Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hunermend Îmad Selîm dibêje «Dinya û Evîn»

 


Îmad Selîm xortê nûhatî, xwediyê tilîkên zêrin, dengê ku evîndaran di nav hestan de dirêse, di demeke gelekî kîn de bi kar û xebata xwe, di esîmanê Muzîka Kurdî de bû stêrikeke geþ û li ber ronahiya vê stêrikê gelek xort û qîzên Kurd bûne derwêþê evînê, ev xortê ku li rojavayê Kurdistanê, Herema Amûdê û Gundê Xirbê Feqîran çavê xwe li jiyanê vekirye, ji zarokatiya xwe de buye evîndarê amûra Tembûrê, piþtî ku li gel malbata xwe di salên notî de koçberî Eurupa dibe, li ber destê hosteyê Tembura Kurdî Xelefê pîr Nehroz hînî Tembûrê dibe


li gora ku Îmad Selîm dibêje ku rojane wî zêdeyî 12-16 katijmêran li Tembûrê dixist û nedwestiya, niha jî piþtî ku ji dawetan vedgere mal bi tenha xwe bi dengê tembura xwere li Feqîr Xidir, Qepal û pîr miço dibe mîvan, wan tilîkên xwe yên ku qet ji gera li ser perdeyên tembûrê nawestin di bêdengiya þevê de li ser perdeyan digerîne.
Hunermendê deng xweþ Îmad Selîm, her hefte li ber awazên Tembûra wî, bi sedan xort û qîz govendê digerînin û Qîz û Xortên evîndar sozên evînê ji hevre didin.

Îmad Selîm di berhema xwe ya bi navê ``Dinya û Evîn`` de yekemîn cara ku bi berhemeke profosonal derdikeve pêþberî guhdarên xwe.

Cd ya hunermend Îmad Selîm ji 10 staranan pêktê. Hunermendê dengxweþ, Carna li kolanên Girizêr û Sîba Þêxidir de dengê wî bi giriyê dayikên dil þewitîre dibe yek, û carna evîn wî dinav agirê xwe de dirêse û li ber bablîsokên bîrîkirina yarê û lehya hêstirên wê diçe.

Navên strana:

1-Dinya û evîn                  6 Ne wek teye 
2-Bes bigrî                       7-Teyrê li ser darê 

3-Por zerê                        8- Here xayin 

4-Yarê                             9- Çarþemba Sor  

5-Were Dîlber                10- Fermana.

 

Cd ya Îmad Selîm ji Produksiyona dmp-Hannover,Tanjn Duman  derket.

Muzisynên ku di Cd yê de xebitîne evin:
Dibin rêvebirya: Tanju Duman CD hatiye amadekirin

Ernjer: Mustafa Araooglu, Tanju Duman

Kompozisyon:Kemal Aropoglu
Akustik E.Gitar:Ayhan Gunyl (Paco)

Bas Gitar. Eyup Hamis

Ney û Zirne: Murteze Kalir

Qanûn: Turgut

Koma Baxlemê: Fatih Doganer, Motor Alî

Elktro Solo Baxleme: Kemal

Percussion: Ercüment Sönmez

Koma Kemanê: Îlker Tekyayigil, Ferit Tekyayigil, Said Büyükcnar, Samî Büyükcner, Ceyhan Donacil, Guneyt Cokuner, Gorkan Topal.

Viola: Metin Kobaci Cello, Murad Süngü.
Produkyiyon: DMP-Hannover, Tanju Duman.



Wer tê xweya kirin ku Îmad Selîm bi kedeke pir mezin ev CD ê amedekirye.

Hûn dikarin CD ê ji hunermend Îmad Selîm bixwazin.


Xebat Þakir

25.09.2008 Oldenburg/ Elmanya

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark