Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: BÊ DENGIYA ESMERÊ

 



Demhat Dêrikî

Esmerê!
Wê bê dengiyê bi dengvedana dilê min bikuje!
Û min bibe wê cîhana xwe ya ji þevên gulgulî.
Dizanim ger tu bikene û peyv ji nava lêvên te biherikin ser qada dengiyê
Yê gul,nêrgiz,beybûn,þîlan û welatê kulilkan serê xwe li ber te biçemînin.
Yê mirî kefenên xwe biçrînin û berê xwe bidin dengvedana þahiya te esmerê.


Erê qurban,erê xanimê canê,ma tu nizanê?
Dengê te dengê vejîna kaniya ne
Dengê te dengê  herkandina çem û rûbarane
Dengê te dengê awaza çiyane
Dengê te dengê evînê ye
Dengê te dengê Qamiþlo û Dêrika deþta hesinaye
Dengê te dengê serhildana hestên minin esmerê.
Lê tu bê dengî
Tu bûyî padîþaha bê dengiyê
Û ez li vir
Li vî bajarê ku giyan bûyî hiþk dar
Hest bûyîn sêwî
Û sond bûyî dirav!
Li vir
Li vî bajarê ku evîn bingor dibe û keziyên kezîdirêjan kêlin
Tebata xwe bi serpêhatiyên dengê te yê ez ji xwe re birîm,tînim.
Þev,gav û kêliyên xwe di wan demên te yê gulgulî de diborînim
Û her xewnên min ji wî dengê te yê îro bê dengbûyî avis dibin
Û di nava dengê te yê ez dibirim þevên xwe
Ez li nava kiras tenikiya xwe dikirim mêhvan û bi ava memikên xwe diþoþtim
Û te hemû bêhnxweþiya xwe diyarî canê min dikir esmerê…
Aaaax esmer,ev çi derde?
Derdê te ji bê dengiya welatan girantire
Jana te ji jana axa ziwa jantire
Nalîna te ji nalîna gulçilmisiyan nalîntire
Axîna te ji axîna bê baranê axîntire!..
Ka bêje min esmerê ez çi bikim û çi nekim
Da dengê te hemû bê dengiyan di dengê xwe de wisnda bike?
Jiber ku dengê te koka jîna mine semerê.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark