Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kampa Muqbilê*

 


Ezîz Xemcivîn / Dubey
xemcivin@hotmail.com

Kî bi derdê penaberên kurd li kampa Muqbilê dizane?
Kî bi êþ û nalînên zarokan dibihîse?
Li welatê xwe jî, Kurd penaber in!

Carina em hewl didin awirekê bidin ser pirsgirêkekê, hin kes ji çavnebarî naxwazin ew hewldan biserkevin. Ji hêlekê ve bi tevdana hin mijarên gengeþoke û ji hêleke din ve hewldana þikestina merov dikin!
Ta çi radeyê planên wan diçin serî ne giring e, lê ya giring ko dilê me jî mîna pênûsê xurtemêr be, bi tu bahozê ne heje.


Di babeta Kampa Muqbilê de û ji zû ve dixwazim kari bim tiþtekî ji bo xelkên wê binivîsînim û di praktîkê de jî karekî bikim. Dibe hewldanên min yekînek bûn û geh jî bi alîkariya hin dostan, mîna kak Arif Remezan ew jî bi hemû karînên xwe, xwe da ber vî karê ko me bi hev re bikira. Taybetî me xwest weke komîtekê bi navê Kurdên ko li Kendava erebî rûdinên, biçin Kurdistanê û li gel serokê herêmê û serokwezîr û serokê parleman re bicivin. Ev pêþinyar jî, ji Dr Mihemed Ihsan re li Dubey hate gotin û wî bi kêfxweþî derivand û piþtgiriya xwe da xuyakirin.
Mixabin ji hin sedeman karê me ne çû serî, lê dîsa ez vê yekê weke bang ji berpirsyarên herêma Kurdistanê re diþînim, bi hêvî me ko guhdanê li van daxwazan bikin:

1- Xweþkirina rewþa kampê bi giþtî.
2-Avakirina xaniyan li gora hejmara malbatan û avakirina xaniyên taybet ji bo kesên ko bi serê xwe ne.
3-Vekirina derfetên kar û xebatê li ber kesên ko karin kar bikin.
4-Guhastina xwendevanên kampê bi otobasan.
5-Guhdana tenduristî.
6-Xwarinên mehane bêpere (birinc, þekir, ard, rûn…h.d) ji bo malbatan bêne terxan kirin.
7- Dektorî û dermankirina bêpere ji xelkên kampê re bi taybetî ji bo zarokan.


Nameya xortekî ji kampa Muqbilê
kakê delal ű mamîstayê hêja xemcivîn pir ji dil silav ű rêz bo te ji kampa muquble hena u pir sipas ji bo vê maila te
hêja xemcivîn.. ez gelakî kêvxwashbűm go hîn kesin bi rűmet  hena li halê me di pirsin pishtî(4) salên bê dengiyaka  xedar...ű di  jiyana penaberiyak dijwar  ű êsh ű nalineka hejar.li kudistanê ....?
mixabin....em penaberna kurdin li kurdistanê....?
jiyana ma ya rojana di meshê ű berdewam dikê  lê heger kar hebê...?
ű heger nexwashakî me habê em di nav hevda arikariyê jê re dikin u li ser dextora derman dikin
li gor derfetên me....bishtî becarîyê.....?
bi rasti hikometa herêmê berî du hayva. ji me re ( 88 ) xani avakirina u belav kirina li (88 ) malbeta li komalgiha domiz
me navê wê kiriya qamishlo....
lê em nêzîkî( 157) malbatin ű( 50) xortên ser bi xwa...
bi rasti rewsh xiraba......kar nina ... haya jiyana rojana berdewamkin
bi taybet eva boya 3 mih kar nina  ű ji % 90 bêkar in
ű tishta harî giring ya me   heya niha em nizanin    em  cina yan kina.....?????
bibora hêja xemcivin...ciroka mê dirêja bi tevgera kurdi re ű bi hukometa duhokêre
ű (unhcr ) re yani bi rasti u bi durosti em kesina winda na ji her tishti
lê tu ci karê ji mera bikê....tű ci dixwezê nasbikê....
ez amedema.....bi rasti u dirusti...heger di xizmeta van penabere 12 ê adarê da bê
disa gelak silav u hurmet ji bo te..ű tu herbijî ji bo vê pirsa te

Duhok.kurdistan
kampa muqblê
 
Kampa Muqbilê: Kampa Kurdên ko ji rojavayê Kurdistanê hatine di 12 adara 2004an li Duhokê ye.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark