Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: rewşa tevgera çandî

 


CIWAN DÊRIKÎ

Çand çiye ?
Di zimanê kurdî de  Çand ji çandiniyê hatiye , çimkî  çandinî   hêmanekî serke ye ji şaristaniyê re , û kuristan jî welatekî têr av û dar û çandiniye , lewra ji Kevin de şaristaniyê  ronahî û şemala xwe jê weşandiye derdorên xwe .
zanyar û civaknas dibêjin : di civaka mirovahiyê de tu milet bê çand nînin , çendî ku çanda wan paşketî jî bixuye li gor pîvanên hemdemî , lê para wan di şaristaniya cîhanê de heye . çand neynika civaka ye , û hebûna miletekî jî di çanda wî de zelal ,  û berçav dibe .


Gelek pênasîn ji çandê re hatine kirin , lê bêhtirê zanyarên çandî levdikin ku çand tevaya adet , sinç , huner , bawerî , zagon , kelepor , jiyana rojane û rengê kar û xebatê . . .hd . yên ku bi hevre bandorê li jiyana civakekî dikin û taybetiyekî didinê .

Çand namîne rawestayî di chide , nabe ko girtî û dorpêçkirî jî bimîne , her dem dikare bide û bistîne û xwe nûjen bike ,

Çand di navbera sed salên dîrokê de. . bûye pir , nifşek gihandiye nifşê dî .

Komelên şûndemayî guhertin û pêşdebirin di nav wande pir zore , çimkî dibin hîkariya gelek adet û nêrînên olî , û malbatî de mane . serok wezîrê Malîzya yê berê Mehatîr Mihemed dibêje : (sedemek bingehîn ji paşdemayîna misilmanên malîzya jinanîna di hindurê malbat,êl , û herêmê deye , ev rengê cotbûnê nahêle vekirinek ji çandeka cida û nûjen re çêbe .)

Ramangîrê Ceza-irî M.Erkon jî dibêje : ( neyîna çanda şirove-rexne di civata misilmanan de dihêle pêşketin çênebe , çanda malbatî ya paşverû , diktatoriya bav ,kelemeke di rêya pêşveçûnê de .) civaka kurd jî civakek misilmane , ne tenê ev , belê parçekirî ,û bindeste jî , di rewşeke weha de ji xwe wê pir li paş û şûndemayî bimîne .

çanda kurdî
Mezopotamya hatiye naskirin bi dergûşa şaristaniyê , bi çanda xwe , berma û şûnwarê xwe , pir dewlemende , bûye serkanî û derdorên xwe , û cîhan avdaye bi ( felsefe , ol , xuda û xudawend, çandinî , avakirina gundan , û kedîkirina sewal û ajalan . . .  wd) .

Gelê kurd yek ji kevintirîn gelê mezopotamya ye , bê guman para wî jî di têrkirina çanda cîhanî de heye , miletek ku ev hezarê salaye li ser axa xwe jiyandike , pir berma û şûnwar . .jê mane ta roja îro ( bajarê Heskîfê bêhtirî 8000 sal berî zayînê , şûnwarên Newla çolî , bermayên Nemrûd , girê Moza , kevneşopên Hewlêrê , û nivîsên Bêstûnê . . .û  gelek dî ) , ango em ji aliyê dîrokî ve têr û dewlemendin bi çanda xwe , lê koledar nabin ser parsûyên xwe  ku bêjin ev berma yên bav û kalên kurdane .

Wêl Diyorant di (çîroka şaristaniyê) de dibêje :(Mîtanî yekem gelê Hindo-orupîne me di Asya de naskirîn , çimkî ew yekem xudawendparêzin (Mîtra , Endra , Vrona) ev xudawendên ji wan gihayîn faris û hindistanê , bi vê guhestinê hêlan em tevger û koçkirina gelê Arî bişopînin .) tê zanîn ku Mîtanî bapîrê kurdane, û Mîdî di pey wanre bûne deshilat .

Em naxwazin li ser kevneşop û bermayên kurda yek bi yek rawestin çi berî zayînê, û çi piştî zayînê û qûnaxa misilmantiyê , di her demê de kurd bê par nemane ji  avdana çandê .

Dawiya sedsala 19an û despêka sedsala 20an , piştî ku çanda orupî giha rojhilata navîn û kurdistanê , kurd bi xwe hay bûn ka çiqasî bi şunde mane ,ronakbîr û xanedanên penaber bûyîn û li Stenbolê bi cih bûyîn xwestin sûdê ji rewşa wê demê bigrin û hinekî civaka kurd biguherînin. ji ber zordariya osmaniyan li ser gelên kurd , Ermen ,Ereb û gelên dî , gelek komele û rêxistin hatin sazkirin , dewlemend, malmezin û ronakbîrên kurda jî çend komele di despêka sedsala 20an de avakirin , ji van komeleyan :

A- komela kurdî ya alîkarî û pêşvebirinê , li Stenbolê 1908an de saz bû ,bi rêbertiya Ebdilqadir ê Nehrî û Emîn Bedixan .

B-Komela kurdî ya çandî û ronakbîrî ( fêrbûn ) li bajarê Xoy bi xebata Ebdirezaq Bedirxan û Simko di sala 1913an de saz bû .

C- komela Hêvî di sala 1912an de li Stenbolê saz bû ,piraniya endamên wê xwendekarên zanîngehabûn .

Evan komelan tevgereke çandî xurt li Stenbol û kurdistanê çêkir , dibistan vekirin , rojname û pertûk bi zimanê kurdî weşandin , karîn têkiliyên çandî , û siyasî bi gelên cîranre vekin , armanca herî sereke û xuya ji van komela . . hişyarkirina miletê kurd bû û pêşvebirin û xurt kirina zimanê kurdî bû , karekî ronakbîrî didane pêş , berê gel didane xwendin û zanistê , lê ev komele tev temen kurt bûn , tirkên Toranî bi arîkariya hin xwefiroşên kurda û hin şandiyên oropî , ev komele girtin û qedexekirin ,em ji bîrnekin ku dijminê kurda her dem karkiriye û xwestiye serkaniyên çanda kurdî bi miçiqîne , rayên wê ziwa bike ,da xwe nasneke û dûrî kesatiya xwe bikeve .

Di nav bera herdû şerên cîhanî de li sûriyê pêleke rewşenbîrî derket bi rêberiya Celadet Bedirxan ,Osman Sebrî,Cegerxwîn , kamîran Bedirxan .. hin dî , pênûsên xwe di kovara Hewar û Ronahî de bi kartanîn , bingehekî xurt ji ziman , tore û çanda nivîskî re danîn .

Rewşenbîrekî dî ku şopzêrîne bi xebata ji bo çanda kurdî kirî , ew jî Hisên Hiznî Mukriyaniye , yê ku yekem car çapxane derbasî kurdistanê kiriye ,gelek berhem û pertûk bi zimanê kurdî çapkirine û weşandine .

Em dikarin bêjin di vî parçî de , zarê kurmancî pêşket û serkêşî ji parçên dî re kir , her weha xebata kurdên sovyeta berê di warê  parastina çand û toreya kurdî de cihê rêzgirtinê ye , yên wek Erebê Şemo û Haciyê Cindî û malbata Celîl bi dehan pertûk bi zimanê kurdî afirandine , û belavkirine .

Îro em şagirt û berhemê wan qelemzêra ne , bi saya wan zimanê me yê nivîsînê li ser piya maye , ked û berhemek bi nirx li pey xwe hêlane , em dikarin bêjin ku her yek ji wan xwendegehek bû , bi ked û westana xwe ya kesatyetî ewqas berhem diyarî me kirine ,ji berê de gotine : ( dest diçin desxet naçin ) belê îro em bi berhemên wa yên bûyîn jêder ji mere şehnaz û serbilindin

rewşa çanda kurdî di serdema mede :
Kurd dibêjin (gaziya li dûv guraye ) birastîjî çanda me bi destê gura hatiye talankirin , dive  em bi gazî û hewara  wê herin ,ger em ne jîr û jêhatîbin , rê û dertengan lê negrin ,em nikarin gazîya xwe û talanê xwe vegerînin , îro em negelek reşbînin , û nejî xweşbînin ji rewşa çanda xwe , gelek zehmetî û asteng di rêya pêşdebirina wê de hene , lê beramber wê pir alav û delîve jî di destê me de hene em bikaribin wê têr ,xurt û hemdemî bikin .   

Di vê serdemê de zimanê Kurdî gelek gav pêşde avêtine bi taybet li başûrê Kurdistanê û hinekî li bakurê Kurdistanê , zimanê Kurdî dîwar derbaskirine û çember jî qetandine , dibistan , Rojname , TV , sazîyê çandî û hunerî  û yên dî . .sazkirine  . 

Îro hejmarek mezin ji gelê Kurd bi çand û zimanê xwe haydar bûye ,û zimanê me hê neketiye rêza zimanên windabûyî , di meha Nîsana 2008 an de  kovara Firensî (Le Français Dans Le Monde ) lêkolinek li ser zimanên herî bi bandor di cîhanê de çêkir , ji nav 2000 zimanî zimanê Kurdî di rêza 31 ê de hat , berî zimanê Farisî û gelek dewletan , pîvanên wê rojnamê jî ev bûn : hejmara kesên pê diaxivin û pê dixwînin , ferehiya cografya li ser pê tê axaftin , nivîs û berhemê pê tên weşandin , TV , Malperên Enternetê ……wd .  

Ji bo geşkirina çandê rewşenbîr dînemone ,mejîne ji pêşvebirinê re , çand û toreya gelek welatan bi ronakbîrên wa hatine naskirin , ( Îtalî – Dantî ,Firensî-Rosso , Espanî-Hemingway, Rosî- Poşkîn , Ereb – Taha Hisên, kurd-xanî ..hd,lê gava em rewşa çanda xwe bi ya cîranên xwere bidin ber hev , nayê raberkirin , çimkî piraniya nivîskar û pênuskêşên me bi zimanê biyaniyan nivîsîne, çanda wan qelew û dermalekirine ,digel talankirina li ser çanda me bûyî ,ji xwe wek pêşiyê kurda gotî  (em dewleta xelkê ne ). Nivîskarê kurd Mistefa Narîman dibêje : ( hejmara berhemên kurda bi zimanê Erebî derxistîn di navbera salên 1900-1981an de 605 pertûkin . ) em dikarin bêjin belkî du-sê caran li wa bi zimanê Tirkî û farisî jî hatine nivîsîn , lê em rewşa pertûkxana kurdî dibînin di çi halî deye , çiqasî qels û lewaze , lêgervanek nikare çend jêderên bi nirx bi zimanê kurdî peydabike û lêkolînên xwe çêke .bê guman bi perçebûna welatekî re çanda wî jî parçe dibe , di welatê me de jiyana gel , şêweyên raman , bîr , xebat û nivîsînê di her parçîde ji yê dî cidane , ji xwe qedexekirina zimanê kurdî yek ji kuştarên bi serê gelê me hatine naskiriye. Piştî salên notî tevgereke çandî xurt derket rûyê zemîn , gava ku derfet çêbûn , çûn û hatin , û têkilî di nav parçan de vebûn , evê rewşê geşbûnek da çandê , her weha malperên Netê jî rê vekirne da naskirinek di nav nivîskarên kurd de çêbe ,û berhemên hev bişopînin . cihê rêz girtinê ye xebata saziya Sema ya çand û huner ,û Kombend a Kawa ya rewşenbîrî , ku ta niha bi dehan pertûkên girêdayî çand,dîrok , folklor , û toreya kurdî weşandine .  di vî parçîde birengek giştî em dikarin bêjin îro sarbûneke çandî û torevanî heye ,ew pêla lêgerîn û lêpirsînê ji berhem û nivîsên girêdayî çand û toreya kurdî re nîne  ji hêla xwendevanan ve  .  xwendin bingehê sereke ji pêşketina civakekî re , bê xwendin û nivîsîn çand jî dimîne rawestayî , û hin û hino deskeftiyên xwe jî winda dike . erê xwendevanê me pir bûne lê ne bi zimanê xwe hîn bûne , bawernamê distînin jî , ji bo çanda serdestan têne bikaranîn û di sazî û kargehê wande cih digrin . ka em li rewşa welatê xwe binêrin , ev axa têr û dewlemend . .ser ax û bin ax . . tê talankirin , gelê me jî tê de nezan ,birçî , bê kar , bê piroje û bê paşeroje ,  çimkî her û her pêşketina çanda gelekî bi destelata neteweyî û demoqratiyê ve girêdayî ye .

Pirê caran em xwe ji cîranê xwe zanatir dijmêrin , ger raste ne xwe kanîn pispor û ramangîrên me , feylesof û zanyarên me ?     ne şerme ku em kêmaya xwe bibînin û nîşan bikin , divê  em bipejrînin ku em civakek şûndemayî ne , erê em dilpak û azadîxwazin ,merd û nebez û dilêrin , lê parçebûyî , dagîrkirî ,û  talankirî ne , qaşûla guhertin û pêşketinê xwe li dora me negirtiye , miletek hatiye qewartin  ji naveroka xwe û ji gelek nirxên xweyê bingehîn û sereke , lewra sersar û bêkêr bûne. Zeviya çanda me jî tişta ji kuştaran filitî .. îro çinge-çinga dasa dijminaye di nav de hedadiyê dikin , em bûne sûk û bazara bê xweyî . . her kes tê miza xwe jê dibe ,  bênder û miştaxên me li xwe leva dikin , tenê efare û binbêjing ji mere dimîne . binêrin stiran û awaz , çîrok û destan , folklor û pêmayîn dîrokî . . li ber cavê her kesî tên talan kirin , na na pirê caran  em bi xwe bûne arîkar ji talankirina pêma û şûnwarên xwe re . divê em xwe ne xapînin , bi gotinên hingivkirî em tu tiştî bi ser nayêxin , çendî em xweş bikin jî valeye , mane ( va kuware ,û  tişta têde tê te xware )  birîna me kûre û kurmî bûye , ev birîn pêdivî bijîşk û neştervana ye , pêwistî dermandar û nojdaraye. Weke bersiv li ser vê rewşa zor û çetin îro li seranserê vî parçî guropên çandî hatine sazkirin, ji şamê ta Dêrikê , lê gelo çiqas karîne hîkariyê li civakê bikin ?di baweriya minde . .çendî bi qelsî be jî , van guropan liv û tevgerek di nava xwedî pênûs û heskirên çanda kurdî de çêkirine , bingehek hatiye danîn dikare bibe alava nûjenkirina çanda kurdî , ev gurop dikarin bibin haveynê meyandin a çanda kurdî ya hemdemî , lê wek tê zanîn gelek zehmetî û alozî di pêşya van guropa de hene :

1-neyîna sazîkî ku wan dibin sêwana xwe de bicivîne û rêvebibe .

2- dûr ketina gelek nivîskar û rewşenbîran , û cihnegirtina wan  di wan guropan de .

3-qelsbûna zimanê endaman bi kurdî û ne kûrbûniya di tore û çanda kurdî de .

4- bê piştgiriya guropan ji aliyê rêxistin û saziyên tevgerê ve ,

5- kêmbûna xwendevanê kurdî û mereqdarên ziman û çandê …û gelek sedemên dî . . .

qelsbûna guropan di serî de em dikarin bêjin bê piroje û bernamec kar dikin , neyîna derfetên diravî û giyanî , nêzîkbûna bi sivkayî û seresere ji kar re , tirsa desthilatê , ne xurt kirin û kurbûn di çanda kurdî de ji aliyê endaman , ne terxan kirina kar û pîşesaziya endaman , neyîna derfetan , rewşa endaman a aborî ….hd , ev tev dibin arîkar ji qelsî û lewaziya karê van guropan re . bêhtirê van guropan mehane karê xwe bi rêve dibin , di mehê de şevekî li dardixin , mijarên wan jî renge-rengin, bi zimanê Kurdî û Erebî pêşkêş dikin, tenê  du gurop ji wan taybet bi zimanê kurdî şeva li dardixin , ewjî guropa Komîta şevbihêrkên kurdî li Şamê , û Tevna Çand û Hunera kurdî li Dêrikê ne , bi sazbûna van guropa weke yek kewekî ji ser dilê me rake , hewqasî hevî û arezûyên me çêbûn . . ku êdî metirsîn li ser çand û toreya me nîne , lê ew hêvî bi cih nehatine , ta niha hejmarek mezin ji xwendevanan hê dûrî naskirina ziman , tore ,û çanda xwene , me nekariye hîkariya xwe bavêjin ser kolana kurdî , hê van guropa nekariye danûstandinekî bi rewşenbîr û nûnerên Çanda Erebî re çêkin , ta niha ew berhema bi nirx û berketî ji nava van guropa derneçûye , piraniya mijarên şeva dubarekirîne bi naveroka xwe , ew lêkolînên cuda-cuda nehatine kirin , ev çend sale gurop sazbûne . . lê ta niha me nebihîstiye ku pertûkek ji zimanekî dî wergerandine zimanê kurdî , em tev dizanin ku ziman û çand bi wergerandina ji zimanên dî .. têr û dewlemend dibe . ev erkekî lezgîne dikeve ser milê torevan, nivîskar û ronakbîran ku bi pisporî û zanistî vî karê pîroz rêvebibin , û kevrê enîşkê ji canda mere bi pîvan û rêbazên hemdemî deynin .

em naxwazin were gotin : ( nav ji dûndanê xweştire ) belê nav îro heye , û dûndan jî heye , lê divê ev dûndan bi guhdan were xwedîkirin , perwerdekirin û bi zanistî  mezin bibe , ev gurop cihê dilxweşiyê ne ,bi têkilî û hevdîtinan , bi serdan û beşdariyan . . dikarin gelek xebatên hêja û bi nirx di warê çand û wêjeya neteweyî de bikin û pêşde bibin , rê ji nifşê paşerojê re vekin, ev jî bi nebezî û dilsoziyê serdikeve , û dîroka çanda me rengîne bi nebez û xweşmêr u qehremanan .


22/5/2008

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark