Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bersiva gong «Hûrdizî»

 


  Segvan Xelîl

Di derbarê hûrdizyê û gengeþiya di paþ perdeyê re ko têt dêran, bêyî ko sur li perdeyêxîne û evan rûgewzan biçrisîne, rexne yan bergiriyê bik in di þopa sayî û ronî de.
Di dest pêkê de, ezê destûrê ji mamostê Ezîz Xemcivîn bixwazim û rêka nerîna min þayîk bike .
Hûrdizî heybereke zengîn e ko mere di nav destan de biçelqîne, niviþk û dew û toraq xwe ji hev bidne alî , deþt û gulîstanên pênûsan berçav bibin.


Mijara gotara  ko we di hûrdiziyê de, parxwanên çend cwanmêrn rikrikandiye, dibe cihê lêpirsînê.
1-Gelo çima heybera gotarê gong e?.
2-çima Kevin û nû diçelqîne, gelo kîn têt de ye, yan bi rastî jî hûn bi pêkêrî hûrdizan re tên?.
3-eger gotara we hûrdizan nîþan neke û ev hûrdiz bi perde bidomînin û hêrîþên çewit di sînga niviskar yan rexnevan de bi çikîn in, ev çelqandin ezyet e  yan sînor e?.
Di derbarê hûrdizan de, min dixwest ev þirovekên ji nivisa birayê Xemcivîn re tên xwe bi navê rastîn bidne xuya kirin, tevî min çend caran ji birayê Xemcivîn navê evan kesan ji min re bêje, lê mixabin di her carê de, ew jî weke min bê çar bû, tu nav di destan de ne bûn.
Hûrdizî baþe û ne baþe!
Baþ e, gava niviskar di hindirê nivisa xwe de, ew çend hevok yan bêjeyên dizîne dorpêç bike  spehî ye,
Û rengê rastiyê mere bêhtir di wê nivisê de dibîn e. hema wekî nimûne bînim ziman, di lêkolîna Seyfedîn Amedî de ya di govara Rûdêm de hatibû weþandin hetanî bi rêz û jimara jêderên bêjeyên hogirî lêkolîna xwe kir bû.
Ne baþ e, wekî birayê xweþwîst Xemcivîn dibêje:
( Hûrdiz, hene kilê çavên mirov didizin, çimkî diziya çavan ji wan nayê!
Hûrdizin jî hene xumava li bin pênûsa mirov didizin, çimkî diziya pênûsê ji wan nayê! Hûrdizin din hene xewa çavên mirov didizin, çimkî diziya xewnan ji wan nayê! Henaseya Hûrdizan teng e, ji ber wilo gelekî diterpilin.)
Ez bi hêvî me ji birayê Xemcivîn bersevên min li gorî heybera mijarê birêse û xwezî çendkan ji evan hûrdizan bi navên xweyî rast pêþberka  qedexekirina hûrdiziyê bikin .
Ev gotar di avesta de weþiya ye

http://avestakurd.info/author_article_detail.php?article_id=398

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark