Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: li vir raweste

 




Azer Osî

li vir raweste
bera bêhna evînê, bi te vede
û di canê bi tenha de, bi nermî razê.
Fêrmiskên ezman yên ku bi tenha, ji wan re nimêj dikim,
bi bîranînên xwe re yeko yeko bi hejmêre
ta bi xwe, baran ji payîzêd min re,
fêrî maçên te bibe.
wê ji mijankên te,
roj li bejna te hilê
û wê destên te, tevna xeyalan vehûnin.
........


Li vir raweste
wê ji dengvedana te,
bazê li banî ji ser hêlînê bifire
û wê sitrana te, ji þagirtên paþeroja te re,
tomar bike.
wê kerwanên xezalan di ber te re
derbas bibin, û wê li pala çiyayên te,
govenda niþtimanî ji neviyên te re,
li dar bixin.
................
Li vir raweste
û sênîka þekir di danê sibehê de
di hemû cejnan de,
bi destan hilgire,
bera zarokên rojê, bi Sîpan re, arêd Newroza
te dadin, û li xaka te
lale û lîlozan biçînin.
..........
Li vir raweste
wê hechecîkên hemûd demsalên te, ji nû ve
li te bicivin û wê diyarê ji bîrbûyî wekî berê ava bikin.
...........
Li vir raweste
û pelên sor zerî, bi bayê payîzê re, bi ser xwe de vehewîne
û li êvaran razên xwe,
di bi wan de veþêre
û li bendî min pir nemîne,
ezê bi destên xwe hemû sêvên dara te,
li çar aliyan belav bikim
û ji çûyînê re,
xwe û te amade bikim.

Elmanya - Hannover


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark