Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Çima Xortên me ji Keçan bêtir nêzîk tirin ji Siyasetê ?

 


Comerd Hewarî
 
Helbet wek hûn dizanin ,ta miletek / bin dest / azad be anjî bighê rêya azadî divêt ku milet bi tevayî kar bike; jin û mêr ,keç û xort.... ji van giþtan tê xwestin ku karê Siyasî bikin ta mafên xwe bi cih bînin, Lê pirsa me / ya girîng / ; Çima Keçên me ji Siyasetê dûrin ,û Xortên me nêzîk tirin û pûte ya mezin didin karê Siyasî????....
Helbet hinek ji jin û keçên me hene karê Siyasî dikin ,wek þehîdê Kurdistanê  Leyle Qasim , em Siyasetmedarê xwe Leyle Zana jî ji bîr nakin, û bi sedan jî hene li gel mêran re þerê dijmin di kirin ta îro.......


Emê dîsa vegerin bersiva pirsa xwe, bersiv li civata Kurdî di meyze, gelo em çawe li keçan dinêrin?,em di civata xwe de pûte ya herî mezin didin Xortan ,yanî pûte ya em didin Xortan em nadin Keçan . Ev sedema dihêle ku Keçên me ji Siyasetê bi dûr kevin,û sedema ne wek heviyê / navbera Xort û Keça / jî heye, hinek ji keçên me yên kurd hene eger mirov jê pirs ke ; Mafên te, daxazên te  wek Kurdek bin dest /li Sûriyê –mînak / çine? ,bi xwedê ew yê serê xwe daxe û bêje ; " Ez nizanim " !!!!.
Ma çima em Keçên xwe diþînin dibistana û Zanîngeha ,û Dewletên derve jî ,tenê ji bo bibin xwedî kar û  Mêr bikin??. Ma Siyaset ji xortan tenê tê xwestin ?.
 
Pir hinek ji keçan piþtî dawiya xwendina Zanîngehî karê Siyasî dikin,bi rastî ewan pir hindikin.
Ta kengî emê keçên xwe di xewda bihêlin , û hesta netewayetî  hiþyar nekin??
Seydayê  nemir Cegerxwîn digot:
 
Keçê rabe serî hilde   * *     di vê çaxê wiha nabî
Binêr jin çûne ezmana  * *      heta kengî di xewda bî
Keça zana û jêhatî   * *    dibe Partî Dîmoqratî
Bila dîsa tu þêrîna  * *   dilê Xurt û Seyda bî
 
Di vê helbestê de em dibînin ku Cegerxwîn jî ji Keçan dixaze ku karê Siyasî bikin.gotinek Kurdan heye dibê;"Govend bi mirovekî nabe, lê bi mirovekî kom dibe ". Û ez jî bêjim : " Bi xurtan tenê azadî nabe , bi Xort û Keçan azadî dibe ".
 
Di dawiya vê gotarê de ezê bêjim bese bila keçên me hiþyar bin û em pûteyek mezin bidin wan ta em bi hev re kar bikin bo em bighên azadiya xwe û jiyanek wek hevî di welatê xwe de  bi cih bînim.
 
Rojava yê Kurdisatnê – Herêma Efrînê
16/6/2008Z


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark