Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ronîkirinek di derbarê dîroka hin dezgehên ragihandinê de

 


  Imer Kalo
imerkalo@hotmail.com

( ji bo bîranîna 111 saliya rojnamegeriya kurdî)

Pêşgotin:
   Di pêvajoya dîroka mirov û jiyanê de, ji kevnê salan de ta roja îroyîn, ango ji 3500 sal pêş dîroka zayînê de, ji wê demê de - dema ku texmîna gotin û peyv û ziman dibe de, ta serdem û qonaxa me ya îroyîn, hezariya sisiyan, ya ku tê de nav li cîhanê dibe gundekî bi çûk, û serdem û qonaxa şoreş û raperîna hevgihiştin û ragihandinê, û derketina têgeha gulobalîzmê. Ragihandin û hevgihiştin pêdivî û girîngiyeke zor sereke û bingehîne di pêvajoya jiyana mirovatiyê de, ji ber ku jiyana mirov bi şandin û pêşwaziya nêrîn û bawerî û derbirin û zimanan berdewam dibe, û bi danûstandin û têkilî û peywendiyên hişmend, û bi vîneke zindî û jîndar pêşdikeve.


Pêşketina hevgihiştin û ragihandinê di dîroka cîhanê de, bi sê gûn û qonaxan tête berçavkirin û nirxandin, ji peyv û gotin û hevgihiştina devkîn de destpêdike, di pişt wê re, serdema duyem ya xwendin û nivîsandin û çapemeniyê ye, ta roja me ya îroyîn û serdema sêyem, ya ku nav lê dibe hevgihiştin û ragihandina eliktronîk. Xala herî berçav û balkêş ewe ku tevî mezintirîn pêşketinên di serdema sêyem ya eliktronîk de çêbûn û hîn jî çêdibin, hîn bi rewş û pêvajoya herdu serdemên di pêş wê de - ya devkîn û çapemeniyê re girêdayî û têkildare, her wiha ya duyem û çapemeniyê bi ya yekem û devkîn re, ango nayê wê wateyê ku nûjentirîn û pêşketirîn qonax û serdem yên di pêş xwe de radike û tunne dike, vajî wê yekê her rengek û beşek ji pêvajoya hevgihiştin û ragihandinê hîn jî zindî û jîndare, ta di bilindtirîn asteyên hişmendiyê di nava millet û civetên cîhanê de, lê bê guman qonaxa dawiyê bandoreke nerênî li rola herduyên di pêş xwe de dike, dîsa jî her reng û şêweyek li gor cudahiya nîr û rewşa miletan bi kar tê, û xwedî merc û pisporî û taybetmendiye.

1- Hevgihiştina devkîn:
 
   Hevgihiştina devkîn bi rengekî eşkere û rû li rû bi kar tê, pêwistî û giringiya vî rengî bi hebûna gotebêj û guhdaran di heman cih û demê de heye, ev şêwe kevintirîn rengê hevgihiştinê di dîroka mirovatiyê de ye, û bi derketin û deranîna ziman û peyv û gotinan re derkete holê, û roleke mezin û pêwist di pêşketina pêvajoya jiyana miletan de lîstiye û hîn jî dilîze, yên ku rola xwe berfereh di vê qonaxa de lîstin, kesayetiyên oldarbûn, ji kevinê salan de gelên Yonanî bîtir sûd jî vî rengê hevgihiştinê wergirtin, di hemî boneyan de bi rengekî hişmend bi kardianîn, di şahî û şîn û hilbijartinên konevanî û civetên ken û xemrevînê de bi merama zanînê xwedî lêger û lêkolînin, ta roja îro ev şêwe li cem gelên cîhanê tête nirxandina çetintirîn rengê hevgihiştinê, ji ber ku yê devkîn û zindî dipeyive, pêwiste ku xwedî hişmendî û rewşenbîriyeke astbilind be, ta ku karibe bandorekê li guhdaran bike, û wan bi zanîn û serpêhatinên xwe yên di hemî warên jiyana de bawerke, ta ku karibe guhdaran di bin bandora bîr û baweriyên xwe de bilîvîne, û di pişt re karibe encaman qezencke. Bi pêşketina jiyanê re, hevgihiştin jî pêşket, û gellek reng û beş standin, wek:
- Gotûbêja mirov bi derûna wî re: ev şêwe di hinderê kesayetiya mirov de çêdibe, wate tê de bi ravekirina wî ya taybet û kesayetî de girêdayîne.
- Hevgihiştina navberîn: tê de hevgihiştin piştrast di navbera du kesan an jî komek kes de rû li rû çê dibe, û her pênc hastên mirov tê de dixebitin û kardikin.
-  Hevgihiştina di navbera rêxistinan de: di vî rengî de hevgihiştin bi şêweyekî fermî û rêxistinî bi kar tê, şandin û pêşwaziya nameyan wek zincîreke bi hev de girêdayî, di navbera endamên rêxistinan de têtin şopandin.
- Hevgihiştina ragihandinê: ev reng dikeve navbera hevgihiştinên raste rast û rû li rû û hevgihiştinên gelêrî, ji vî rengî re dezgehên teknîkî divên, ta ku name bighe komeke gelêriye mezin.
- Hevgihiştinên gelêrî: nameya vî rengî eşkere û di heman demê de, ji komeke gelêriye bêt nasnameye mezintir re, di riya kenalên fereh re tête şandin, helbet wisa rola hevgihiştinên navberîn di vî rengî de kêmtir dibe.
- Hevgihiştinên ji dûr de: di riya dezgehên Eliktronî re, û di navbera du deverên ji hev dûr de çê dibe, wek: hevgihiştinên di riya dezgehên Telîfon, Birûsk, Faks ê re.
- Hevgihiştinên bêdeng: ev reng di riya çavan - zimanê çavan – re bi kar tê, bêdeng wek ken - reng û durvê rû - nîşanên tilî û destan - symbolên bêdeng û dîtinê.
- Hevgihiştinên konevanî: wate û mebesta vî regî, ji bo bandora nerîn û baweriyên rêxistinên konevanî û desaletan li cemawerê wan tête bi kar anîn, û di riya dezgehên ragihandinê û peywendiyên rû li rû re çê dibe.

2- Hevgihiştina nivîsandî:

   Hevgihiştina nivîsandî di du qonaxan re derbas bû, di qonaxa rewşenbîriya nivîsandina bi destan û serdema çapemeniyê. Nivîsandina bi destan yekemîn şêweyê parastin û veşartin û erşîfkirina gotin û bêje û agahî û hemî tiştan bû, bi deranîn û fêrbûna nivîsandinê re, guhertineke fîzyolocî di endamên hastên mirov de çêkir, ji hesta guhan û bihîstinê hevgihiştin dageriya ser çavan û dîtinê, dem û cih jî tê de hatin guhertin, vajî hevgihiştina devkîn, mirov dikare tê de li kîjan cihî be û di kîjan demê de be, nameyê bi destan wergire û dîtina çavan bixwîne, helbet piştî deranîn û derketina pelan di sedsala heyştan de li Sînê, hevgihiştina nivîsandî geveke berfereh di warê pêşketina weşanê de avêt, û roleke mezintir di warê zanîn û rewşenbîriya miletan de lîst û hîn jî dilîze, di pişt re serdema çapemeniyê bû gava duyem di warê pêşketin û bikaranîna hevgihiştina nivîsandî de, çapemeniyê ji Ewropayê de destpêkir, dema ku yekemîn Incîl ji aliyê Cotinburg de, û di sala 1453 an li Almaniya hate çapkirin û weşandin, di pişt re teknîkên çapemeniyê zû û bi lez li Ewropayê hatin belavkirin, çapxane û weşangeh pirtirbûn, û bandoreke erêniye mezin li rewşa Ewropiyan ya bazirganî û rewşenbîrî kir, di wê demê de karekî nû bû ji wan re derkete holê, gelek ji wan di warê nivîsandin û weşan û çapkirin û rêveberiya pirtûkxaneyan de xebitîn, ta destpêka sedsala  deh û heftan, rojname derketin holê, piştî wê qonaxa ustûbariya hevgihiştina nivîsandî mezintir û berferehtir bû, û zayîn û pêvajoya rojnamegiriyê ji wir de destpêkir.

3- Ragihandina çapemeniyê:
  
A- Rojname: Yekemîn rojname di bin navê " Rojnameya Bênsilvaniya û Raghênerê rojane " de li Emerêka di sala 1783 an de derket, lê di destpêkê de nirxê rojnameyan yê aborî gellekî buhabû, her kesî nikaribû bidestxistana ji bilî cemawerê hilbijartiyê û kesên xwedî roleke konevaniye bilind, ji ber wê yekê rojnamegerî pir di nav milletan de belav nebû ta salên sî ji sedsala deh û nehan, ku tê de afirandin û pêşketinên nû di warê teknîkên çapxane û çapemeniyê de derketin holê, û di pişt re rojnamegerî bi rengekî lezoktir û erzantir derdiketin, û karibûn pirtir belavbibana û têra xwesteka cemawer bikirina. Di sedsala bîstan de rojnamegerî bêhtir pêşket û bêhtir bû xwedî roleke ustûbar û hişmend, ustûbariyeke nû di sedsala bîstan de ji rojnamegeriyê re derket holê, ew jî derketina dezgehên ragihandinê yên nû wek Radiyo û Telefizyon û Sînemayê bûn, ji wir de rojnamegeriyê ji nû ve xwest xwe pêşxe ta ku karibe cemawerê xwe razî bike bi pêşketinên nû û pisporiya di gellek warên jiyana mirov de - wek pisporiya di sporê de li hember dezgehên nû bişpîne. Ta salên heftêyî ji seda bîstan, rojnamegerî bi afirandina kempiyûter re gavên mezintir avêtin û wêne jî ketin rojnameyan û bi hejmarên mezin li cîhanê derketin û belav bûn.
B-  Kovar:  Mirov dikare bêje ku kovar dezgeheke ragihandinê ye di navbera rojnameyê û pirtûkê de ye, wek pirtûkê ye ku tê de cih heye û her weha jê re dem heye ku babet tê de bi rengekî berfereh cihê xwe bigrin û şirrove bibin, û wekî rojnameyê ye di dema derketina xwe de derdikeve, û dikare bûyer û nûçeyan bişopîne. Bêjeya koavar ( Magazine ) bi zimanê Îngliziye, û yekemîn kovar bi navê " Review " di sala 1704 an de li Birêtaniya - Lundunê derket. Piştî destpêka sedsala deh û nehan, kovar gellekî pêşketin û bi taybetî biştî ku dest bi pisporiyê kirin, wek di warên wêje û felsefe û zanînên xwezayî û ol û konevanî û jin ... h.d. di sedsala bîstan de kovar gellekî dîtir pêşket, bi tabetî piştî salên heftêyî, û ji pelên giran û baş û bi wêneyên regîn derket, lê pirraniya cemawer û xwendevanên wê ji civata hilbijarte ne, ji ber buhabûna nirxê wê yê aborî her kesek nikare wê bi destxe, û bi sedema astbilindiya naverok û zimanê babetên wê.

4- Ragihandina Eliktronî:
   
A- Radiyo: Dîroka afirandina radiyo ji sala 1896 an de destpêdike, dema ku Coclîlmo Margonî têgihişt ku birûsk bê têl tên şandin, û Lîdo Forê di sala 1906 an de têderxist ku deng di boşahiyê de tête şandin. Hin kesan di sala 1916 an de radiyo ji bo şandin û pêşwaziya nûçeya bi karanîn, lê ji bo cenga cîhanê ya yekemîn radiyo hate qedexekirin ta sala 1919 an, ku Kenedî û Alman û di pişt re Emerêkiyan destpêkirin, di wê demê de xwediyên rojnameyan radiyo ji bo rêklama firotina rojnameyên xwe bi kardianîn, ta cenga cîhanê ya duwem, ku radiyo di wê qonaxê de roleke zor pêwist lîst, û di sala 1938 an de êdî bernameyên xwe zindî weşandin, û weha pêvajoya pêşketina radiyo berdewam bû ta roja îro.

B- Telefizyon: Weşana telefizyonê di sala 1920 an de li Emerêka yê destpêkir, û di destpêkê de telefizyonê bernameyên xwe di riya têlê re diweşandin, ta sala 1935 an ku bê têl dest bi weşanê kir, lê dema zêrîn ji telefizyonê re di salên 1952-1953 ê bû, hijmara telefizyonan pir bûn, ta ku di sala 1955 an de kete pêş radiyo û rojname û kovaran. Û piştî ku di sala 1962 an de yekemîn stêra ezmanî ya çêkirî " TELESTAR " hate berdan û bi serkeft, telefizyonê dest bi qonaxa xwe ya zindîkir, û di destpêkê de bernameyên xwe di navbera Emerêka û Ewropayê de zindî weşandin. Di pişt re stêrên ezmanî yên çêkirî pir bûn, û bi xwe re kenalên telefizyonan jî pirtirkirin.
C- Enternêt: Destpêka dîroka tora Enternêt vedigere salên 1962-1969 an li ser destên milletê Emrîkî dest pê bû, û bi mebesta bikaranîna wê torê di dezgehên leşgerî yên Emrîkî de bû, ne ji bo mebesteke ragihandinî bû, di pişt re û ji sala 1972 an de, ramana posta eliktronî " E-Mail " destpêkir û belav bû, ta ku sala 1989 an tora cîhanî " World Wide Web " destpêkir, û ta roja îro ku bi milyonan rûpelên nûçe û huner û wêne û zanîn û kar û wêje ... ji milletê cîhanê re diweşîne, û wan bi hev de girê dide.

Paşgotin:

   Me gellek dezgehên ragihanê yên din wek Sînema û Telefon û Birosk û Mors û ... ne anîn bîranîn, ji ber ku tenê em li ser kurte dîroka destpêk û pêşketina evan dezgehan di dîroka cîhanê de rawestiyan, û mebesta amedekirina me ji vî karî re, ji bo boneya bîranîna 111 saliya rojnamegeriya kurdî bû.

Kobanî: 22-4-2009

Dawî

Jêder:

1- Raperîna çanda kurdî di kovara hawarê de, Husên Hebeş, Belavgeha Hogir, 1996
2- Pêşgotina zanîna rojnamegeriyê, M.Dr. Farûq Mihemed Ebû Zêd, zanîngeha Qahîrê, 1999 an.
3- Ragihandina gelêrî di jiyana gelan de, Dr E''''''''tellah Rimhîn, Weşanxaneya Henîn, 1996 an.
4- Pêşgotina ragihandinê, Dr. Samî Ebdilezîz û Dr. Sefwet Mihemed Alim, zanîngeha Qahîrê, 1999 an.
5- Kovara ( El-hîwar ) herdu jimmar  38 – 39 , zivistan û buhara 2003 an.
2-
6- Pêşgotina radiyo û têlfiziyon, M.Dr. Macî Hilwanî Hisên û Dr. Mihemed Mîhenî, zanîngeha Qahîrê, 1999 an.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark