Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: Sar weke tirsê - berhema yekem ya ((Ciwan Nebî))

 


Can bapîr

Sar weke tirsê Navnîþana berhema yekem ya xortê ciwan((Ciwan Nabî)), ez dibêjim : germ weke xwînê, cem min helbestên wî weke xwêdana du destên evîndaran
 di silavê de zû derin, lê dereng bîranînên wê germayê di hest serê tiliyan de dimînin û dimînin û ew pê çi delal dibin parçemok di bin þeva kerasê yarê de,
wiha ciwan rêbazek ji sîbera hevokên xwe re dibîne:


(( wê þevê û dema gundê me
kûçikek bi sermê Ketibû
...................................
.................................
Li der dora wê þevê
Kulmek mêþên hingiv hildifiriyan))
Wiha Ciwan bi destê Pirtûka xwe nazik, hiþk digire û tiliyan  ji ser hev radike û dîsa dighîne hev.
Wiha dixawze bi helbestên xwe re xewke wek jinek
 jê hezbike û bi wê bêhinvedanê me dûrî nûçeyên rojnamê sibê xe, û me têxe nav berî behnek û þanepirsan û xal û cote xalana, li pêþ û paþ peyvê me deyne .
Ciwan li tiþtekî nediyar digere
((Wey xwelî li serê min be
ez xwedanê Sîka ku di qurçikên
xanî de
Li hev diherbile
dema perewtên rojê
wê dinivîsênin))
Wiha xewnê Zarotî di berîke xwe de vediþêre li ser rû kolanan û carna ew û lingên xwe jî ji hav dixeydin û wan dikuje û li ser rê rexan pêvana tengavbûna me dibêje,
û ji bêhna xwêdana þevê re dibe þivanek baþ, û ji girî ramûsaneke ne wek kesî din diyarî yara xwe dike:
 (( Ez ramûsaneke þor
di helbestên xwe de
diyarî te dikim
qena tu zanibê ez çqasî digirîm))
lê ez di bêjim :Gelo çiqasî peyvê ((Ciwan)) diyarin û dilerizin wek guharekî dûv dirêj di guhê Keçek
 di dîlanake kurmancî germ de .
Ji mijarê derbasî zeviyekî din dibe yê malê ... bav, biran, xuþka yek, ta dayikê, evan hemî babetin nik (ciwan),nerînên yadeyî þor û gotinên bav yên bedew û hinek gotinan dixwaze ji paxila birayên xwe bidize, vêra çarþem newroze.....
bi pîjekî nazik ezmanê xwedê ((neqiþ)) dike.
di temenê xwe yê biçûk de ((Ciwan)) dixwaze
 bi rêkeke evraz û dijawar de derkeve bêyî kesî ji xwe re
 bi gopalkê, lê dibe em bi dizî di guhê wî de bêjin wek dostekî; dayik her dem kuran nayînin...
lewra xwe rêk û pêk bike û cil û bergê xwe wergir ji ber cenga helbestê þoreþgerekî bê hedan herdem dixwaze.


 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark