Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Bûd û bûd „ Hebûn“ Ji bo bîranîna salvegerên þehîdbûna Xewsê Welêt, Þêx Maþûqê Xeznewî

 


  Tengezarê Marînî

Livirbûna te,
tirseke destpêkê ye, ji niþka ve hat,
serrastkirina hawarê ye
dareke daleqandî li sîberên taveheyvê

Mûjde….!
Ba û werçepa vekêþayî
Te nizanîbû…
Hilmê dikêþe, devera me, belengaziya valahiyê û ez
Ne dem bû..?!
Li ber bêrîkirinê, suruþt westiyana birîneke kevnar e.
Deng bû..
Ji dûr ve, êþê dibihîst
Bêdengiyê nûçe afirand.


Mirineke biçûk e, piste-piste, hijmartina peyvan.
Li ber dergehê her ferîþteyekê sirûdeke tirsê heye,
di tengêla her bîrhatinekê de rondik ...rondik
Bi kû ve.. berbi bi çi ve …? Ez.. ?!
„ pêk ve balindeyê mirî, ji hinavê giyan im, diwerrivim.“

Li ber sînorên ocaxa te, barê soseretên me ne.
Roj bi kû ve çû? Û sêv..? û ..ez..?
Ji xwelî bo xweliyê hilma me
Ji þev bo þevê
Xewin bo xewinê
Reþ bo kaxezê
…………… bawiþk

Dara heyhayê û himbêzkirina lawijên te
Sûnda bêrîkirinê
Pêrgîbîna awirên te yên beþdar
Evîna me li ser baskên kavilhiþtiyên bi tenê ..
Min jî dixwest ji evînê re kul û derdên xwe birêsim.

Hat..
Verêje li ser derfeþa peyvqelewan
Li hevokên mijgirtî yên wan
Bêhna meyê jê tê û þevînên hîqhîqan.
Ziman zuha ye, jiyan tuj…mirar..zilindar
Bajar xemgîn e
Deng melûl e
Zêmar e govenda azadiyê

Xewrevîniya min,
þevên xatirxwestinan
xwînzuhabûyîyên xwe, dihinartin.
Oqiyanosan di nehwirandina dergehên þîngirêdanên me de,
waneyên xwe ji gopîtkên tolhildanên me revandin.

Darê serê xwe danexistiye
Zarok berbi sirûdên te ve tên
Nêzîkahî li daristanê dikin…
hatin…hatin..hatin
Þev bêdeng e,
þev zelal e,
þevê ji te dixwazin
Girêdanên deqê xwe bi cibeyên xewsên te diperzinênin,
ji navê te kelehan ava dikin. Meded xewsê min meded
Bibîne ka li kû deverê,
li ser çi derfeþê helbestên xwe dihûnin.

Li wir …
erê li wir
dizanim dil ji zaroktiyê têr nebûbû
erê li wir
bila asîman bigirî
di himbêza te de
dergeh li ber xwe didin,
mîxên hiþmendiya sîstemeke potînhez
bi singên xwe himbêz dikin.
Li wir …
erê li wir
bêgane bûyî mîna dilê efsaneyekê
te dilê xwe daye destên me
tu erê tu
sermestê êþê
em erê em
zeviyekî qeþagirtî
jiyan xendiqî,
tu li ber kenarê cîhaneke xilmaþî, diponijî.

Dijwar e îro,
li ber dergehê salvegerên te,
kitûmatên me belawela ne
qêrîna te diçû, bilind dibû,
sirûd a Ferhadan li bîra me tanî
Lawija sê mihemedan  li bîra me tanî
Stirana çend 12 adaran û newrozan li bîra me tanî.
ka em destê xwe li çi xewnê dirêj bikin,
ji çi ahengê ocaxa te berbi xwe ve bînin?
Û ji kîjan xatirxwestinê, ji kîjan xwînê, waneyan werbigirin…?

Hîn jî mindal li ber çîrokên ..
”va esker hate we” dinivin
Hîn jî kulîlkên xewna me
Þehîdên xwe zindî distrênin
Hîn jî “Xutbên “ te kilîtên qehremaniyê ne
Hîn dilê me dagirtî ye
Hîn jî çavdêrî stêra rijyayî ji asmên in, em
Hîn hisreta azadiyê ne…em
Hîn..hîn û hîn…jî
Toza gewrik
di nav bisk û geziyên bûk û qîzên me de diqîrin
Hîn..hîn û hîn…jî
di nav peyv û hovkan de,
nêçîrvanên biakranîna hêsiran melevan in.
Dîwarên me
bi dengê te,
bi rengê te, parastî ne
Ji êrîþên kêmkirinê mezintirin, dîwarên me
ji hawar û fîxanan bilindtir in, dîwarên me
ji xewnên dijmnan re bersing in, asêgeh in, dîwarên me
stirana me hîn jî dibêje:
„ Destê Qudret ko hilavêt me ji bejna te nîqab/
Bi cemala ceberûtî me neman perde û hîcab
Lê gulên teyî tir û nazik ko seher girtî xunav/
Dê ebarîqê qenînan ji hesed suhtî gulab

Lew di cengê me dixunî ko di iþqa te bi saz/
Me bi bejna te dixwînin ney û qanûn û rebab
Qehweya telxê di gel zehrê helahêl biderî/
Me ji destê te mubarek þeker amîz e gulab“ .    


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark