Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: LÊ NIZANIM ÇIMA?

 



Xizan Þîlan

ez çûm serlêdana Tehranê
min pêþkeþ kir
helbesta Ehmedê Xanî
rûniþtim li quncikê meyxanê
li ser bîranîna Omer Xeyam
þûþeke mey vexwar
di ber min re derbas bû Ehrîman
bi fîstanekî qedîfe û qeytan
got; navê min Ayetûllah
lê çima hatim daleqandin
li ser navê Allah û bismîllah?


ez çûm serlêdana Þamê
pêþkeþ kir destana Zîn û Memê
min vexwar ava zemzemê
ji xwe derbas bûm wê demê
ez xuþiyam mîna maran
hilkiþiyam ser dara xurman
min xwendin û xitim kirin
Tevrat, Zebûr
Încîl û Qûran
lê çima hatin min bi gezan
mîna kefter û guran?

ez çûm serlêdana Bexdayê
min got; ez kevok im
kevokê azadî û aþtiyê
ez gerok im
gerokê eþq û dilþadiyê
li Welatê Rojê
li ser axa Cîhanê
digeriyam bost bi bost
ne bejindirêj man
ne jî bejinbost
lê çima li vê cîhanê
kes ji min re nebû
heval û dost?

ez çûm serlêdana Enqerê
soz û peyman birin ji Amedê
min destê xwe dirêj kir
bi aþtî
biratî
dostî
û mêvantî
min ew rizgarkirin ji bindestî
lê çima
serê sibê hê ez li seferê
derdora min rapêçandin
zimanê min girêdan bi kemberê
gulle li min barandin
cendekê min avêtin bênderê?

ey mirovahî!
ji çerxa feleka qehpik bipirsin!
ji serdemên dîroka rûreþ bipirsin!
çimaaaa…?

              2004-09-09
              Stockholm

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark