Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: Hijmara 20 an ya miha Ilonê ya (HAWARA Nû) kete ber destê xwêneran de

 

Li Hewlêrê , paytexta herêma Kurdistanê hijmara nû ji kovara Hawara Nû ya ku Kombenda Kawa bo çanda Kurdî wê mihane derdixe , kete ber destê xwênerên  xwe de .
Kovara Hawara Nû kovareke hizrî-ramyarî-çandî ye mihane li Hewlêra paytext derdiçe û li seranserê Kurdistana azad tête belavkirin . Hawar bi zimanê Erebî û herdû zaravayên Kurdî (Soranî û Kurmanciya Latînî) derdikeve.


Hijmara nû ya kovarê (20) , bi  gelek mijar û babetên cuda cuda hatiye xemilandin . Sergotara hijmarê derbarê " Dadgehkirin û Tawanbarkirina Sedam yan zivrandina pûyetê bi peywendiyên Kurdî û Erebî"diaxive. Di beþe Erebî yê kovarê de em rastî van babet û navnîþanan tên : dosiya hijmarê (Lubnan diþewite : cenga Hizbullahê ne ji bo xêrê ye – Rojhilat Navîneka Nû , çima na ? – pirsgirêka serketin û têkçûnê di þerê Lubnanê de – Gelo encamên siyasî yên þerê Lubnanê çi bûn ? – Gelo Emîndarê Giþtî realeta fermî ya
Erebî derdibirre ? ) , dosiye ji layê mamoste Selah Bedredîn ve hatiye nivîsandin .
Ramanvanê Sûrî yê opozisiyonê Burhan Xeliyon derbarê " Têkçûna Diwemîn ya Colanê" de ,qise dike .Cirîs Hamis bi tundî dinvîse ku " Selahedînê Eyûbî di gora wî de aciz nekin û þoreþên gelên serketî xirab nekin !" . Nivîskar Ferîd Heddad jî li dora þerê Lubnanê wisa dinvîse " erka welatperwerên Lubnanê ya yekemîn têkbirina dijminan û avakirina dewletê ye ", û di dawiya vî beþî de du babetên giring derheqê pirsa Qubtiyan cihê xwe digirin .

Her weha , di beþe Kurdî -zaravê Soranî de deqên  korr û semînarên ku Kombenda Kawa wan her hefte lidar dixe bi firehî û tevavî hatine pêþkêþkirin tev li hindek gotar û nivîsên din mîna :   " Piþtî 60 salî , Partiya Demoqrata Kurdistanê berbi ku ? " ya S. Bedredîn , " Di vê serdemê de tenê demokrasî piþtigiriya ayîn û neteweyan dike " ya nivîskar û mêjûvanê kurd Ebdilxaliq Sersam , semînara birêz Ebdilxenî Elî Yehiya " Koçberî berbi Herêma Kurdistanê ve " , semînara birêz Zeman Ebdê " Kurdistan li berdem þalawakanî Enfal de " .

Beþê Latînî yê Hawarê jî çend babetên giring dihewîne û li pêþiya xwendevanên xwe yên birêz radixe . Ev in hindek mijar û navnîþanên vê jimarê : wergêr û nivîskarê Kurd Besam Mistefa herdû nivîsên xwe yên mihane û li ser xelekan berdewm dike " Kurd di navbera terrora deweleta neteweyî û Islama siyasî de –xeleka 3" û " Pirtûkxana Kawa –ya ku vê carê pirtûka helbestvanê Kurd Hamid Bedirxan Komkujiya Helebçe dixe bin ronahiyê de " . Nivîskar Aras Dîbo jî li dora helbestvanê Kurd yê bi nav û deng Goran gotarekê bi navê " Goran Ebdellah-Helbestvanê Kurd û Kurdisatnê " diweþîne .

Xwendevanên birêz dikarin kovara Hawara Nû li ser malpera wê ya eliktronî jî              
    bixwînin.www.hevgirtin.net .



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark