Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nêçîrvan Barzanî ji bo rojnameya elmanî Die Welt: „Hin kes naxwazin fêm bikin ku Iraq federal e“

 


Rojnameya elmanî Die Welt di hejmara xwe ya îroj (12.06.2008) de hevpeyvîneke bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re diweþîne. Di vê hevpeyvînê de Barzanî dibêje ku Iraq bûye dewleteke federal, "lê hin kes hene ku naxwazin vê yekê fêm bikin". Barzanî li ser kêþeyên sereke di rojeva Kurdan de radiweste û bersiva pirsên li ser kêþeyên Kurdan bi hikumeta navendî ya li Bexdayê re (madeya 140, neft û Pêþmerge), pirsgirêkên bi Tirkiyê re û kêþeya PKKê û herweha kêþeyên Kurdan ên navxweyî, mîna gendelî û bêkariyê, dide. Rojnamevan Sîrwan H. Berko ev hevpeyvîn pêk aniye. Die Welt yek ji mezintirîn û giringtirîn rojnameyên Elmanyayê ye.


Hevpeyvîna bi Nêçîrvan Barzanî re berî niha li gelek deveran deng veda. Medyaya tirkî, erebî û ya kurdî bi þêweyekî berfireh guh da hevpeyvîna bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê re. Herweha radyoya elmanî ya dewletê WDR beþine giring ji hevpeyvîna bi Barzanî re weþand.

Nêçîrvan Barzanî li Ewropayê kêm naskirî ye. Medyaya ewropî bi taybetî serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî nas dike û giringiyê dide gotinên wî. Ji ber vê yekê weþandina hevpeyvîna bi serokê hikumetê re xwedî giringiyeke taybetî ye ji bo nasandina helwesta Kurdan di medyaya cîhanî de.



Tevaya hevpeyvînê bi zimanê elmanî:
http://www.welt.de/welt_print/article2093700/Einige
_wollen_nicht_verstehen_dass_der_Irak_foederal_ist.html



 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark