Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pêvajoya Nû ya Ergenekon

 


  Dara BILEK

Doza Ergenekon Ber Bi Pêvajoyeke Nûve Diçe..
Wekî ku tê zanîn roja 3ê îlona 2008 an generalekî bi navê serkirdayetiya hêzên çekdarên tirk di zindanê de serdana du genaralên malnişîn ji bo doza Egenekonê ku girtî bûn kir. Vê serdan di raya giştî ya Tirkiyê de gelek deng veda. Rêxistina Ergenekonê ji aliyê dadgehê ve wekî rêxistineke terorîstî hatiye xûyakirin û li gora vê yekê der heqê wan de doz hatine vekirin. Ew bi tawanbariya terorîstiyê û tawanbariya kuştina bi dehan welatparêzên kurd û demokratên tirk hatine girtin.


Ew bi tawanbariya dijîtiya demokrasiyê û karkirina li gel mafya û hêzên tarî hatine girtin. Rojane li ser vê dozê wesaîkên nû derdikevin holê û her karek qirêj li Tirkiye û Kurdistanê hatî kirin bi destên van tê de bi awayekî vekirî dixuye. Di rastiya xwe de ev doz ji bo pêvajoya siyasî ya Tirkiyê gelekî giring e. Ev kesên îdeolojiya dewletê ya fermî diparêzin, kemalîst û nijatperestên tirk hemû pişgiriya van girtiyan dikin û wan wekî qehremanan didin nîşandan. Ji aliye din ve kesên li Tirkiyê demokrasiyê diparêzin, beşek ji tevgera îslamî û piraniya tevgera kurd vekirina doza der barê van kesan de, dadgehkirina girtiyên Ergenekonê wekî gaveke pêş, ber bi siyaseteke medenî ve dibînin.

Bi vê serdana li ser navê leşkeran hatî kirin, ji niha ve siyek avête ser vê dozê û ji îro pê ve îhtimaleke mezin dê çûna vê dozê bête guhartin. Ji roja ev genaralên malnişîn hatine girtin heta niha, ev cara yekem e ku, leşker bi awayekî fermî û vekirî li van kesan xwedî derdikevin. Her wiha ev bûyer wekî mûdaxeleyeke fermî tê hesibandin û wekî inzarekê ye ji bo hikûmetê. Gelo ka dê hikûmet bikaribe li dadgehê xwedî derkeve, yan wek pirsgirêka li Şemzînan bûye, dê li ber leşkeran stuyê xwe xwar bike?

Bi hemmû awayan giringiya vê dozê û van girtiyan heye. Mumkûn e bawerî tunebe, ku encamek ji vê dozê derkeve. Ji ber ku ew îrada hikûmetê tûne ye, heta dawiyê dû vê dozê here û bi awayekî yasayî vê pirsê berev encamekê ve bibe. Her wiha desthilatdariya dadweran jî rê nade ku ev doz bi awayekî hiqûqî bigihê encamekê. Di rastiya xwe de tawanbarkirina pirsa doza Ergenekon tawanbarkirina siyaseta dewleta tirk a 20 salên dawî ye. Eger bi awayekî pêwist ev doz bête vekirin mumkûn e gelek tişt zelal bibin, dê dîroka tarî ya Tirkiye, ya leşkeran û bûyerên di nav tevgera kurd de hatine holê heta radeyekê zelal bibin. Gelo dema ev tiştên qirêj bêne zelalkirin dê tevgera kurd bikeve çi rewşê ? Dê çi prosesa siyasî bide pêşiya tevgera kurd û her wiha ya herî girîng dê kurd di nav xwe de çi muhasebê bikin? Bersiva van pirsan û gelek pirsên din bi vî cureyî ji bo tevgera kurd bûye pêwistiyek.

Heta niha ji aliyê kurdan ve tenê pirsa PKK û derdora wê bi doza Ergenekonê ve girêdayî hatiye holê û hinek tişt eşkere bûne, heta berpirsiyarê PKK ê daxwaz kir ku di vê der barê de îfada wî jî bête girtin. Her wiha wekî gelek caran riya rihet dît û hinek berpirsiyarên ji PKK veqetiyane wekî beşek Ergenekonê ya di nav PKK ê de dane destnîşankirin û gelek tişt di vê der barê de gotin. Ew kesên ji PKK ê veqetiyan bersiva berpirsiyarê PKK ê dane. Di rastiya xwe de kurd der barê pirsa Ergenekon û girêdana kurdan de gelek tiştan dizanin, hinek niviskar gelek vekirî û zelal vê der barê de dîtinên xwe gotin û hinek tişt zelal kirin. Lê di rastiya xwe de piraniya kurdan yan vê yekê nabînin yan jî ji tirsekê bêdeng dimînin. Di baweriya min de der barê siyaseta desthilatdariya PKK ê de gelek tişt hatine gotin û helwest eşkere ye. Lê ji derê PKK û der dora wê tevgera kurd di vî warî de çi dike? Gelo pirsa Erkenekon bi awayekî bandora xwe heta çi radeyê li rêxistin û siyaset û dezgeyên din kirine? Di baweriya min de pêwîst e her rêxistin di nav xwe de vekirî nirxandinekê bike û xwe di ber çavan re derbas bikin, eger lewitandinek hebe ji raya giştî re bête eşkerekirin, xwe jê pakij bikin. Dê ev yek destên qirêj di nav tevgera kurd de pakij bike.

Dema mirov tenê çerçova PKK û derdora wê li pirsa Ergenekon û bandora wê li ser Tevgera Kurd binirxîne kêmasiyek mezin e û rê piçekî li ber çavên mirov tarî dike. Çikas em berfireh bala xwe bidin vê pirsê û nirxandinên xwe bikin, em ê çêtir bikaribin tehrîbatên di nav tevgera kurd de peydabûyî bibînin.
-------
hemdem

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark