Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Cizîra Botan Û Medreseya Sor, mîr Evdal, Gora Nuh, Mem Û Zîn Û Burca Belek*

 


Konê Reş

   Bajarê Cizîrê ji kevntirîn bajarên Mezopotamiyayê ye. Şetê Dicle xwe li vî bajarî dipêçe û ji kevin  ev bajar bi sûr û beden bû, hêjî kavlên bedena wê di gelk cihan de maye... Ji sê rexan ve dergeh di sûrê de hebûn, ew dergeh jî bi nav bûn: Dergehê Çiyê, dergehê Torê û dergehê Deştê.. Hem jî ev bajar, ji mej ve û ta roja îro bi çend taxan bi nave wek: Taxa Kelehê, taxa Mîr Elî, taxa Torê.. Lê vê paşiyê hin taxên din hatine ava kirin wek: Taxa Sûrê, taxa Cûdî, taxa Şaxê û taxa Nûrê… Di vî bajarî de bingehê rewşenbîriya kurdî hatiye danîn û gelek şûnewarên dîrokî lê hene ji wan:


   Medreseya Sor: Ev medreseya ku mîrekên Botan, mîr Şeref kurê mîr Evdal ji malbata Azîzan, di destpêka salên 1500 ê zayînê de ava kiriye. Mîr Şeref û melayê Cizîrî, hevçerxên hev bûn û Melê Cizîrî di vê medreseyê de mamosteyî kiriye, hem jî pesnê mîr Şeref daye dema di dîwana xwe de dibêje:
Ne tenê Tebrîz û Kurdistan li ber hukmê te bin
Sed wekî şahê Xurasanê defrewarê te be..
   Medreseya Sor di heyamê xwe de zaningehek bi nav û deng bû. Mîr Şeref ji malê xwe ava kiriye.  Û ta niha bi navê Medreseya Sor navdar e, ji ber ku bi qermîdên sor hatiye ava kirin. Di vê Medreseyê da hemû ilmên hemdemî dihatin derisdan û xelkên Botan bi wî ilmî dihatin perwerdekirin. Ne tenê ilmên olî di vê medreseyê de dihat dersdan, belê Şagirtên vê medreseyê di warê Rêziman, Mentîq, Exlaq, Tib, Dîrok, Matematîk, Hendese, Endezyarî, Mîmarî, Leşkerî, Felsefe û tev şaxên zanistiyên hemdemî de, bi dilê xwe dixwendin di hatin dersdan. Li gor ku min sehkiriye; di vê Medreseyê de pirtûk ji zimanên erebî, farisî û osmanî dihatin wergerandin bo zimanê kurdî û tev şagirtan bi zimanê Kurmancî dersên xwe digirtin. Rola zaravayê Zazî û Soranî gelekî kêm bû Zaravayê Kurmancî yê sereke bû..
  Mesrefa xwendinê ji xezîna Dîwana mîrê Botan, mîr Şeref dihat dan. Di baweriya min de, medreseya Sor di heyamê xwe de, ne kêmî zanîngeha Elezherê bû, ya ku îro li welatê Misrê, bajarê Qahîrê ye.. (Hejaye gotinê ku di orta çerxê derbasbûyî de Şêx Saîdê Nûresî jî divîbû zanîngehekê mîna Medreseya Sor li Wanê ava bike..) Ez li tev ode, xilwet û hicrikên ve medreseya dîrokî geriyame, bi melayê Cizîrî re kûr û dûr çûm:
Ger lûliwê mensûr ji nizmê tu dixwazî
Wer şiirê Melê bîn! Te bi Şîrazî çi hacet..
Hem jî dibêje:
Gulê baxê Îremê Bohtan im
Şebçiraxê şebê Kurdistan im
 Gora melayê Cizîrî:1570 - 1640 jî, ya ku perçeyeke ji medreseya Sor, dikeve kêleka medreseyê de, lê jê nizimtire, ango di odak binerd de ye. Di medreseyê re, mirov derbasî quba gora Cizîrî dibin û di dervî medreseyê re, derbasî xanîkê ku gora melê Cizîrê têde ye, dibin. Li dor gora melayê Cizîrî şeş gorên din hene. Hin dibêjin ku ew gorên mîrekên Botan e û hina û hen dibêjin, gorên şagirtên Melayê Cizîrî ne..
Gora nebî Nuh: Ji wir me berê xwe da gora Nûh pêxember û mizgefta wî, gor gelekî dirêj bû, min bi gavan pîva dor 6 mitran dirêj bû. Nûh pêxember, evê ku ji ber tofanê, bi keştiyeke mezin reviya..  Kevoka aşîtiyê bi nikilkê xwe şaxek ji darên zeytûnan, ji çiyayê Cûdî jêre bir, wek mizgînî ku gihaye bejayê. Hem jî çiyayê Cûdî pişta xwe ji keleka wî re xuz kiriye, wek ku kurd dibêjin.. Di Quran pîroz de jî hatiye: We estewet ela elcûdî.. Di gel gora Nûh de, mizgeftek nû û bedew bi navê wî hatiye ava kirin… Hem jî di rex de, aşxaneyek heye, xwarina belaş li feqîr û fiqereyan belav dike.. Di bakurî gora Nûh de, bi çend mitran, gora Îsmail Ebû L-Îz yê Cizîrî ye, ku di navbera salên 1136 û 1206 an li Cizîrê jiyaya ye û bi navê Bedîûzeman hatiye naskirin. Dibêjin, ew di warê mekenîkê de gelekî şareze bû û ew yekemîn kes e ku bîra çêkirina Robotê biriye.. lê mixabin ez tiştekî zêde li dor jiyana wî nizanim..
Medreseya mîr Evdal: Di baweriya min de ev medrese kevntirîn medreseye di bajarê Cizîrê de, li ser dergehê wê hatiye nivsandin, ku ev medrese di sala 1437 an de, di heyamê mîr Evdal ê Azîzî de hatiye çêkirin..
Gora Mem û Zîn: Gora Mem û Zîn di Medreseya mîr Evdal de ye. Ev medreseya ku di orta goristana bajarê Cizîrê de ye, di odak bin erd de, ji vê medreseyê, ji rex bareş ve gora Mem û Zîn e û û li ber serê wan gora Beko ye. Wek ku hûn tev dizanin Şêx Ehmedê Xanî di sala 1695 an de destana xwe Mem û Zîn li dor wan hunandiye.. Hin dibêjin û ez jî bi wan re, ku Ehmedê Xanî ev destana xwe ji çîroka Memê Alan biriye, lê belê, kirasekî nû lê kiriye..
Goristana Cizîrê: Goristana Cizîrê dihundirê Sûrê de ye û cihekî mezin ji bajarê Cizîrê girtiye.. Medreseya mîr Evdal û gora Mem û Zîn jî dikevin nava vê goristanê de.. Hem jî gora şehîd Orhan Dogan, Mustefa paşa Miran… û bi hezeran gorên şêx û ewliyan  hene.. Min di jiyana xwe de, goristan wek goristana Cizîrê mezin û dîrokî nedîtiye.. Lê min keskek li ser gorekê ji gorên van şêx û ewliya nedît, wek ku li nav goristanên me Binxetiyan belav in..
Westanî: Di heyamê berê de, meydanek fireh û mezin bû, li rojhilatî bajarê Cizîrê, ser peravê şetê Dicle...Di vê meydanê de pehlewan kom dibûn û hunera xwe şanî xelkên Cizîrê didan. Cizîriyan hespên xwe lê dibezandin û lê cirîd dikirin. Di wextê şer û cengê de leşkerên Botan lê diciviyan, kom dibûn û karê xwe û şer dikin.. Hem jî wek seyrangehekê bû ji xelkên Cizîrê re.  Roja îro jî, eynê seyrangehê ye, bûye parka bajarê Cizîrê û tev çalakiyên rojên Çand û Hunerê, di bin siya darên wê de, li ser peravê ava Dicle, di bin pala çiyayê Cûdî de û bi beşdarbûna Emîre Sînemxan keça mîr Celadet Bedirxan hatin li darxistin.
Burca Belek: Me ji Mîrza û Ûnis xwest ku me bibin bi rex Burca Belek ve. Gotin mamoste! Qedexeye, qijleya leşkerî ye. Em dikarin di ber re derbas bibin.. Weha em li otomobîlê siwar bûn û di rex Burca Belek re derbas bûn. Tevî ku ji dûr ve Burca Belek wêran xuya dikir lê kavilên wê yên reş û spî paye, bilind û berz xuya dikir. Hêjî qijleyeke leşkerî ye, cendirme têde çilvîtkan didin.. Qedexeye ku mirov nêzîk bibe.. Di baweriya min de, Burca Belek, ev avaniya ku şetê Dicle lê difitile, li şûna şûnewarekî dîrokî û gelekî kevnar hatiye ava kirin. Burca Belek ji sedê salan ve cihê rûniştina mîrekên Botan bû, cihê şêwir û mişêwira wan bû, cihê ra û tevdîra wan bû.. Dibêjin ku ev avanî berî hezar û sêsed salî hatiye avakirin, bilindahiya dîwarên wê, sîh metro ye. Li ser dergehê wê wêneyên du şêran hene, yek li çiyayê Cûdî û yek li çiyayê Gabarê mêze dikin. Di hundirê Burcê de çil ode hene, hem jî zindana tewanbaran di gel aşxaneyan û chê mêvanan hene. Her weha holeke fireh û dirêj bo rûniştina mîr û civata wî  heye. Dibêjin ku deh ode jî bo mêvanan di hundirê Burcê de hene. Dora Burcê jî, bi bexçeyên ku bi ava Dicle dihatin avdan xemilandî bû. Gêra Mîr Mihema dikeve baxerbî Burcê de. Di heyamê berê de, Gêra Mîr Mihema wek benderekê bû ji bajarê cizîrê re, tev kelek û qeyikên ku ji Amedê û zozanan, di çemê Dicle re dihatin di wê gêrê de kom dibûn û li bajar û derdorê belav dibûn, ango navendek bazirganiyê bû.. Rezê Mîra dikeve bakurî Burcê de û Westanî wek ku berî niha me qal kir, dikeve rojhilatî Burca Belek de.
 
  • Bela ev nivîs li şûna bersivê be…
Em ji wilo mezintirin..û bes.

  
Konê Reş
Qamişlo 31/03/2009

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.4
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark