Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji bîrdankên sala

 


Boniye- Suad Cegerxwîn

Di sala 1995an08-25 li ser biryara komîteya karger a yekîtîya jinên Kurdistanê li swêdê ez û Lorîn Nasberî ,em herdû endamên komîteya karger a yekîtîya jina beşdarî konfîransa jina ya navnetewî a çara li Pikîn bûn. Ji nav kar û xebata ko me li wir kir em beşdarî çend semînera bûn, di wan semîneran de baş dihat xuyakirin ko jinên beşdar li ser pirs û mafên jinan li welatê ko ew jê dihatin rawestîyan, em jî li ser pirsgirêkên jina kurd li her çarperçên Kurdistanê rawestîyan her û ha li ser rewşa gelê kurd bi giştî.


semîner tev intresant bûn ku em lê bibhîzin ,êşa jina li cîhanê bi tevahî nasbikin lê semînerek ji wan ji mere pir balkêş bû ji, lewra di bîrdankên salan de bi minre maye û li cem min cî girtîye.
Werda… jinek  ji wan jinên ko ev kêş bi wan re çêbûye, ew bi xwe li ser kêşa xwe diaxivî, ez jî îro dixwazim babeta vê axavtinê li vir ji were binvîsim.
Werda bi dengekî tev êş û gazin dest bi çîroka xwe kir û got. "Navê min Werda ye, ji min re pir zehmete ko ez ji were li ser rastîya xwe biaxivim, belê pir zehmete û dijware bi taybetî ko em li welatekî dijîn ko pir zehmete ko mirov têde jin be her û ha ciwan be. navê min qet jibîr nekin, kû win ji vir çûn, ne jî sûretê min, baş li min temaşekin, min di bîra xwede bihêlin, ji heval û dostê xwere li ser rewşa min biaxivin, bela tev bi hestên min re bijîn. Ezê ji were hinekî li ser êşkenca ko min ji destê –isûlîya-li Cezayir dîtîye biaxivim.
Ez xwendevanek ji paytextê me, muzîkê dixwînim. pir hevalê min hene, biçûka zarokê malbata xwe me, tim kêfxweş û dilgeş bûm. Di 28ê oktober 1994an de ez ji dibistanê deketim da bême mala xwe, di  rê de yekî pihnik li min xist, ez avêtim erdê, ez girêdam, kêr derxist li ser riwê min danî, ez ajotim torombêlekê. Ez pir tirsîyam, nizanim min bi kûve dibî. Rê pir dûr û dirêj bû, her çiqas li gel tirs û hewesa pir dirêjtir bû. Gelo malbata min anuha çi dike, wê çi bikin ger ez venegerim, belkî hina ez dîtim. Em li ber xanîkî rawestîyan, ez ji torombêlê daxistim, em ketin hundir, ez çi bibînim bi deha jin li wir hebûn, ne ez tenê di wê rewşê de bûm. Hin ji wan 20 salî bûn, hin jî 10 salî bûn. Tev ji kuç û kolanan revandine anîne vî xanî. Isulî her tiştî xeradikin, dişewitînin, jina direvînin, yek ji wan Xedîce ye, tecawiza xedîce bûye, serokê wan ew tecawiz kirîye, paşî karê wê bûye nobedarî, keçên xweşik hertim ji emir Hersan re bûn, Îro jî dora mine, ez nuh anîme, ez nizanim ezê çibikim, ez bi taswasim pir ditirsim. Ji min hat xwestin ko ez berxwe nedim, yan jî cavê xwe bigrim, ji minre got ."Ezê bi xencerê te perçe perçe bikim eger tu xwe bilivînî" cane min tev lerizî û bi tirs min got: Ez keçim, dev ji min berde, lê wî bi tundî got: Ji xweke ez ji tere dibêjim. Ji neçarî min pantelonê xwe anî xwar, bi agirê çixarê rehnê min şewitand, ez girîyam û girîyam bê rawestan, min qîr û hewar kir, çend cara tecawizî min kir. Dilê min lihevket, ew qerêjê han, ew koleperest, ew sitemkar, omîden min tev windakirin, îdî jiyana min wê çawa be. Ez divê rewşa xerab de dengê yeke din dihate min, qîr û hewara wê dilê min êşand, aye aya wê, qêjînên wî ez ne rihet kirim, gelo ez di xewnekê de me, yan jî ev bi rastî ye, navê wê Sofiya bû, ew pir têşiya ji berko bihemil bû, ez her di nav taswasa de me, gelo malbata min nuha çidikin? malbatên va jina çi dikin, xwedê.. ma ev çi bi serê mede hat. dengê du fîşeka hat, Sofiya kuştin ji ber ko pilana revê danîbû, lê pê hisîyan. Laşê wê avêtin derve, nizanim çi pê hat mir yan jî ma, navê wê yê rastî ne Sofiya Bû, ne jî navê min Werda ye, em hînî derewa jî kirin, jibo pêşeroja xwe û jibo em veşartî bimînin me navê xwe diguhert û jibo ko em li ser êşkencên ko li me bûne ne bêjin. Lê ez îro va me rêzgarim, bi alîkarîya polîsa ez veşartî mame, bi kincên peritî min ji wir bazdaye, ev du meha ez ji wir revîya me, ez bi tirs dijîm, gelo eger bi min bihisin ewê çi bi min bibe? Bi rastî ez nizanim, isûlî hîn êrîşê li ser millet dikin, ew serokên dil hişk hîn wek xwe ne. Ez pir bi xuşkên xwe yên di bin destê wan de mane dipûjinim, li ser wan pir têşim, ez bi wan zarokên ko ji fehşîtîyê çêbûne dipûjinim, çi şaşîtiya van zaroka heye? Gunehê wan çiye? Ta kengî emê di vê rewşê de bin, çima wilo bi serê me tê? Ji ber ko em jinin, ma jina çi ne qencî kirîye? Mane jin jîyan afirandine, çawa ev sitemkar bi vî awî me têşînin. jinên cezayir pir xebat kirine, şoreşgêrin, bi rastî şoreşgêrin û hîn jî li dijî isûlîyan xebatek bi tund û hêz dikin.
Xuşkno, beşdarno, rewşa me pir ne xweşe, eger em bêjin jinek cesaretê bike ko saloneke pora jibo jina veke, ev şoreşgêrîye, ev şehadeta Katya ye, ji ber ko Katya porê xwe venedşart hat kuştin, ev jî şehadeta bavê wê ye. Bi rastî min gelek tişt gotin û gelek jî mane lê dengê we ji minre pêwîste, ez şehadeta we teva dixwazim, ev jinên ko win hatine vê konfîransa mezin ya ji bo mafê jina, ez di wê bawerîyê de me ko winê  tev pişgirya me bikin, ji loma îro win li virin û ez jî li gel polîsa li virim, di nav we de me, ez bi we bihêz û bilind dibim, bihevre emê karibin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Sipas ko we min guhdar kir". Piştî ko Werda çîroka xwe got hola semînerê di nav şîn û êşêde ma, piranî nikarîbûn hêstirê xwe daqurtînin ji loma cavê teva tije hêstir bibûn û em tev jibo wê rawestîyan. bi çepkên tund û bilind çîrok hate dawî.
Piştî ko em ji konfîransê vegerîyan Swêdê, di rîya civîn, belavok û konfîransa re me agahdarîyên fireh li ser rewşa jinên cîhanê dane jinên kurd di yekîtîya jinên Kurdistanê de. Ji nav  wan agahdarîya rewşa Werda û hevalên wê. Dawî ez dibêjim: Eger em jin bi xwe sitrîyên tilyê xwe dernexin, kes ji mere dernaxî û li gel hev em bibin şahid li ser sitemkarîya ko li ser jina tê kirin.       

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark