Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexžan: Bīranīnźn veciniqī «Dema du evīndaran xwe di nav xwe de vežartibūn»

 


  Ciwan nebî
ciwannebi@hotmail.com

Min tu dîtî
û tiliyên te žor
di nav destên wê de
       tebaxeke pêketîbûn
toza bendewariya
wa nerînên zuha
di çavên te de xuya bû
e         r         ê
min tu dîtî
û hînde ew kêlîkên demûžgirtî
di biyanbana rojên te de diherikîn
ezmanên te
         nizim dibûn


gotin bi te re ne dibû
ne tenê
mane sîka te tev
         ne weke te bû
û porê te yê westiyayî
jehiriya armancên te dibirî
yaw
    birastî
       evînî
          pêxembereke ha!
tu ê stêran vemirênî !
tu ê heyvê
di ževa sersalê de
diyarî
       wê
            bikî !
tu ê çi bikî
         û çi nekî
wilo te bi tayek xewn
kiras
     û
        xiftanekî
             kurmancî
ji pêže rojê re didirût
lê te nizanîbû ku pêže roj
bi çakûçê (kawa) ve girêdayîye
min tu dîtî
û kolanên tazî
tu ji min ne parastin
li bîra min tê
      çawa destên te
        bi dara porê wê ve
               hildikižiyan
hingê
        bîranînên min
yên pîr û razayî
weke ku tu ji nižkave
qîrekê
li wan kî
veciniqîn
û sîka min
ew sîka dal serxwežket
tu bi xwedê kî
te çawa ji newqa wê demê
rextên tije tirs qetandin  ?!
yan tu çawa
bi lingên xwe vegeriyayî  ?!
ê min dema tirî
     li ser lêvên min
             žîndihat
min
rêya
          malê
nasnedikir .


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark