Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Yûsiv her bo Zulêxa ye

 


  Hesîb Qeredaxî (1929-1997)

Ji soranî bo kurmancî:
Botan Letîf Mawîlî
Besam Mistefa     

Birayên min….
Hezar û yek sundên giran bo bavê min
Xwarin,
Heta rê bi wan bide ku bi wan re derkevim çolê
Gotin: seyran û hera ye,
bira jî li piþta bira ye!


Êvarê di wextê vegeriyanê de
Min girêdan,
Min birin ser bîreke kûr
Min hawar kir…lavlav kir
Kirasê li ber min bû dirandin
Tenha gavek bû,
Wekû balindeyê baskþikestî,
Berbi kûrahiyê ve çûm...
Berbi heldêra tarîtiya bîrê,
Rondika min bû tirûskek!
Ne deng ne reng,
Tenha min hesret dikêþa...
Ronahiyê çavên xwe girt,
Ne dixwest veke!
Birano, tawana min çi bû
We ev derd di seyranê de,
Ji min re çêkir?
We girêkên kor di dilên we ên reþ de
Bi vê azara min vekirin?!
Eve dunya ye û rêga ye,
Hezar pend û bûyer û tiþtên seyr
Weha têda ye
Wek dibêjin rasthatin ji pilanên Xweda ne!
Bavê min jî ji we hemûyan dil bi guman e û
Pirsiyar jî di dil de hene!
Karwanek tê û min derdixe, min dide destê
Evê rêyê....
Her wa bû û her jî waye!
Gehîþtime nav koþka Ezîz
Ez Yûsivê evê þîretê me, ne ewê dî me
Min biriyar daye, eger çirkeyek ji
Temenê min mabê-ji bo Zulêxa bê
Piþtê bi wan birayan,
Girê nedim.
Yûsiv her jibo Zulêxa ye
Li mala herkesêkî da ye..
Çunke di hembêza wê de
Limêj diruste û ji bo Xweda ye!
Rojgar jî tê, û vê þîira min
Dixe di Ferhenga Xem!
Gur jî bi pilana bira,
Birayekî dî dike bi
Jem!
-----
*Serçawe: Ferhengî Xem-sercem þîirekanî Hesîb Qeredaxî-Bergî Dûwem.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark