Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çelrojiya hunermend Baqî Xido Li bajarê kobanî hat li darxistin

 


Di êvara roja pêncşemê 26-3-2009 ê de, bi amedebûn û beşdarbûna hunermend û rewşenbîr û nivîskar û nûnerên partiyên tevgera siyasî ya kurdî li bajarê Kobanî bîranîna çelrojiya koçkirina hunermendê kurd yê navdar û nemir Baqî Xido li darket. Di destpêkê de yên beşdar kurte demeke bê deng li ser giyanê hunermend Baqî Xido û nemirên kurdan ji pê sekinîn, di pişt re rojnamevan Imer Kalo bi xêrhatina beşdaran kir, û li ser nemir Baqî Xido axivî û jiyana wî ji beşdaran re pêkêşkir. Û di pişt re ev kesayetî û gotin û stran hatin pêşkêşkirin:


1-    Gotina hunermend Siyamend Oskulî
2-    Gotina mamusta Mistefa Bekir
3-    Gotina nivîskar û avogat Mistefa Isma`îl
4-    Gotina nivîskar û avogat Ebdullah Îmam
5-    Gotina mamusta Selahedîn Mislim
6-    Gotina hunermend Sebah Kobanî
7-    Movirkek ji strana Bêmal ya nemir Baqî Xido ji aliyê hunermend Siyamend Oskulî de hate pêşkêşkirin.
8-    Movirkek ji strana Mem û Zîn ya nemir Baqî Xido ji aliyê hunermend Sebah Kobanî de hate pêşkêşkirin.
Di pişt re ev birûskên li jêr yên ku ji bo çelrojiya koçkirina hunermend Baqî Xido hatibûn rêkirin ji beşdaran re hatne xwendin:

Nivîskar Helîm Yûsiv
Ji bo hemû beşdarên bîranîna çelrojiya
koçkirina hunermendê kurd Baqî Xido :

Baqî Xido yek ji dengên resen yên bilindahiya bejna stirana kurdî bû, herwisa dengê herikandina êşa kurdan ya bêdeng û melûl û têrkîn bû.
Bîranîna wî rêzgirtina giyanekî paqij yê vê serdema me ya bi qirêj e.
Lidarxistina bîranînên bi vî rengî nîşana xwedîderketina li wî rengê me ye, yê ku roj bi roj dike ku winda bibe. Wisa jî qedirgitina wî dengê rihê me ye, yê ku li xwe digere.
Hûn her bijîn.

Helîm Yûsiv – Elmanya
Nivîskar Salih Cefer
 
Silavên germ li besdarên celrojiya Baqi Xidir dikim û dibêjim,
 
Erê Baqî Xidir barkir lê dengê xwe li dû xwe hişt.
 
Silavên min li nemirê desta Sirûcê û li hemû hestdarên wê deştê.
 
spas bo kar û xebata we.
 
Salih Cefer - Holenda

Dr Izedîn Temmo
Bi dil û can ez bi were rûniştîme di cellê Baqi Xido  de,  lê lashe min li ser  şaxê ezmir e  sulemaniya guhdarî be mal dikim  ew dengê ku  ez ji Koriya  kishandime kobanî û Şeranê. 
Ew denga ji bo me kurdan bi giştî û  kesê kobanî bi taybetî ce şanazî ye  û  silav û rêz bo ew kesê ku beşdarî vê rojê pîroz dikim, û kes kar û xizmeta Baqî Xido ji bîr nake, û hêvîdarim ku  ruhê Baqî di buhiştê de be.
D.r Izedîn Temmo – Kurdistana Iraqê, Suleymanî

Rojnamevan Mistefa Dewrêsh Xelîl

Ji bo malbat, dost û hogirên hunermendê navdar Baqî Xido.  Ji bo amadekarên roja bîranîna Baqî Xido.
 
Xoshik û birayên hêja,
 
Bi boneya bîranîna 40 rojîya hunermendê navdar Baqî Xido ez bi navê xwe û bi navê dezgeha Radîyo 2000FM beshî Kurdî li Sîdnî Australîya germtirîn slav û rêzê bo we pêshkêsh dikim û dilxemgînî û pejarîyên xwe li ser derbasbûna 40 Roj li ser kockirina hunermend Baqî Xido xoya dikim.
 
Raste Baqî Xido bi bedene xwe ji nav me bar kir lê ew bi deng, stran û hunera xwe wê  zindî di nav rûpelên dîroka gelê Kurd bimîne. Baqî Xido bi huner, bi mosîqe û bi sedan stranên wî yên navdar baxcê hunera Kurd li her car beshên Kurdistanê bi rengên kesk, sor û zer wekû gulîlkên biharê hatine xemlandin.
 
24 hezar kîlometir ji axa welêt dûr ji Sîdnî Australîya ta Kobanîya delal germtirîn slav û rêz bo hemi kesên beshdarî 40 Rojîya Baqî Xido pêshkêsh dikim.
 
Car din spas û her hebin û her bijîn.
 
Mistefa Dewrêsh Xelîl,
Berpirsîyarê Beshê Kurdi,
Radîyo 2000FM, Sîdnî Australia
Nivîskar Salih Demîcer
silav û rêz:
 
  di diroka mirovatiyê de . gelekan pencemora xwe bi awakî diyar û eshkere li berê jiyana xwe danîn.
  wan bi dahênana xwe jiyananeke bê mirin ji bo xwe qezenc kirin.
 Baqî Xido jî bê guman ew yek ji wan kesane
û mirina wî ye gewdeyî ew bê wateya li hember stranên (bêmal û delêl û xemê zalim) û gelekê din ,
  ev stranên ku wê her di bîreweriya miletê kurd de zindî bimînin û ji bîr nabin .
Salih Demîcer – Libnan , Beyrût
Helbestvan Stêrê Çelo
Silav û rêz ji hemû beşdarên çelrojiya koçkirina hunermend Baqî Xido re, û bi taybetî ji yên amedekar re. Hunermend Baqî Xido dengekî afsanewî bû, û dîrok û pirtûkxaneya mûzîka kurdî.
Careke din spas û silav ji beşdaran re.
Stêrê Çelo – Sûriya , Reqqa
Her weha şevbuhêrk bi axaftin û danûstandina di navbera beşdaran de li ser nemir Baqî Xido û nîrên dijwar yên jiyana wî û hunermendên kurd  berdewambû, û hin têbînî û nêrîn û pêşniyazî hatin pêşkêşkirin û şirovekirin, ta dawiyê ku spasiya beşdaran li ser alîkarî û amedebûn û gotin û nêrînên wan hate kirin, her weha spasiyeke taybet ji bo yên ku birûsk ji bo boneyê rêkiribûn, û şev bi dawî û kutabû!!!.






















 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark