Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Di nava PUK ê de dengên cewaz: Demokrasî anjî kevneperestî

 


  Endamên partiyên demokratîk bi rêya kongre, konferans û civînan dîtinên xwe dihênin zimên, rê ji xwe re vedikin. Dîtinên xwe gav bi gav, bi rêya niqaþ û guftugoyê didin pejirandin.
Ev demek e, di PUK ê de dengên cewaz bilind dibin. Belê, PUK, weke hêzek rêvebir, li ser gelek pirsên li Herêmê berpirsiyar e. Hetanî cihekî li ser pirsên Iraqê jî xwedî gotin e.
Ev alî dikare herdem bibe cihê niqaþê. Rexne bêne kirin, bi pêþniyaran xeletî bêne rastkirin.


Serokê PUK ê Celal Talabanî, ji bo hevkariya nav hêzên Kurdan, û têkilya erênî bi welatên cîran re mirovek çalak e, têra xwe pispor e. Divê av aliyê Serok Talebanî bê dîtin. Serok Talebanî ji vê awirê ve pîrê dîplomasiyê ye. Ev aliyê wî dê pêþerojê jî bibe cihê niqaþê.

Li gorî zaniyên belav bûne, beþek ji endamên revebir yên PUK ê li Londonê xwestine gavekî bavêjin. Li ser gava hatiye avêtin, nêzî 40 kesan piþtgirî kiriye. 16 kes ji wan endamên komîteya navendî ne. Noþirvan Mustafa jî ji wan kesan e ku nerazîbûna xwe aniye zimên. Xwestiye ji PUK ê veqete…

Li ser xwestinên wan zêde zaniyarî belav nebûye. Dikarin di hinek xwestinên xwe de rastbîn, rastgo bin. Lê weke ku hate qalkirin, rê nikare bê niqaþ, bê biryar, têkbirina partiyek stabîl ji xwe re bike armanc.

Mirov hêvî dike ku, di demek wisa hesas de, pirs bi rêyên demokratîk bêne çareserkirin.

Eurokurd.net – zarathustra News

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark