Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Sunetkirina jinan an qedexekirina þêwezaran?

 


  Ezîz Xemcivîn
xemcivîn@hotmail.com

Hejmara jinan yên ko ji bo tolhidana namûsê hatine kujtin, li Silêmanî û Hewlêrê ji hemû bajarên Îraqê bêtir bû.

Li Kurdistana azad û bi taybetî li Hewlêr û (Silêmaniyê bajarê tenê bi modêl û dirûv pêþketî ye) lê bi naverokê mîna Sûdan, Nêcîriya û Tanzanya û Misrê hîna bi ramanên berê ko naxwazin jin mîna zilam ji jiyana zayendî xweþiyê bibîne, an ji bo germa zayendî ligel nemîne, (li gora nerîna wan) da nekeve þaþitiyê, ji lew ra jinê sunet dikin.


Kurdên baþûr jinan sunet dikin. Çendî hewldanên hindek rewþenbîr û nivîskarên (soranîperest) mîna Þêrko Bêkes û Muhsin Ciwamêr û 52 rewþenbîrên ko wek hev diramin, xwestin zaravayê kurmanciya jorîn li hêrêmên Kurdistana baþûr qedexe bikin. Gazindî parleman, serok û serokwezîrê Kurdistanê kirin û nuha jî hawara xwe gihandin birayên xwe ên Ereb (kur û neviyên Sedam Husên) ta ko li Kurdistanê zaravayê xwe bivênevê fermî bikin, û þêwezarên din nehêlin.
Beranber vê mijarê ne ramiyan, ko diyardeyên (sunetkirin û kujtina jinan) ên herî þerm û binpêkirina mafê jinê, ji kultûra xwe rakin. Hêjayî gotinê ye, li gora serjimarên fermî yên mafên mirovan li Kurdistana Îraqê, hejmara jinan yên ko ji bo tolhidana namûsê hatine kujtin, li Silêmanî û Hewlêrê ji hemû bajarên Îraqê bêtir bû.

Avestakurd

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark