Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

dîwana nû ya Helbestvan Taha Xelîl ( Þûna wê ) bi kurdî derket

 

bi alîkariya Dezgeha Sema ya çandî û hunerî


 
Ji weþanên çapxana Hîro Dîwana yekem a helbestvan Taha Xelîl bi nave þûna wê derket.. bergê  Dîwanê ya Hunermendê kurd Beþar îssa ye

Þûna wê bi alîkariya Sema kurd ya  çand û huner çap bûye û ev pirtûk dikêve rêze zincîra  6an  ji pirtûkê wê yê çapkirî .



Tê zanîn gelek berhemên Taha Xelîl bi zimanê Erebî û Elmanî jî hene,

þûna wê helbesta nûjen a kurdî li Suriyê datîne ser rêka rast

Taha Xelîl ji mêjve helbesta kurdî dinivîse … lê dereng ev berhem derxist  û wek ku dibêje : ” min birîyar  li Amedê sitand  .. divê ku ez helbesta xwe bighînim Amedê  ji ber ez berî her kesî ji wan re datînim… Amed Qubleta mine ji mêj ve ..!"
Ji pirtûka þûna wê :

Çend sal

Gelek sal derbas nebûne...
tenê bîst sal...
Pencere ew pencere ye.. .
Zikak eynî zikak e..
hîna ew Dêlî pê ve hildikiþe..
hîna dixwaze xwe bighîne te..
gelek sal derbas nebûne..
tenê tava rojê rengê pencerê guhertiye..
tenê demsalan boyaða pencerê weþandiye...
gelek sal derbas nebûne..!
tenê bîst sal..
ma bîst sal çi ne.. ?!!
Leþker
" bo leþkerekî Turk "
hooo leþkero..
Xwedê du dest … du çav  dane te..
da ku tu …
bi herdû cavan li yara xwe meyzekî..
bi herdû destan gulîyên wê ên reþ bihûnî…
yan jî bi wan baqê gulan pêþkêþ kî..
hoooo leþkero ku tu nezan bî ..
ji xwedayê xwe bipirese..
ew ê ji te re bibêje…
lê tu napirsî …
bi çavên xwe tu rêka evîndaran dibirî..
û bi herdû destên xwe tu radijî du seriyan..
û wênan dikþînî..
Leþkerooooo
ji xwedayê xwe bipirse..
yan jî ku tu bi dil bî..
ji dilê xwe bipirse….
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark