Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Kongreya Nivîskarên Kurd li Swêdê pêk hat

 




Kongreya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê di 18 ê cotmehê li Stockholmê pêk hat. Hejmarek bilind ji endaman beþdarî kongreyê bûn.


Li ser navê Yekîtiya Nivîskaran, Serokê Komelê Xaluk Ozturk çalakiyên sala derbasbûyî piralî nirxand. Nivîskar Zinar Soran jî rapora aborî pêþkêþ kir. Piþtre dîwanek ji bo rêvebirina kongrê hate hilbijartin.

Piþtî xwendina raporan, ji endamê komelê, Nivîskar Osman Aytar dîtina xwe li ser çalakiyên komelê anî ziman. Aytar xwest ku, komele li ser buyerên li welat ji awira helwestnîþandanê çalaktir bibe.
Nivîskar Enwer Karahan jî li ser nirxdayîna berhemên nivîskarên Kurdan rawestiya û xwest ku, komele ji bo danasîna berhemên wan, çalaktir bibe.

Piþtî nirxandinên cewaz, endamên komelê komîteya karger ya nû hilbijart. Komîta Kargêr ji van Kesan pêk tê:

Zeynelabdîn Zinar, Silêman Demir, Zinar Soran, Bubê Eser, Sidik Bozarslan.

Enwer Karahan, Xaluk Ozturk û Sidik Bozarslan jî dê weke endam, bi têkiliyên bi Federasyona Komeleyên Kurdistanê re, yekîtiya nivîskaran temsîl bikin.

Zarathustra News – zoroaster@comhem.se

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark