Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Komkujiya Şengal di yekemîn selveger de hat ji bîrkirin

 


  Mecîd Heso

Salek beriya niha wate li 14.08.2007 an destê reşê teroristan gehişt du Komelgehên sivîl û bêguneh (Gir Ezêr û Sîpa Şêxidir) li qeza Şengalê.  Li gorî encamên ne fermî yên ji bal komeleya rewşenbîrên êzidiyan ve ku navenda wê li qeza Şengalê ye hatine belav kirin, ziyanên vê bûyerê bi vî rengî bûn:


336 kes (120 mê û 216 Nêr) hatine kujtin, zêdey 600 kes birîndarbûn, 500 xanî hatin wêrankirin, 100 Autombêl hatin Şewitandin, 147 dikan kavilbûn, 170 Zaro Sêwî man (94 Mê û 76 Nêr ) ji vê hijmarê yên ku ji dê sêwî mane 30, ji bav 94, ji dê û bav 45 zaro ne, komele di rapora xwe de dibêje dibe ev hijmar zêdetir bin jî lê ji ber hêza wan nebûye û astengî li pêşiya kar û xebata wan derketine karîbûna wan sinûrdar ma ye, tiştê balkêş di raporê de ewe ku pîlana teroristan kujtina 30 000 kesan bû ye, di dawiya rapora ku ji rêxirawa lêborîna navneteweyî û navenda lêkolîn û Arşîvkirina Yekêtiya Ewrupa re hatî şandin de tê gotin ku eve ji Nîsana sala 2003 an û vir de 571 Êzidî li tevaya Îraqê hatine Kujtin eve jî li gorî hijmara wan lı vî welatî rêjeyek bilinde.

Dema mirov were û van encaman di bin çav re derbas bike wê asta kerb û kîna şovenîzma ereb ya veşartî li hember gelê Kurd û bi taybet êzidiyan derkeve holê.
Ji ber çî û çima ev dever hat hilbijartin?
Bersivdayina vê pirsê pir hêsane û her kes jî dizane ka giringiya Şengalê ji boy Kurdistanê ji aliyê cugrafî , dîrokî û demugrafî çende. Me dinivîseke xwe ya berê de jî nivîsandibû ku ciyê Şingalê ji bo Kurdistanê xwedî stratejiyek taybete û bêy wê dê hîmayê hêla nexşeya Kurdistanê ji aliyê başûr rojhilat ve kêm derkeve.
Ji hêla dîrokî ve jî vê herêmê berxwedanek mezin û bê hempa kiriye û yek ji herêmên dawiyê bû li Kurdistanê ku bikeve bin nîrê dagîrkerên Osmanî, wate piştî şerê Çaldêranê û serketina Osmaniyan li ser Sefewiyan sala 1514 û peymana qesra Şirîn, ji ber giringiya ciyê wê Sultan Selîmê yekem ferman da serleşker Muhemed paşa ku şengal bê vekirin, di şerek bê nimûne de xelkê Şengalê berxwedanek mezin nîşan da û bi hezaran cagorî axa pîroza şengalê bûn.
Ji hêla demugrafî ve jî resenahiya kurdîniya xelkê Şengalê ji gişt herêmên dî yên Kurdistanê cudaye ji boy parastin û xwedî derketin ji Ol, çand û zimanê xwe yê Kurdî gelek serhildan û berxwedan kirine, ji ber van nirxan rejîma Seddam mezintirîn projeyê erebkirina herêmên Kurdistanê li qeza Şengal da maşandin, heke mirov basê asîmlasiyonê bike tenê qeza Şengal û deverên êzidiyan têr dikin ku mirov wek nimûne bigre destê xwe û lêkolînan li ser astê zordariya rejîma berê ya Îraqê li dijî gelê kurd bike.

Lê çima di vî demî de ev bûyer pêkhat? Gûman tê de nîne îro Îraq bi gişt herêm, bajar û gundên xwe ve armanca teroristane, xerapkaran divê li Îraqê şerek etnîkî derkeve holê û ter û hişik bişewitin. Lê ji ber metod û şêweyê bûyera Şengalê mirov mecbûr dimîne ku ne wisa bi hêsanî di çarçoveya teqîneke normal de binirxîne, li vir ez ne bidîtina birêz serok wezîrê Îraqê re me, dema dibêje cêwaziya vê teqînê ji yên dî ku rojane li Îraqê diqewimin tine ye, li 23.07.2008 em şandeka êzidiyan li Berlinê di hevdîtina serokwezîrê îraqê birêz Nûrî Al-Malikî ya bi revenda Îraqê re li Almanya amadebûn, me jêre basê rewşa xerap ya herêmên êzidiyan û bi taybet rewşa qeza Şengal kir, me gotê Şengal wek nimûneya herêma Darfor ya Sodanê ye ji boy Îraqê, wî go raste ez bi were me rewşa Şengal pir xerape lê ev rewş li her deverek Îraqê heye û bitaybet jî ew teqîna li Şengalê jî girêdayî wê rewşa xerape, beriya ku terorist li Şengalê vê kiriyara ne mirovane bikin li Bexda û gelek bajarên dî yên Îraqê kiriyarên bi vî şêwey encamdan. Bê guman rastiyek ji boy gotinên birêz Malikî heye, lê bi dîtina min gereke mirov hin meseleyan bitaybet yên weke komkujiyan biçûk nebîne û bê şirovekirin di ser re derbas nebe, heke raste çima ji nîsana 2003 an û heyanî destpêka sala 2007 an teroristan ne xwestin li herêma êzidînişîn alozî û kiriyarên teroristane bimeşînin.

Bi dîtina min helwesta xelkê Şengalê di dema rapirsa li ser destûrê Iraqê û paşî helbijartinên perlemana Îraqê de ku deng da ye lîsteya Kurdistanê sîgnalek xeter da şofenizmên Ereb, radîkalan bi vê kiriyarê xwestin xelkê deverê çav tirsandî bikin, bi hêviya ku wan ji aqubeta girêdana bi herêma Kurdistanê ve dûrbixin û asta nirxên wan yên olî û neteweyî kiz bikin.

Ji ber bê xemî, bê pîlanî û nefamiya Hikûmeta herêma Kurdistanê Şengal hat kujtin, hukimranên me yên welat parêz, qehreman, fîdakar, serbilin û serfiraz bi hin tiştên dî yên bê wate û dûr ji exlaq, rêbaz û rewiştên kurdayetiyê ve mijûl man, berjewendiyên serekî yên xelkê Kurdistanê qurbana nakokiyên navxweyî û encamdana karên xwe yên gendel kirin, vê yekê cesaret da teroristan serbest bilivin û tevnê xwe li gorî dilê xwe raçinin.

Şofenîzman nefamiya berpirsên Kurdistanê ji xwe re kirin derfet, bi gelek şêweyan xwestin êzidiyan tevlî lîstikek gemar bikin, ji boy ku ne aramiyekê li deverên ser bi pagrafa 140 ve durist bikin, li Şêxan xwestin û êzidiyan ew pîlan  pûç kir, mixabin li Behzanê di meseleya Diwayê de êzidiyan şaşiyek dîrokî kir û delîvek zêrîn da destê islamîstên radîkal di encam de  26 karkerên bê guneh li Musil hatin kujtin û vê damargirjiyê di nav bêdengiya her dû hikumetan de (Bexdad û Hewlêr) bûyera Şengal bi xwe re derxist holê.

Ev pîlan bi awayek fireh tir hîna di rojevê de ye, berjewendiyên pir aliyan yên ku heya duh neyarên hev bûn li dijî mafên bingehîn yên gelê Kurd hevgirtin, niha rast û çep, Sine û Şîa, dixwazin pergirafa 140 ya destûra bingehîn ya Îraqê pûç derxin, eve pîlanek herêmiye di bin serokatiya DYA yê de tê meşandin, di vê pîlanê de agindayên Îran, Sûriya û Turkiya pir xurtin, hinek nîşanên vê pîlanê di rapora De Mestora de zelal bûn, hinekên dî jî di pargirafa 24 an de ji yasaya hilbijartina parêzgehan ku berî demekî perlemana Îraqê dengdan li ser kiribû hatin aşkirakirin.
Bi dîtina min, di qunaxa pêş me de Kiristiyanên devera bakûrê Musil, dê projeyê deşta Musil ku wan beriya demekî bi piştgiriya DYA amadekiriye den pêş, dûr nîne ew parêzgeheke nû damezirînin û dawa mafên xwe yên otonom bikin, gelo ta çi rade hikumeta Kurdistanê ya sssava dê bi vî pirojeyi kêfxweş û qayil be?. Berlin,14.08.2008

Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark