bi giştî berî heftsaliyê diyar nabe”.
Piştî sunetkirina Şiwên, pîrê hinek xwelî (arî) bi ser organê wê de dakir, ji bo birîn zû hev bigire û xwînçûn bi keçikê re çê nebe.
Hem şîret li diya wê kir, divê sê rojan bi av û sabûnê birînê bişo û hetwana çavan tê bide.
Pîrejina neşterger gotina xwe berdewam dike: Ez gwîzan pak dikim û tenê carekê bi kar tînim, nahêlim tu ziyan bigihê keçikê, li gora suneta pêximber diçim.
Mele Omer pêşewa û gotarbêjê mizgefta Reşad Miftî li Erbîlê got:
Ev diyarde di dema pêximber de hebû, lê pêximber ne gotiye divê berdewam bibe û tu ferman bi sunetkirina keçan ne da ye, herweha di rewakirina misilmantiyê de ne erk e, û tu deq di Qurana pîroz de di vê derbarê de nîn in. Desthilata herêma Kurdistanê hewl dide ko vê diyardeyê ji holê rake, ew dibîne ko ev tundûtûjî ye li dijî jinê bikar tê.”


Şîlan Enwer Omer (7 salî) ji Toz Xormato ye, keçeke Kurd e, 
li hêviya ahenga ko diya wê soz da bû wê, lê ji dêvla ahengê çi li pişt deriyê cîrana wan li hêviya wê bû?



Nebîla Barzanî dijî sunetkirina jinan derdikeve

Nebîla Barzanî keça serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û jina Nêçîrvan Barzanî (serokwezîrê Kurdistanê) ye, di 30.08.2008an de komîteyeke qedexekirina sunetkirina jinan damezirandiye. 
Nebîla Barzanî di derbarê damezirandina vê komîteyê de wiha got: Ne ji ber ko dema ez piçûk bûm, ketim ber neştergera sunetkirinê, belê  ji bo qedexekirina vê diyardeya ne şaristanî, ya ko li Kurdistanê belavkirî ye min ev komîte damizirand.


Şîlan matmayî û şermîn e


Dayê alavên sunetkirinê amade dike

Sunetkirin û nerîna olî
Şêx Almu’tez Xeznewî
Spas ji Xwedayê cîhanê re, silav û nimêj li canê Pêxmber bin. 
Weke deq di tu pertûkên pîroz de ne hatiye ko sunetkirina jinan gerek dibe. Lê jêhatîbûnên kesayetiyên oldar hene, mîna berên Şafi’î û Henbelî çimkî ew dibêjin “ Sunetkirin, ji bo jin û mêran erk e”. Lê berên din “Henefî û Malikî dibêjin: Sunetkirin ji bo zilam sunet e û ji bo jinê pakbûn e”.
Diya Atiya a fileh gotiye: Li Medînê jinekê sunetkirin dikir, Pêximber (silav û nimêjên Xwedê lê bin) jê re gotiye: (Di sunetkirinê de ziyanê neke; ew ji bo jinê baş e û ji zilam re jî tête hes kirin).
Oldar di vê babetê de di nakokiyê de ne, hin sunetkirinê rewa dikin û hin nakin, anko ne erk e. Eger sunetkirin bi tirazû bibe sunet e, eger ne bû ne guneh e, ji ber ko tu destûrên olî pê nîn in, û li hin deveran seqa germ an serme bandora xwe dike, ew jî dibe ko bandora kelepora berî misilmantiyê li hin miletan bûye!
 

Şîlan sunet kirin


Tev li hawara Şîlanê diya wê, wê dibe mal



Nerîneke yaseyî
Lava Derwêş
Rojane zordariya li ser jinê bi cûreyên cuda û hovane diyar dibe, çi eşkere yan veşartî di bin siya yase, ol û êlê de dibe. Jin bi hebûna xwe tê tawanbarkirin û her ew e ya gunehkar.
Li gelek navçe û deverên welatê Kurdan bi hovîtî dest dirêjî li taybetiya laşê keçan dibe.
Birayara wê bi alavên tirs û nezaniyê dibirin. Wê kêmendam dikin û ji mafê jiyaneke bi rûmet û bi biryar bêpar dikin. Bi destê dê û bavan tê birînkirin, zaroktî û paşeroja wê tê birrîn û navê sunetkirinê lê dikin. Dikin kêf û şahî bi kujtina buharan, û Xweda jî dengê hawara wê nake. 
Lê xelekên çewsandinê li vir na rawestin û rengin din distînin; kujtina bêrûmetiyê, şewtandin, pirjinî, bêparkirin ji perwerdeyê ... htd. 
Di nerîna hinekan de ev parastina rûmetê ye, lê rûmet ne di nav lingên jinê de ye. Namûs nirxekî civakî yî bilind e, ew lehengî ye, rastgo ye, dadmendî ye, bilindkirina hevpara jînê ye. Rûmet xak e, welatperwerî ye. Çawa buharên vê xakê birîndar dikin?
Ev kiryarên kirêt ne ji kultura Kurda ye. Lê divê em bi gavên yaseyî û bi karûbarên civakî bizanibin çawa rê li ber bigirin.
Yaseyên taybet û yên giştî
Welatên Ewropî hewl didin rê li ber vê kiryara hovane bigirin, herçiqas ev pirsgirêk li gorî welatên din bi hejmarek  hindik dibe û  ji nav penaberên ko li vir bi cî bûne derketiye. Lê wan welatan gavên yaseyî danîn û sunetkirin qedexe kirin, çi bi rêya bikaranîna zagonên giştî (weke Holenda) yan zagonên taybet jê re danîn li hin welatan weke (Swêd, Ingeltera, Belcîka...)
Li Ferensayê  ji 25  kêşeyan di vî warî de li dadgehan tewankarên sunetkirinê çi dê û bav bin yan kesên din bin hatin tawankirin û siza bûn. 
Mînak
Li Holenda sunetkirina keçan bi zagonên giştî qedexe ye. Li gorî benda 300 - 304 ji yaseya sizayê êşandin û birînkirin  cizabar e û li ser wê bingehê tawankarên sunetkirina keçan tên cizakirin.
Ew birînkirin û êşandina bi mebest e. Ciza digihe sê sal zindan û di mercên giran de digihe heşt salan, eger mirin encama wê be digihe deh salan zindan.
Herweha sunetkirina keçan dikeve bin yaseya tawanbariya karên bijîşkiya bê bawername. Dema birînkirin bi destê malbatê be ciza girantir dibe. Kesên ko bi van tawankariyan zanibin û gilih nekin ew jî cizabar in.
Peymanên navnetewî
Benda sisyan ji peymana Ewropî ya mafê mirovan ECHR êşkence û kiryarên ne mirovane qedexe dike.  Li gor benda heştan ji vê peymanê divê desthelatî hemwelatiyên xwe biparêzin, ger pêwîst be yaseyên cizayê bi kar bînin. Têkwerkirina di jiyana taybet ya hemwelatiyan de tenê rewa ye gava zagon wê erê bike û ji bo parastina saxlemiyê û ya civaka demokrat be.
Daxuyaniya cihanî ya mafê mirovan  UDHR û  peymana Ewropî ya mafê mirovan ECHR: binpêkirina mafê jiyanê (benda diduyan UDHR û benda sisêyan ECHR), qedexekirina êşkencê (benda pêmcan UDHR  û benda sisêyan ECHR)  mafê taybetmendiya laş ( benda 12 UDHR û  heştan ECHR).
Benda 19 ji peymana cihanî ya mafê zarokan CRC: parastina zarokan ji tundûtûjiyê, birînkirin û êşandinê. Benda 24 rakirina pêmayên kevnare yên ziyanê li tendurustiya zarokê dikin.
Benda çaran peymana jinan dijî tundûtûjiyê ye.
Pêkanîna lêkolînên civaknasî û projeyên taybet mîna vê doseyê ji bo lêpirsîn û belavkirina agahî û metirsiya sunetkirina keçan û encamên wê yên xerab li ser derûnî û laşê jinê gavin pir giring in. Erkê me teva ye ko em vê pirsgirêkê ronî bikin û bi dengekî bêjin “NA” ji sunetkirina keçan re.


Wêne dipeyivin!


Çiqas diyarî tu bidî wê, parçeyê ko stema te ew jêkir, venagerînin




Cangoriyên sunetkirinê


Dayê, diravên sunetkirinê qezenc kirin


Parçak ji raporta Rêkxistina WADI
(Dubare ji doseya Sunetkirina jinan ½ )
Di sala 2007an de rêkxistina WADI ya Almanî geryaneke berfireh li piraniya bajar û gundên Kurdistana Başûr kir, û hevpeyivîn bi 1800 jinî re ji herêmên têvel pêk anî.
Vekolîn di encamên pêşekî de wisan diyar bû: Sunetkirina keçan li hemû deverên herêma Kurdistanê ji rêjeya 60% -100% dibe, tenê parêsgeha Duhokê rêjeya sunetkirina keçan 10% ye.
Rêkxistina WADI rewşa navçeya Pêşder li bajarê Ranya bi rewşeke dramatîk saloxdan kir.
Tîmeke gerok ya rêkxistina WADI, ji heyva adarê heta dawiya heyva tebaxê sala 2008an 115 seredanên bi rêk û pêk li 50 gumdî û 25 dibistanên keçan kir, di encama dan û standina bi 2952 jinan re derket ko 2810 jin ziyan dîtine, anko rêjeya 95% keç û jin li wê deverê hatine sunetkirin.
Rêkxistina WADI diyar kir ko sunetkirina keçan li Kurdistana Îranê jî heye. Eger “Daye” li wê herêmê kêm an tune bin, hin jin keçên xwe tînin Kurdistana Îraqê, sunet dikin û divegerin.



Stemeke bêdeng
Di dawiya vê doseyê de dixwazim, çi kesên ko karînên wan hene bi dev, nivîs, reklam û çi alav û destgehên ragihandinê digel hev, em civaka xwe bi ziyan û nebaşiyên sunetkirina keçan serwext bikin.
Ev kirdeya nerewa gelek ziyanê digehîne jiyana zayendî (seks), ne tenê jin dibe qurbaniya vê tundûtûjiyê, belam zilam (peya) bi xwe jî di nekêfxweşiya jina xwe de anko bi sarbûna têkiliya nivînê dêşe. Sunetkirina jinê bandoreke neyênî li ser derûniya her du hevjînan dike. 
Bila dê û bav yên ko naxwazin tiliya kur an keçeke wan kul û birîn bibe, bi berpirsiyariyeke mirovantiyê agehdar bibin. Jêkirin, kêmkirin û seqetkirina organê keçê kirdeyeke hovane ye, karekî bê-ûjdanî û bê sincî ye bi çi behaneyê bibe, ew nayê pejirandin.
______________________________________________________

Jêderên vî beşî:
Malpera Avestakurd
Malpera Rojeva Kurd
Malpera Stop FGM in Kurdistan
Malpera Hamzoz
Agence France-Presse
Raportên Rêkxistina WADI
Eurokurd Human Rights
Rojnameya Washington Post

Sunetkirina jinan 1/2 
Doseya sunetkirina jinan 2/2
Avestakurd
Amadekirin: Ezîz Xemcivîn
xemcivin@live.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.2
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark