Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvīn: Hevpeyvīnek Li Gel Sernivīserź Rojnameya Azadiya Welat Tayip Temel

 


Hevpeyvîn: Imer Kalo
imerkalo@hotmail.com

   Bi bonya bîranîna damezirandina yekemîn rojnameya kurdî " Kurdistan " li Qahîrê û ji aliyê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan - di 22-4-1898 an de, her weha ji bo vekirin û xurtkirina pêwendî û têkliyan di navbera alav û dezgehên ragihandina kurd de li seranserî Kurdistanê, em li Ameda paytext – kurdistana Turkiyê bûne mîvan, û me bi navê Rojnameya DENG ev hevpeyvîn bi sernivîserê Rojnameya Azadiya Welat – mamuste Tayip Temel - re li dar xist.


 Imer Kalo: Di destpêkê de em dixwazin ku win nasname û pêvajoya rojnameya Azadiya Welat ji destpêka wežana xwe de ta roja îroyîn ji xwendevanên DENG re bidin nasîn?.

Tayip Temel: Rojnameya Azadiya Welat li ser kevnežopiya Welat ku ji aliyê Apê Mûsa, Feqî Huseyîn Sagniç, Zubeyîr Aydar û gelek rewženbîrên ve hatibû avakirin dest bi wežanê kir. Pižtî ku Welat ji aliyê dewletê ve di sala 1994’an de hate girtin, Welatê Me bi qasî 6 mehan wežan kir û ew jî hate girtin. Ji sala 1994’an heta 2003’yan Azadiya Welat li ser heman kevnežopiyê wežana xwe domand.Pižtre biryar da ku bê walat  û navenda xwe anî Amedê. Bi tevahî heta tebaxa 2006’an 554 hejmar bi awayekî heftane derketin. Azadiya Welat li hemû Kurdistanê rojnameya herî domdirêj e ya ku heta niha derketiye. Di nava 12 salan de ji sedî zêdetir doz lê hatin vekirin. Gelek dozên ku hatin e vekirin ji ber wêneyan hatin vekirin. Ji ber ku Tirkiyeyê di îdianameyan de Azadiya Welat wekî rojnameyeke bi zimanekî neyê fêmkirin wežanê dike bi nav dikir û nedixwest behsa kurdî bê kirin. Azadiya Welat di 15’ê Tebaxa 2006’an de gaveke din a yekemîn avêt û dest bi wežana xwe ya rojane kir. Lê ceza û doz bi dawî nebûn. Êdî dihate îdiakirin ku bi kurdî propagandaya PKK’ê dike û lewre jî di nava 3 mehan de nêzî 20 dozan lê hate vekirin. Herî dawiyê roja Newroza 2007’an 20 roj cezayê rawestandina wežanê jê re hate birîn.



Imer Kalo: Gelo sedemên ku dewleta Tirk rojnameya Azadiye Welat 20 roj cezakiribû çine, û ew ceza bi çi zagonê hate stendin?.

Tayip Temel: Li Tirkiyeyê qanûneke bi navê TMK di 2006’an de hate derxistin û ev zagon ji bo pêžîgirtina çalakiyên demokratîk, bêdengkirina çapemeniya azad û serbixwe hate derxistin. Di roja Newrozê de biryar hate dayîn ku 20 rojan Azadiya Welat girtî bimîne. Di hinceta biryarê de hate diyarkirin ku Azadiya Welat li gorî nêrîna PKK ê wežan dike û cih dide daxuyaniyên rêveberên payebilind ên PKK ê û daxuyanî û belavokên saziyên alîgir ên PKK ê.
Bêguman ev hemû hincet in û tu bingehên van îdiayan nîn in. Em wežaneke kurdî ne û lewre hemû pêžveçûnên siyaseta kurd û bi taybetî jî hemû daxuyaniyên siyasetvanên kurd ji bo me nûçe ne. Bi taybetî jî Tevgera Siyasî ya li Bakur jî siyaseta kurdên bakur diyar dike. Niha Tirkiye xwe amade dike ku êrîžên mezin pêk bîne û lewre jî beriya van êrîžan dixwaze hemû dezgehên ragihandin û çapemeniya kurd bêdeng bihêle. Rastiya meseleyê ev e. Sedema girtinê ew e ku em bi naveroka xwe ya wežanê dewletê aciz dikin.

Imer Kalo: Pîvanên pejirandina rojnamevan û editorên rojnameyê di Azadiya Welat de çine, ango pêwiste ku edîtor çi zanibe û karibe çi bike?.

Tayip Temel: Azadiya Welat hem ji bo xebatkarên xwe, hem jî ji bo editorên xwe û hem jî ji bo xwendevanên xwe yên ku ev 15 sal in wê dixwînin, dibistaneke ziman û agahdariyê ye. Mînak; ez bi xwe jî yek ji xwendevanên wê bûm di dima ku min zanîngeh dixwend de. Lewre pivana Azadiya Welat ew e ku kadroyên wê bi kurdî bikarin xizmetî rojnamegeriya kurdî û doza gelê kurd bikin. Bêguman pîvan û disiplîna me ya xebatê ya taybet heye. Lê ya esasî ew e ku bawerî bi zimanê kurdî û doza gelê kurd a azadiyê anîbe. Ji ber ku em têkožîn û xebata bi zimanê kurdî tê kirin wekî têkožîneke mezin a li hemberî helandin û înkarê tê dayîn, dinirxînin.
 
Imer Kalo: Xebata xwe ya rojane çawa tê birêvebirin, ji aliyê komkirina nivîs û nûçe û berheman û wežandina wan de?.

Tayip Temel: Xebata me ya nûçeyan wekî hemû rojnameyên xelkê tê mežandin û tižtekî kêmtir nîn e. Lê zehmetiyên me zêdetir in. Ji ber ku ajansên nûçeyan ên bi kurdî wežanê dikin pir kêm in. Lewre me bi xwe nûçegihanên taybet jî hene. Li Ewropa, Iraq, Îran û Sûriyeyê nûçe tên. Li çarperçeyên welat û Tirkiyeyê jî nûçegihanên me hene. Navenda me ya nûçeyan heye û hemû agahî li wir berhev dibin û pižtre li rûpelan tên belavkirin.
 
Imer Kalo: Win çawa rojnameyê rojane belav dikin, û li kur tê belav kirin, û ew ji bilî bakurê Kurdistanê - Turkiyê li kur belav dibe?.

Tayip Temel: Rojnameya me li hemû bajarên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê dihat belavkirin. Li ser žîrketên belavkirinê diçû her derê. Wekî din li her bajarê mezin buroyên me yên belavkirinê hene û ew rojnameyê bi destan belav dikin. Lê li ser zextên polîs û dewletê žîrketê di 20 adara 2007’an de peymana xwe xira kir û got ew êdî nikarin vê rojnameyê belav bikin. Lewre êdî rojname naçe rojnamefirožên li Tirkiyeyê lê bi tenê diçe nûnergehên me û belavkarên me bi destan wê êdî belav dikin.



Imer Kalo: Gelo Azadiya Welat dixwaze çi ji miletê xwe re pêžkêžke, ango bi çi rolê radibe û dixwaze çi ji civata kurd re bike?.

Tayip Temel: Azadiya Welat yekemîn rojnameya bi kurdî li Tirkiyeyê derdikeve ye. Ji bo parastin û pêžvebirina zimanê kurdî li Tirkiyeyê tenê Welat derdikeve. Ev rojname ji bo parastina zimanê kurdî pir girîng e. Heta gelek saziyên kurd rojnameya Azadiya Welat wekî rûmeta gelê kurd dibînin û di her warî de li rojnameya Azadiya Welat xwedî derdikevin. Li aliyê din Azadiya Welat di çarçoveya yekitiya neteweyî ya gelê kurd de wežanê dike û dixwaze bibe dengê kurdên li çar perçeyên Kurdistanê.

Imer Kalo: Di warê aborî de, tenê rojname li ser abone û firotinê berdewam dike, an jî ji tu aliyên din de alîkariya wê dibe?.

Tayip Temel: Aboriya rojnameyê bi tenê ji firotina rojnameyê, pižtgiriya gel û reklamên ku di rojnameyê de têne belavkirin, tê. Lewre ji aliyekî din alîkariyeke aborî nayê.

Imer Kalo: Win rojê çiqas hijmar çap dikin, û çiqwas tê firotin û çiqas li we vedigere?.

Tayip Temel: Em 14 hezar an jî 15 hezar rojnameyan çap dikin. Ji vanan nêzî 8 an jî 9 hezar tê firotin û yên mayî jî li me vedigerin. Carna tîraja me digihije 10 hezarî jî.

Imer Kalo: Astengiyên ku win li bakurê Kurdistanê di xebata xwe ya rojnamegirî de dibînin çine?.

Tayip Temel: Astengiya herî mezin ew e ku li Tirkiyeyê hê jî zimanê kurdî wekî zimanekî fermî û qanûnî nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê jî pirsgirêkên mezin ên zagonî carna di xebatê de derdikevin. Dîsa astengiyên dewletê ji xwe tên zanîn. Lê rojnamegeriya kurdî li welatekî wekî Tirkiyeyê pir zehmet e. Ji ber ku bi sed salan polîtîkayên helandinê li ser zimanê kurdî hatine mežandin. Kêmbûna xwendevanan, zehmetiya xwendina bi kurdî hin îžaretên girîng ên van polîtîkayan e.

Imer Kalo: Têkliyên we bi rojnamegeriya kurdî re li her çar perçeyên Kurdistanê hene an na, û win rojnamegeriya kurdî çawa dinirxînin?.

Tayip Temel: Çi li bažûr û çi jî li perçeyên din ên Kurdistanê têkiliyên me bi gelek dezgehên çapemeniyê û rojnamegerên serbixwe re hene. Em her dixwazin têkilî zêdetir bibin. Di warê dan û standina nûçeyan de jî gelek caran em pižtgiriya wežanên din dikin û pižtgiriya wan jî werdigirin. Ev tižtek pir girîng e. Lê divê bê zanîn ku ev têkilî hê jî ne di asta ku feydeyekî mezin bidin rojnamegeriya kurdî de ne. Divê xurtir bibin.

Imer Kalo: Gellek spas ji bo we, û gotina we ya dawîn çiye?.
 
Tayip Temel: Ez jî spasiya rojnameya Deng dikim.

- Dawî -
  

 

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark