Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: Tolvedan

 


Besam Mistefa

Ê ku mir mir
Ê ku jiya jiya
Ez ne jiyam û
Ne mirim
*
Ji dûr du hesp tên
Hespekî reş û
Hespekî sipî
Ji dûr du hesp tên
Du hespên reş


Di nav pora te de
Stêrk û beybûn dinivin
Ne min stêrkek girt
Ne jî beybûn bêhn kirin
*
               Bo Xalid Elî
Xalid
Bi du qedeh wîskî
Û du hezar xewnan
Şevê din
Ez anîme bîra min
*
               Bo Şîlan Hemo
Ez napirsim ew aniha çi dike:
Tûrik li mil e
Êş li ser piştê bar in
Kolan bi kolan
Ew li xwe digere niha.
*
Di vê êşa xwe de
Ya vê carê!
Sê pênûsên min xwe bidarve kirin
Du helbestan xwe kuştin
Min xwe bi girî..sax kir.
*
Ku ez bêm
Deste vala nayêm
Du guhar
Û gurzek xewn
Dê ji te re bînim
*
               Bo Menar Nessê
Menar!
Va hilwişîn gul û dar
Va
     Vekirî
        Eşkere
          Ro bi nîvro
Jiyana me li me bû bar!
*
Evder zîndan e
Asîman ne sayî û ne bi mij û goman in
Evê hanê
Ne zana ne û
Ne nezan in
Hertiştî dibînin
Hertiştî dihesibînin
Ji bilî êşên min
Ew her tiştî dizanin
*
Digotin tu deryayek bê binî ye
Pêxembere
Xwedaye
Mirovê saxî dawî ye
Kesî negot
Tu kelekvanek bê gemî ye
*
Dûr ket…..çû
Laleş û keniştan
Mizgevt û dêran
Da dû.
*
Li min megirin
Êşek di dil de bû
Hate rû.
***

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark