Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Sê peykerên lal, bi pêjna evîna te peyivîn! (Helbest)

 


  Ezîz Xemcivîn

1

Çaxê ez û kevir bi hev re hatin çandin.
Baranekê em her du avdan.
Rokekê tihn dida me,
Kevirê bê kok di cihê xwe de ma.
Lê yê min,
demê, bi tundî rehên min birîn.
Ji lew ra her þepêlê
di babîsoka xwe de ez gêj kirim!


2

Ew bazên ko bi min re hêlîna xwe hûnandin.
Va çêlîkan bi firê dixînin.
Lê yê min,
hêj pênûsa min,
li dilekî spî û peleke qîz digere.

 3

Li Kaþkaþokê Mala Ermela*
min û te avjenî di tariya dilê taxê de dikir.

Me bi destê roka her du canan digirt.
Ta ko evîna ava li me hilat.

Ta ko bayê xeyidî,
sira xwe li pencera dilan dida.

Ta ko nermoka serê mêweyan,
meya evînê digufaþt.

Ta ko kilê hizrê,
li ser rêka çavan xêza xwe dikêþand.

Ta ko hênkaya avê xewn û xewn,
berê pevekê ji lêvan diguhaste lêvan.

Ta ko tilmê li ber paldeyan nermijî,
û cihoka "hisretê" bi ser kêlîkên nêçîrkirî ve diherikand.

Ax!… ax!
Ne viyana ko samanê bike!
Ne bihna ko piþikê aram bike!
Ne siya ko germa evînê lal bike!
Ne keleheke geþbînê, ko xwezîçirkekê sar bike!

Werdekên feraþîna dil,
di bin sîbera destên te de dilûsin.
Stêrên xewnên min
di razeyên evîna te de çirîskan didin.

Pênûsa min ji wê hingê ve bi hebûna xwe hest bû.
Li ser dara hestên hebûnê,
tevna hêlîna kenê min dest pê bû.
Dema tîrêjên nerînên te,
li ser deryaya bihna min tîrêj vedan.
Êdî tîpên roniya me beranber hev bûn.

Hêvî, navbera nêrgizîn bû,
peyapey em kirin vêsiha temen.

Dîsan li vî kaþkaþokî,
destê te ji wê dûriyê pêçeka bendewariya min dilorîne.
Çavên me,
dilan bi pêçiyên rokê tevdidin.
Keser û nihêniya peyvên me dûmanê didin.
Çendîn xalxalokên hevokan ji hêtûna dûriyê bêzar bibin.
çendîn basikên xweziyan
di ser gorepanên þewata dilan re biþewitin.
perperîkên helbestê bi pêjna evîna te difirin!

31.10.2008
Kaþkaþokê Mala Ermela: Ev kaþkaþok li taxa me berî 20-30 salî bi mêwe, þînkayî û coyên ava hênik gelekî navdar bû.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark