Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Dilê min bo te Duhok a min

 


Gulnar Elî

Rûyê þîn,
mija spêdê,
þikestina çavên te,
sotina hetavê,
tabûta zarokatiya min
    ser milên xwe helgirt.
Pey taziya xewnên min
çûçk û zarok,
sîbera ferzindeka mirî diþûn.
biken û girya xwe,
kolanan vedmalin.


Dilên niyas dibînim
dêmên neniyas
zarokê kal neniyasî
Bûrîn.

Çentka wêne û kartên hevala
bi milê çepê ve
xwe bidavên dil girêda.
tikêta firokê bi xurtî
xwe bi serên tibla þehdê û beranî vegirt.
Dêmên xelkî di nav xerecirê de,
hemî wek hev in,
lêvên biken
firîna kevoka
çav belavoka strana.

Tinê ez ya biyanî me
ne wekî kesê

biyanî li derve û jor

li ser sinora û dûr.
 
Rabîna firokê ji Hewlêr
dilê min revand û bazda
ji bo bizivrît...
Dilê vekolayî ser tabîta diltengiyê
te kir bû pelatinkeka rengîn.
Þîn kirin
hewes û perdavên þîn
nexþîn roj.




Barana payîzê, þûþtim

Bi germa xem û xweþiyan...
gehiþtînêk ji bo jêk dûrkevîn
çi bibe, bila bibe!
noke min bibe def xwe

dizanim kuçkirna min çarenûs e,
 her wekî viyana min
dizanim ku þevên min dirêj in.
Girî dê davên xwe rêsît

xweþiya evro, xema sube ye

xema evro, kenyada sube ye.


Di dozexa xwe ya þox û þeng

min hembêz bike.

Dilê xwe dê bo te hêlim,

barkem dûr,

dûr zeman

dûr zemîn.

Fêrî derbederiyê û koçkirinê bûm,

fêrî elfebêtkên Teniyayê û xemokiyê bûm,

fêrî nalîna þevên bêdar bûm.

Di bajarên pêþesazî de

beringarî þevên xwînmêj bim

bi dilê trumpa xewa bê êþ.

piþta xwe bidim paþe rojê

bila çavên min ser rojên reviyayî
 helawîstî bimînin.

Gulnar Elî
23-6-06
Duhok
Nikirin 16-8-08


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.22
Bi Tevahî Deng: 9


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark