Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Geşbûna şarekî Kurdistanî

 

Siyamend Brahim

  Bajarê Silêmaniyê  zû dilê xwe ji te re venake, Ji ber ku tu divê Hêdî hêdî bi hayedarî nêzîkî qiralgeha vî bajarî bibi  û ne hêsane ku raz, viyan û işqa xwe ji te re xuya bike,  Hingê  zû pêwendiyên taybet di navdera te û vî bajarî  çê dibe,, sihr û geşbûna xwe zû bêlî dike, bawer neke ku ji nişkave hemû razên xwe ji te bi hêsanî raxîne, û dilê Xwe ji te re veke, ji ber ku seqa wê ya taybet tu li tu bajarê Kurdistanî nabînî, bajarekî ji fulkê şêx Mehmûdê Berzencî dest pê dike, û rojava û hêdî hûdî ber bi başûr ve xwe berdide


raste temnê vî Bajarî nagihê Sêsid salî, û li ser destên Silêman Baban hatiye ava kirin,   mêjûeke birîndar rave dike, bajarekî ji nuh ve rojên reş tarî dipêçe û bi dilekî şadî simfoniya geşbûnê Ji evîndarê xwe re sozên xewnedar dinivîsîne, lewntoya "Baxê Giştî" keskayiyeke rengîn di eniya rojê de kulîlik di çîmena xewnan de dibişire, qonax li bajêr bi dilovanî û serfirazî belav dibe, bi nakutkeke  zîz ji parsiwê Mihrevaniyê, di liveke lezîn diçe, bajarekî ji kevçika dilê Xwe, omîd  dliniya wê dibane,

Şeqamî Salim, li hemberî dest rastê Serokatiya zangoya Silêmanî, û ji aliyê çepê Otêla "Palas" û li aliyê Rasê Ji Baxê Giştî dirêj, ev şeqam rengekî û durvekî ewrupî dide  bajêr, li nav giravên rê Xalin girng çênabe tu bibhure û tu balkêşî vê Wênwyê nebî, keçên polîsên kurd ên xweşik û balkêş bi kurtikên xwe yên sipî, û şerwelê şîn te dibe cihaneke din ji şaristanî û rêzdariya milletê Kurd ji pêrekê re ristkiriye û her wekî kurdan gotiye, " Şêr şêre çi jine şi mêre "sazkirina rê û destûra derbasbûnê Ji erkên wan, bi duruvekî berpirsyar ji sibê heta piştî nîv re radwestin û karê Xwe dikin, tu berê xwe didî " Baxê Giştî< derûna te vedihese, ji ber ku keskayî xweşbûneke geş di dilê mirovan de diçîne, peykerên qeflek ji helbestvanên kurdan bi serfirazî cihê Xwe girtine, Ehmedê Xanî, Mewlewî, Qanie, Mihoyî û hunermendê Nemir Yelmaz Guney, mixabin Sedayî Cezîrî û Seydayê Cegerxwîn ji wan kêm bûn, baxê Giştî isteka vehîsînêye ji zeriyên sihirdar ku ev xweşikbûna ha belav dike, piraniya keçan serserqotin dibişirin  tu astêngên dan û standina dijwar tuneye, razeke ji spehîbûn û balkêşiyê dinmîne, tu lî vî bajarê çarîkên reş û zeriyên ser nixumandî nabînî,

hêdî hêdî tu piyasa xwe berdewam dikî tu pêrgî ciyê Weşanên sageha Serdem" dibî karin wêjeyî û pirtûkên bi nirx tê çapkirin, pirtûka dawî li ser nivîskar û helbestvanê kurdên Sûryê Selîm Berket bû, û li tenişta wî hemû kovar û rojnemayên kurdî li erdê Raxistbûn, Ithad, Xebat, Nûbûn, Teaaxî, Kurdistanî nû, Aso, Bedirxan, û bi dehan kovar û rojnemayên werzeşî û hunerî, û yên jinan, û Hewlatî ya ku li seranserî kurdistanê xuetirîn rojame tê Xwendin û belavkirin ew nêzîka 14000 dane tê Firotin lewra ew xwedan rengerkî serbixwe ye, nêzîkî 80 kovar û rojname li kurdistanê deridkevin ew ji rojnameya yek raman, nemaze ramana Basên xerab rizgar bûn, û çirîskek ji azadiya weşan û rojnemevaniyê Peydabû, hêviya me ewe ku tevgera rojnemevaniyê Rengê Xwe yê Serbixwe bistîne û ji qeyd û bendên partiyê Rizgar be, azadiyeke,

Tu piyasa xwe berdewam dike, " Kitêbaxana Giştî" bi rengê Xwe yê Tewizanî wekî bûkekî çardesal bi perîkên û xemlên zanînê xemilandiye, tu bi rêzdarî û bêteşe li ber radiwestî, kateke ji katên hunera avakirina sazkir, holên wêjeyî, dîrokî, rojnemevanî, û ya gelkî balkêş ku tu li ser riya Enternêtî pencere û rodanak cihanê Ji te re vedibe, li wir ez meh ê nîvekê Beşdar bûm, çill kompiyûti ji celeb, " DEL" rêzkirîne, û rajekirina Internêtê her bê Pereye ne wek pitûkxana Emman û Şamê Ne ku li wir her katjimêrek bi dollarekî ye, di " Kitêbxana Giştî nêzîkî pêncî û pênc hezar pirtêk hatine rêzkirin û ji rajekariya xwendevana deye, ewe birastî naveneke şaristaniye, 

Careke din tu pêrgî gulistaneke biçûk dibe " ew Baxê Nalî ye, ew bi dilekî evîndar, bi işq û evîndariya xwe ya sofîtiyê Te radiwestîne û ji te re dibêje

Daxil nebî bi enberî derayî

Pişt re tu diçî navebde mûsîqî li wir hemû waneyên celebên mûsîqî tu dibînî, momosteyin pispr li wir guhdidan şagirtên xwe ji dengbêjên kurdistana roava û tenê şivan li wir beşdare,  mûzîxana Silêmanî û gelîriya hunerî dibînî, lê Tiştê Balkêş ewe ku Kuridstan bûye navenda kar û barê Kurdistanê tevaye, her wekî " Hefteya bajarê Sine" li sinterî gêncan li dar xistin, 150 nivîskar, sazvan, helbestvan, komên folklorî û nûnerê Kovara "ASO" li bajarê Sine derdikebe beşdarbû, û li Bajraê Helbça Ronemevana kurd Suhêla Muhemmedî hevpeyvînek digel min çêkirin, mêvanên Sine, yek ji wan hunermendên gewre " Husên Şerîfî" ê xwedan dengekî xurt û ciwan, Sîdiya xwe diyarî min kir, û di pêşenga pirtûkan de çend hezar pirtûk bi zimanê, Kurdî, Farisî, û Erebî hatbûn rave kirin, û ji hemû mêvanên Kuridstanê Tu li ciyê Wî dibînî, nivîskar, helbestvan, hunermend û her yek ji wen xwestek û karê Wan bi cî tîne, tiştên xweş û balkêş mêvan ji her aliyê Kurdistan û cihanê Tên, li Kurdistaneke azad, mirov têde serbest, ez nêzîka meh û nîvê Mêvanê wezareta rewşenbûriyê bûm, Mamoste Fettah Zaxoyî ê ku roleke wî î xurt di dîmen û karên rewşenbîriyê de cihê şanaziyê Ye,  


Daxil nebî bi enberî sarayî (xak û xol

Heta ne keeba xakî sol peymanî ebûûr

                       **           **

Yenî rêbazî rewzekî têde be çendewe

Muşkîn dibê Be kakolî xilmaman w zulfî hor

                       **           **

Xakî mizacî enbere rû darî rewacî eor

Bi riwî xeracî gewher darî rewacî eor                                  

Emnî Sûreke

Gelo ev navê ha ji ku ve hatiye û rengê Sor çi dinmêne ji nîşanên xwe gelo gava serok, qiral şah tên pêşiya wan xaliyên sor radixînin, lê Li cem li kurdistaên Seddam Husên kirêt avahiyeke sor û xwîna sor diherikand, pişta xwe dida cihê Xwe yê Xweş û germ, kafiyar û nanê Parîsê dixwar û li kurdistan xebatkar ] girtiyên me hemû rengê êşkence dixwarin, emnî sûreke panoramayekî ji rengên eşkence, û tewanberîn rêjîma Sedamê Girêt rave dike, warên tenahiyan wêneyeke rstîn ji wêneyên zindanên rêjîmên tevayî pêşme dike, daçekên êşandinê, zincêr û bend, silkên elktrîkê digel daçikin din ew jî xurîniya girtiyan bû, peykerê Mihemde Etta li bi dilekî tijî omîdên roja rizgariyê Ji rêjîma Seddam genî radiwestî, ronahiya yezdanî ji canê Wî derdiket,

Lê tiştê Balkêş piştî rûxandina rêjîma Seddam şend holin hunerî li emnî sûreke hate vekirin, holeke ji ji ramnên xanima hêja Hîro xan, ku kir " hola kujtara Helbça" û ev hunermedên ku çêkirin bi rengekî endezyarî û dîtinin hunerîya her bilid di dahênana vê Holê de xuya dike, û du holên din bûne cihên "raveya pêşengên pêkhanîn"

 Me li wir pêşenga hunermend Haşim Elîko dît, ew birastî kevalin xwedan dahênan pêşkêş dike,

  Navend keleporî Kurdî

Derûna te hêdî hêdî te dikşîne navenda keleporê Kurdî, avahiyeke bi xemil û xêze, li vir navend di bin rêveberiya hunermend

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark